Stêrk Mihemed/Qamişlo
Çîna serdest a zayendperest kuştina jinan wek bûyerek ji rêzê temaşe dike, mafê jiyanê û nasnameya jinan bin pê dike. Diyardeya tundiyê xwe digihîne 5 hezar sal berê ku her 11 deqeyan jinek di cîhanê de bi rê û rêbazên cuda tê kuştin.
Li cîhanê kuştina jinan bûye rojev, her roj li tevahî welatên cîhanê jin tên kuştin, revandin, tecewîz û tundî ji aliyê hevjîn, malbet, mêrên zayendperest û li herêmê dagirkirî ji aliyê DAIŞ’ê ve, tê kirin. Mêr kuştina jinan weke mafeke rewa dibîne, her roj destdirêjî û tecewîz li ser jinê tê kir ew mêrê ku bi zihniyeta baviksalarî, tundperest û koleperest tevdigere qetilkirin jinê hêsan dibîn e. Li Bakur, Başur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jin rastî tund û bêmafiyê tên, sala 2025’an bûye sala kuştin û revandina jinan.
Qetilkirina jinan di van demê dawî de zêde bûye, ji ber ku bandora hişmendiya desthilatdariyê, zayendperestî, baviksalariyê û tundiyê gelek li ser mêr kiriye, mêrê ku rojane kuştinê li ser jinê dike nikare xwe ji zihniyeta tundî û kuştinê biparêz e. Ew mêrên ku koletiyê li ser jinê dikin û dibêjin jin koleye, eger jin carekê koleye mêr deh caran koleye, koletiyê ji dewlet, desthilatdariyê û zayendperestiyê re dike, nikare xwe ji bin bandora dewletê rizgar bike wê çawa azadiya jinê qebûl bike?
Di vê mijarê de em ê kuştina jina di çarçoveya xaka Kurdistanê û desthilatdariya ku ji aliyê wan dewletan vet ê meşandin, bigrin dest. Kuştin û revandina jinan li Tirkiyê, herêmên Başûrê Kurdistanê, Îran, Sûriyê, herwiha li herêmên ku di bin desthilatdariya HTŞ’ê de ne û tevahî cîhanê, pir zêde bûne.
‘Li Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin bi awayekî hovane tê kuştin û revandin’
Sûriyê zêdetirî 60’î salî di bin serwerî, desthilatdarî û qirkirina Rêjîma Baas de ma, ev 60 sal bi binpêkirin, qetilkirin, revandin û xistina jinan di nava zindanê de tijî bû. piştre di 8’ê Kanûna 2024’an de desthilatdariya Baas hate ruxandin, Sûriyê kete nava destê Desthilatdarekî nû ya HTŞ’ê, bi ruxandina Rêjîmê re û hetina HTŞ’ê re gelê Sûriyê bi hêviyek mezin bûn ku rewşa Sûriyê ji berê baştir bibe, lê belê rewşa Sûriyê bi hatina HTŞ’ê re aloztir bû kuştin zêde bû û bi taybet di milê jin de, rojane li herêmên di bin serweriya hikumeta veguhêz a Şemê de jin tên kuştin û revandin.
Li herêmên di bin serweriya hikumeta veguhêz a Şamê de zêdeyî 630’î jin hatin kuştin û 400 jin jî winda ne ku heya niha çarenûsa wan ne diyare. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji Adara 2025’an û vir ve li Lazkiye, Tartûs, Hama, Hûms, Şam û Helebê 80 jin û zarokên keç ên Elewî hatin revandin û dîmenên wan hatin weşandin. Pispor van bûyeran weke parçeyek ji tundiya berfireh a li Sûriyeyê ya li hemberî jin dibînin. Jin û zarokên keç ên ji 3 heta 40 salî, bi giranî di nava rojê de dema diçûn dibistanê, serdana xizmên xwe, yan jî ji bo demeke kurt ji malê derketin hatin revandin. Hate ragihandin ku piştî bûyerê bi giranî gef li malbatên wan hate xwarin ku ji raya giştî re neaxivin û destpêkirina lêpirsîna fermî hate astengkirin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, ji destpêka sala 2025’an de 17 jin rastî tundî hatin, 15 jin hatin kuştin, 3 jin rastî rawekirina kuştinê hatin, 11 jinan xwekuştin, 2 jin rastî tecewîzê hatin, jinek rastî gef hat, 3 şantaca elektironî, 25 jin hatin revandin , 2 jin hatin şewtandin û 7 bûyerên pir jinî, hatin rûdan.
Her cendî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev bûyer bêne qewimandin jî, lê li gor Sûriyê û welatên din yên cîhanê di asteke kêm de ye. Di aliyê din de jî ger di welatekî de şoreşeke bi heybet a ji bo bidestxistina mafê jinê û bidawîkirina tundiya li ser civak û jinê bi taybet her wiha ji bo guhartina zihniyet, 13 sal têkoşîn tê kirin, bê guman di nava hebûna tevgerên jin, sazî û destgehên jin rûdana van bûyeran mijara rexenekirin û rexne dayînê ye.
Tevizandin, êrişa fîzîkî û zewicandina bi darê zorê
Pisporên Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku li gorî agahiyên gihîştin ber destê wan hin ji mexdûran di dema dîlgirtinê de hatin tevizandin û êrişên fîzîkî li wan hate kirin. Her wiha di raporê de hate gotin, zarokên keç bi zorê hatin zewicandin. Pispor dibêjin, ev rewş nîşan dide ku li hemberî jinên Elewî kampanyayeke bi rêk û pêk a li ser zayendîperestiyê tê meşandin.
Piştî ku 13’ê Tîrmehê êrişên li dijî Siwêdayê destpêkirin, li vî bajarî jî hovîtiya li dijî welatiyan, komkujî û revandin gihiştin asta herî jor. Li gorî rapora çavdêriyê ya herî dawî hejmara kuştiyên li Siwêdayê derket zêdetirî hezar kesî ne. HTŞ’ê li Siwêdayê bi awayekî hovane jinan dikujin û komkujiyan li ser wan dikin herwiha bi zihniyeta DAIŞ’ê jinan dikujin û direvînin heya niha zêdetirî 79 jin hatine revandin.
Dewleta Tirk rê li ber tundiya li ser jinan vedike
Polîtîkayên bêcezahiştinê, parastina tundiya di nav malbatê de û kêmasiya parastina jinan a ji tundiya mêran ku divê ji aliyê dewletê ve pêk were, rê li ber tundiya li ser jinan vedike. Herwiha betalkirin an jî neqebûlkirina peymanên wek Peymana Stenbolê jî yek ji xala ku cesaretê dide kujeran e.
Li Tirkiyeyê sala 2025’an qaşo wek sala malbatê hatibû îlankirin lê ji zêdetirî 150’î jinên ku di nav van 7 mehan de hatin kuştin, piraniya wan di nav malbatên xwe de hatine kuştin. Dîsa bi dehan jinên ku dawî li jiyana xwe anîne ji ber pirsgirêkên di nav malbatê de neçarê vê rêbazê hatine hiştin û dawî li jiyana xwe anîne. Ji ber ku di bin bandora kesên derdora xwe de mane mirov nikare van mirinan wek xwekuştin jî pênase bike. Kuştina jinan a di 2025’an de xetereya li ser jiyana jinan radixe ber çavan.
Li Başûr Kurdistanê daneyên kuştina jinan her diçe zêdetir dibin
Ji sedemên bêparhiştina rola jinê û guhartinan. Mizgeft û mele, medya, fahîşe, fûhûş, partî û rêxistinên siyasî yên ji aliyê kapîtalîzma global û Îslama siyasî ve hatine afirandin, klûbên şevê û fûhûşê yên li ser navê azadiyê, eşîran, malbatan û çandên baviksalarî hene. Şiddeta li hemberî jinê roj bi roj zêde dibe. Kuştina bi zanebûn di bin navê namûsê de bûye diyardeyeke eşkere di civakê de ku tenê jin dibin qurbanî. Xwekuştin bi rêya xweşewitandin û narsîsîzmê asta rewşê derbas kiriye û roj bi roj bûye diyarde û zêde dibe. Hesabpirsîn û qanûn bi roleke girîng ranebûye û bi peymanên eşîrî û malbatî tê nixumandin. Destdirêjiya li ser jinan hê jî heye û tu qanûn tune ne ku vê diyardeyê ji holê rakin û heta jinên ku di sektora taybet û şîrketan de kar dikin kêm caran dikarin parastina xwe bikin û di bin navê derfetên kar ên guncaw de tên tacîzkirin.
Diyardeya xwekuştinê jî li Başûr gelekî belav e. Sedemên wê gelek in; malbat zarokan neçar kirine gelek tiştan dikin ku nikarin fêm bikin, ji xwendinê bê par dihêlin, nahêlin bi tenê ji malê derkevin. Ev kiryar ji xwezaya jinan a azadîxwaz dûr in û di encamê de jin bi rêbazên şaş hewl didin azadiya xwe bi dest bixin ku di dawiyê de xwe dikujin. Belavbûna teknolojiyê û înternetê, hejmara sûcên kuştina jinan û tundiyê zêde kir. Bi taybet bûyerên şantajê ku li dijî jinan pêk tên, bi taybet zarokan.
Daneyên kuştina jinan her diçe zêdetir dibin. Ji destpêka sala 2025’an ve heta niha , li Başûrê Kurdistanê 27 jin hatin kuştin û 5 jinên din jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li Herêmên Başûrê Kurdistanê nalîze û qanên li ser jin ji Îslamê tên wergirtin û Îslam gelek diyardeyên ku li vî welatî rû didin rewa dike û rêxistinên jinan tenê bi partiyên baviksalariyê ve girêdayî ne û heta niha nekarîne ti ji van diyardeyan ji holê rakin ji ber ku di rastiyê de pêkanînerên sîstema baviksalariyê ne. Hêviya me ew e ku jin bêhtir ji bo mafên xwe têbikoşin.
Li Îranê rêjeya kuştina jinan her roj zêde dibe
Li Îranê di navbera 21’ê Nîsan- 21’ê Gulanê de 31 jin û 2 zarok hatin kuştin, 6 jin hatin bidarvekirin, 10 jin û 3 zarok bi awayê koman jiyana xwe ji dest dan.
Li Îranê şiddet û bûyerên kuştina jinan her zêde dibin. Kujerên jinan zêdetir mêrên bi wan re zewicandî, bav, kur an jî bira ne. Meşrûkirina şiddeta bi olê dibe sedem ku ev sûc bê ceza bimînin. Di zagonên Îranê de, bendên ku pêşî li şiddeta li ser jinan bigrin tune ne, ji ber hukmên olî yên li gorî şîroveyên desthilatdariya mêr, dibin sedema kêmkirina ceza yan jî bêcezabûnê.
komkujiyên li ser jin û zarokan, darvekirin û mirinên gumanbar ên meha nîsanê ango dîroka di navbera 21’ê Nîsanê û 21’ê Gulan 2025’an de hatine tomar kirin, 31 jin û 2 zarok hatine kuştin, 10 jin û 2 zarokan bi guman de jiyana xwe ji dest dane û 6 jin jî hatine darve kirin.
Li Îranê rewşa jinan ji her demê zêdetir dijwartir bû, Jin êdî li tu derê xwe di nav ewlehiyê de nabînin ji kuştinên navmalbatî û tundiya civakî, pergala darazê jî cezayên darvekirin û girtîgehê li jinan dibire. Her meh li Îran û Rojhilatê Kurdistanê cînayetên jinan ku hatina belgekirin. Li gor raporê di Çile û Sibata 2025’an de 19 jin û 9 zarok hatine kuştin. Her wiha 3 jinên ku berê ji ber kuştina mêrê xwe cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn jî, li girtîgehên cuda hatin înfazkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan ya Herana ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di nava 4 mehan de 45 jin hatine kuştin.
Heman çavkaniyê ragihand ku di meha Adarê de 17 jin, Nîsanê 19 jin, Gulan 6 jin û di Hezîranê de jî 3 jin hatine kuştin.
Di raporê de behsa sedema kuştinan jî hate kirin û hate gotin: “Ev kuştin ji ber sedemên cuda yên malbat û hêcetên din pêk hatine. Bi piraniya kuştinan bi rêbazên cuda ango amûrên cuda pêk hatine.”
Hêjayî gotinê ye sala borî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 158 jin hatibûn kuştin






