Esma Mistefa/Qamişlo
Yek ji girtiyên Tevgera Azadiyê di zindanên dagirkeriyê li Bakurê Kurdistanê de ku 30 sal û 13 rojan tê de qedandine, Cîger Efrîn da zanîn ku di girtîgehên dagirkeriyê de tu rêgezên hiquqî nîn in û got: “Guhertina rewşa girtiyên di zindanên dagirkeriyê de, bi guhertina mercên li ser Rêber Apo ve girêdayî ye”.
Girtîgehên dagirkeriyê; kabosên zindî ne. Li hember sîstema zext û îşkenceyê, Berxwedana Zîndanan ev zext têkbirin. Ger em bixwazin vê heqîqetê ji nêz ve nas bikin divê em berê xwe bidin kesên ku ev rastî rojane jiyan kirine ye. Cîger Efrîn ji Bajarê Efrînê ye ku ji ber têkoşîna di Tevgera Azadiya Kurdistan de hatibû girtin, 30’î sal û 13 roj di zîndanên dagirkeriyê de qedandin. Cîger bi vê diyalogê ji Rojnameya me re rewşa girtîgeh û girtiyan îfade dike.
Hûn bûn şahidê sîstem û piratîkên zext û îşkenceyê a herî hov di hundir girtîgehên dagirkeriyê li Bakurê Kurdistanê de. Gelo hûn dikarin rewşa di wan zîndanan de tê jiyan kirin ji me re îfade bikin?

Zîndan eynika dewleta ye, ger tu dixwazî welatekî nas bikî ka demokrasî, adelet û wekhevî heye an na, tu yê li zîndanên wan binêrî. Ji ber wê ger di zîndanê de mafê mirovan hebê, wê demê di wê civakê de hinek demokrasî jî heye. Di Tirkiyê de zîndan cihê îmhakirina îradeyê ye û cihê însanan bide poşman kirin. Di salên 80’î de bi heval Mazlûm, Kemal û Xeyriyan re xwestin teslîmiyetê feriz bikin, ew hevalên pêşengên me bi dirûşmeya “Teslîmiyet Îxanete û berxwedan jiyan e” ev polîtîkeya wan a zorê hat şikandin.
A din di hemû zîndanan de polîtîkeyên zext û îşkenceyê tê meşandin hin zîndanan fîzîkî ye di hinekan de jî pîskeolojîk e. Bi giranî piştî salên 90’î îşkenceyekê derûnê, pîskeolojîk dan meşandin. Ev çawa tê kirin? Keyîfî tê kirin, bi awayekî keyfî zextê li ser îradeya mirov dikin, miorv ji jiyanê bidin qutkirin, mirov di hundir de bidin poşmankirin. Her wiha zîndan ji zîndanê cuda ye, mînak zêndanên ku pir zêde şiddeta fîzîkî lê tên kirin hene, weke zîndana Alazixê, Erzrome..hwd. Û hin zêndan jî bi zextên pîskeolojîk şiddetê dikin. Di zîndanê de tenê tu û îradeya xwe ne, tenê îrade û baweriya te bi te re ye. Çeka te girêdanbûna te bi Rêbertiyê, bi gel, bi îradeya te û bi hevalên di zîndanê re ye.
Di wir de bê mafî û bê edaletî di asta herî jor de ye, a din kes li derve zû zû nikare dengê te bibhîse. Yên Tevgera Azadiyê ji ber têkoşîna li derve û berxwedaniya Gerîla hin caran dengê me derdiket derve. Lê dîsa jî zexta ku li wir hebû ne kêm bû. Li gorî zagonên wan her hefê saetek ziyaret heye û deh deqe te dikarî bi malbatê re telefon biaxiviya, lê em bala xwe didinê vê yekê ji bo Rêbertî nakin.
Bi qasî ku sîstemekî keyfî dihat meşandin, malbatên hevalên derveyî Bakur bi rojan rê de diman û dihatin, wê rojê ji ber xwe digotin ziyatet nîn in. Ya din girtiyên Doza Azadiyê ta dişandin Behra Reş, ji Hekarî dişandin Edirneyê; da ku malbat nikaribe hevdîtinan bike.
Di demên dawiyê de piştî Tîpa F niha Tîpa C hatiye çêkirin, di vir de tenê yek kesî digrin, rûxmî ku ev di tu zagonên dinyayê de nîne, ger hebe jî divê rojê 10 saetan bi însanên din re têkilî çêbike. Dîsa mafê girtiyan a xwe perwerdekirin û xwndinê nîne. Bi taybet di salên dawiyê de kirîna rojnameyên ku girtî dixwazin hate rakirin, ji me re yên dewletê dianîn. Her wiha ava germ û ava sar dikin mijara tacîzê û qut dikin, tu girtiye lê pereyê elektrîkê ji te distînin û li hember girtiyan weke çek bikar tînin. Di heman demê de kesên temen mezin 70-80’ê salî yên ku divê bêne berdan, bernadin, her wiha kesên ku nexweşiyên giran pê re hene weke Penceşêr û hwd hetanî ku ber bi şehadetê ve neçe, bernadin. Di heman demê de hevalên gazî jî rastî heman zext û îşkenceya fîzîkî û derûnî tên. Bi siyaseta zext û îşkenceyê dixwastin çi bidest bixin û rêfleksa we li hember van polîtîkeyan çi bûn?
Armanca wan ji her du zextên fîzîkî û derûnî diyar e ku însan bê îrade bikin, boşman bikin û li hember tevgerê bikşînin xiyanetê. Di salên 90’î de ev yek bi îşkenceyê bi heftan û mehan dikirin. Lê di wir de berxwedan bûbû rêgeza jiyanê, bi berxwedaniyê têkoşîn hat meşandin. Ya din di zîndanê de rûyê dewletê a rast derdikeve holê, her çiqasî li derve banga aştiyê û biratiya gelan bê kirin jî, lê zîndan heqîqeta wan îfade dike. Herî kêm dayîk bi lawê xwe re bi Kurdî biaxive qedexe kirin. Yê ku ev biryar derxist AKP bû û piştî berxwedaniyeke dirêj ku hêşt gav paş de bavêje dîsa AKP bû. Wê demê me nêzî 6 heyvan li deriyan da û weqas ceza dan me.
Piştî pêşketina şoreşê li Bakur û tevahî Kurdistanê, dewletê derfet nedît ku şiddetê wek berê li hemû zîndanan pêk bîne. Di vir de polîtîkeya nerm lê bi heman armancê da destpêkirin. Polîtîkeya nerm ji a şiddetê girantir bû, ji ber bi pîskeolojiya mirov dilîstin. Her wiha ji ber lêdan û îşkence li derve zû teşhîr dibû, êdî kêmkirin.
Mînak hin heval şehîd xistin û di bin navê xwekuştinê de ragihandin, hevalên nexweş dibirin nexweşxaneyê, emeliyat dikirin lê bi kelepçe. Her wiha dereng xistina dermankirina nexweşiyan ku piştre xetertir dibû û şehîd diketin. Çend hevalên me wisa şehîd ketin. Bi taybet ji bo hevalên derveyî Bekur ji ber ziman nedizanîn, ew dixapandin û teklîfên bê exlaqî ji wan re dikirin da ku teslîm bibin. Ev polîtîka li ser dayîkan jî dihate meşandin. Bi giştî armanca dagirkeriyê û sîstema girtîgehê çi nerm dibe û hişk dibe, ew e ku te teslîm bike. Em jî şopdarê xeta Mazlûm, Kemal û Xeyriyan bûn ku me ji PKK’ê berxwedanî hîn bûn ne teslîmiyet.
Di zîndanê de rêfleksa me a redkirinê pir xurt bû, em diketin girava birçîbûnê, me li deriyan dida, em dernediketin telefon bikar bînin, me mektûb nedinivîsandin. Ev yek jî li gel wan tiştekî pir girînge, yekane derfeta di destê te de tu bikar nîne û red dikî. Lê dîsa jî ceza didan te, tenê ji bo peyva Pirêz Ocalan, em ceza dikirin û munferîd didan me. Rûxmî me dizanî jî lê me protesto û rêfleks nîşan dida, ji ber ger tu carekê rûmeta xwe ji dest bidî, careke din tu bi dest naxî. A girîng liv û tevgera me a rêxistinkirin û rêxistinbûyîna me dihêşt ku dijmin har û dîn bibe.
Gelek caran hatiye îsbatkirin ku di girtîgehên Tirkiyê de zagon û mafên girtiyan tên derbaskirin û pêk nayînin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin û ji bo bidestxistin mafê xwe yê rewa xebatekî çawa ji aliyê girtiyan ve dihate kirin?
Zagonên wan di her derê de hene, lê dema mijar dibe Kurd, PKK’ê û Rêbertî tu qanûnan pêk nayînin. Mafê hêviyê di qanûnên wan de heye û li gorî peymana Ewropayê îmze jî kirine; lê heyaî niha Mafê Hêviyê nadin Rêber Apo û nadin hevalên di yên ku heq dikin jî. Di encam de sînorê binpêkirina zagonan nîne, heya ji destê wan tê zagonan derbas dikin û keyîfî nêz zagonan dibin. Bi giştî hiqûq û mafê girtiyan di wir de nîne. Bi polîtîkeya nerm dixwazin van têgînan şîlo bikin.
Di sala 2022’an de zagonek derveyî meşrûiyetê derxistin ku di dinyayê de tiştek wisa nîne. Mînak cezayê ku dane me 30’î sal e, piştî 30’î salî tên ji te pirs dikin “Tu poşman bûyî yan na?” tu poşman nebûye cezayê te dirêj dikin, heya niha jî hevalên ku 35 sal jî di zîndanê de mane hene. Lê piştî 30’î salî ma mumkine em bêjin em poşman bûne! Helbet tu heval viya heyanî niha jî qebûl nekiriye. Li Zîndana Bolo ji ber vê sedemê cezayê 35 hevalan dirêj bûye. Her wiha di zîndanê de mafê parêzeran nîne, her tişt şeklî ye. Biryarên ku divê dadgeh bistîne ku piştî 30’î salî divê girtî bê berdan, di wir de ev yek rêvebirê zîndanê biryar distand û bi tewanên derew cezayên girtiyan zêde dikirin. Ji ber dema em hatine girtin em nehatin darizandin di dadgehê de, di 2018-19’an de biryara Mafê Mirovan a Ewropayê derket ku ev kes bi awayekî adil nehatine dadgehkirin, divê serbest bêne berdan. Çûn ev biryar li ser girtiyên Hizbullah, hizb kontra pêk anîn.
Di zîndanên dagirkeriyê de tiştekî balkêş heye ku zagon û mafên di destê te de û ji te re rewa ne, ji destê te digirtin û piştî ku me red dikir û daxwaz dikir, ew maf didan me weke ku qenciyê bi me dike. Li hember bê mafiya ku dihat kirin me îtîrz dikir lê di 30’î sal û 13 rojan de yek biryar ji dadgehê derneket û negotin hûn mafdar in. Ji wê zêdetir dema em li hember van polîtîkeyan disekinîn ji me re digotin, ka bila niha Gerîla û hêza gel li derve nîn ba, me dizanî me çi bi serê we dikir.
Piştî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, qaşo gavên erênî ji aliyê dewleta Tirkiyê ve bihatibana avêtin, ev yek ji bo girtiyên siyasî yên di girtîgehan de jî derbasdar e. Lê tê dîtin ku hê jî zext û îşkenceya li wir berdewam dike, hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Piştî pêvajoyê tu guhartin çênebû ye, di serî de di rewşa Rêbertî de tu guhartin nebû. Di 23’ê Cotmeha 2024’an de Bahçelî got ku bila Serokatî derkeve bang bike ez PKK’ê fesih dikim, şerê çekdarî didim seknandin, bila di Partiya DEM de biaxive û em ê Mafê Hêviyê bidinê. Serokatî ev hemû kirin lê hîna jî Mafê Hêviyê nedanê. Beriya her tiştî ger di rewşa Rêbertî de tu guhartin ava nebin, wê tu guhartin di pêvajoyê û rewşa hevalên din de jî çê nebin. Ev bû 6 heyvin pêvajo hatiye destpêkirin, lê ew hevalên ku cezayên wan qediya ye, hê jî nehatin berdan.
Biryara serbestberdana wan hevalên ku 30 sal derbas kirine, tu qanûnan jî naxwaze, tenê bila dev ji nêzîkatiyên xwe yêm keyfî berdin. Ger niyetekî wan baş hebe divê ew kesên temen mezin û yên nexweş berdin. Ger Tirkiyê dixwaze ev pêvajo pêş de biçe û naxwaze Tirkiyê perçe bibe divê rast nêz bibe. Heyanî niha dibêje em ê komîteyê avabikin û dereng dixin.






