Esma Mistefa/Qamişlo
Endama Komîta Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk ya Kongra Star Ruken Ehmed da zanîn ku li hember rewşa ku di Siwêdayê de tê jiyankirin û da ku em bibin destek ji wan jinan re ev kampanya lidar ket û got, “Wê kampanya bi komxebat û encamnameyekê bi dawî bibe”.
Platforma Çalakiyên Hevbeş ya Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 30’ê tîrmehê de bi dirûşmeya “Bi hev re ji bo piştgiriya jinan li Siwêdayê li dijî qirkirinê” dest bi kampaniyeke piştgirtiyê ji bo jinên Siwêdayê kirin. Ev kampaniya bi taybet ji aliyê tevherên jin bi hemû çaxên xwe hate destpêkirin û wê heyanî 5’ê Tebaxê bidome. Da ku em bêhtir naverok û armanca vê kampaniyê bizanibin, Endama Komîteya Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk ya Kongra Star Ruken Ehmed ji rojnameya me re axivî.

‘Sûriyê ketiye rewşa xeteriyê û hesabxwestin nayê kirin’
Ruken di destpêkê de bal kişand ser rewşa siyasî û mirovî a ku di Sûriyê û Siwêdayê de tê jiyankirin û wiha pê de çû: “Rewşa ku di Sûriyê de tê jiyankirin aloztir û xetertir e, di encama siyaset, fikir û zihniyeta cîhadî, olpereset û tundperest niha rêbazên qirkirinê tên meşandin û him jî di aliyê hikumetê de yek alî tê birêvebirin. Şaşîtiyên siyasî yên ku xwe tenê hesiband û bi cih kir her wiha bicihkirina kesayetên ku piştperdeya wan cîhadî ne û destê wan di xwînrijandina gelê sûriyê de heye, pê hikumet û artêş avakirin. Me di şerê li ser Berava Sûriyê û Siwêdayê de dît ku ev kes çawa bi alên DAIŞ’ê helalkirina qirkirina pêkhateyan û jinan, her wiha girtina jinan û weke sebiye bikaranîn, dikin. Di vir de jî ji me re diyar dibe ku dixwazin vejînkirina zihniyeta DAIŞ’ê di Sûriyê de pêkbînin.
Her wiha em dibin şahid ku çawa destwerdaneke navnetewî û qanûnî li rewşa Sûriyê nayê kirin, hesabxwestineke ji sûcdaran nayê kirin. ji ber vê jî rewşa Sûriyê bi destê van koman, rewş ji kontrolê derxistine û hikumeta veguhêz jî berpirsyarê van sûcan û şerê navxweyî ye. her wiha avakirina komîteya lêpirsîne ew komîte ne rewa bû û ne jî serbixwe bû, alîgirê hikumeta niha bû, ji ber vê yekê jî qebûlnekirin ku kesên pispor ji aliyê nadewletî ve cihê xwe tê de bigrin. Ji ber van nêzîkatiyan jî heyanî niha tu encam û hesabxwestin di aliyê komkujiyên li ser Elewî, xiristiyan û durziyan hatine û tên kirin de derneketine”.
‘Parastina ewlehî û avakirina aştiyê ji hikumetê tê xwestin’
Ruken di berdewamiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Parastina ewlehiya herêmê û avakirina aştiyê ji hikumetê tê xwestin, lê mixabin hikumeta veguhêz ev tişt neda nîşandan û hemû pêkhate hembêz nekirin. Ji ber vê yekê jî pêkhateyan xwe di nava hikumeta nû de nedît ev jî hêşt ku metirsî li ser wan hebe û bi rastî jî komkujî û qirkirin li ser pêkhateya Elewiyan di destpêkê de hate kirin. Pê re li ser gelê Durzî ku niha zêdetirî hezar û 500 kes bûn qurbanî û rewşa 80’î jinî ku hatine revandin ne diyare. Ji bo vê jî ev bû sedema destwerdana Israyîlê. Divê hikumeta veguhêz xwe di ber cavan re bigre ku çima bangawaziya destwerdanên derve tê kirin, her wiha bangawaziya Rêvebriya Xweser tê kirin ku divê sîstemeke nenavendî di weke Rêveberiya xweser bê avakirin. Ji bo wê jî heger dewletê daxwazên gelan û sîstemeke demokratîk bida ba avakirin, wê demê wê rewş ne ev bûya. Helbet em jî tu carî perçekekirina Sûriyê naxwazin, lê avakirina sîstemeke wekhev, nenavendî, demokratîk û mafê hemû pêkhateyan tê de parastî be”.
‘Hêviya xwe di Sîstema Rêveberiya Xweser de dibînin’
Rukan diyar kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser sîstema herî serkeftî ye û pêkhateyên din hêviya xwe di vê sîstemê de dibînin û wiha domand: “Ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê banga demokratîkbûna Sûriyê û avakirina sîstema nenavendî, bi rastî gelên azadîxwaz û pêkhateyên di Sûriyê de roj bi roj digihînin wê baweriyê ku çarenûs û xelasiya wan bi vê sîstemê heye. Sîstema xweparastinê, pêşengtiya jin û QSD’ê weke hêz û hêviya xwe ji bo parastina wan ji terora DAIŞ’ê dibînin”.
Kampaniya bi çalakî, xebat û bangên bersivdayînê tijî bû
Ruken di derbarê kampanya ku ji aliyê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye destpêkirin wiha got: “Li hember rewş û komkujiyên ku li ser Berava Sûriyê û Siwêdayê hatine kirin de, ji destpêkê de me bi gelek şêwazan hewil da ku piştgiriya wan bikin. ji aliyê tevgerên jin ve bi çalakiyên cuda cuda me helwest û sekna xwe diyar kir. Lê ji ber hîn rewş nehatiye guhartin û dorpêç li ser Siwêdayê heye, me Tevgerên jin yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi kampaniyekê kir, kampaniya li dijî qirkirina li ser jinên siwêdayê û piştgiriya an hat destpêkirin. Ev kampaniya bi daxuyaniyeke sê zimanî ku wê hefteyekê berdewam bike hate ragihandin. Di çarçoveya vê kampaniyê de gelek çalakî hatin kirin, her wiha banga aliyên navnetewî û Rêveberiyê hate kirin ku alîkariyê rêkin wan herêman, her wiha name ji raye giştî re bên şandin, di aliyê ragihandinê û qanonî de divê rojevek bê vakirin û em bibin destek ji vê rewşê re”.
Ruken da zanîn ku wê di dawiya Kampaniyayê de komxebatek bê çêkirin, wê di wir de nîqaşkirina rewşa jinan û rola jin û tevgerên demokrasî di çareserkirinê de çawe be, bê kirin. her wiha bi hinek daxwaz û stratejiyên avakirina tifaq û lihevkirinan çê bibin. li ser wî esasî wê komxebat bi encamnameyekê bi dawî bibe.






