Lîloz Hisên/Qamişlo
Jinên ji welatên cuda di Rojhilata Navîn de neme ji rêber Abdullah Ocalan re şandine weke insyatîfeke ji bo piştgiriya projeya wî ya aştî û demokratîk herwiha ji bo destkedayîna fikrên ku azadiya jinan diparêze.
Jinên ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn weke Misir, Yemen û Xeza nameyên piştgiriyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan şandine, di nameyên xwe de rola wî di parastina dozên azad û rûmetê bi taybet azadiya jinê giranbuha dibînin herwiha pitgiriya xwe ji bo têkoşîna gelê Kurd diyar dikin. Ev name gihaştine Rêber Abdullah Ocalan, jinên ji jîngeh û tecrûbeyên cuda li ser îmze kirine.
Naveroka hin nameyan wiha ye:
Nameyek ji dilê Filistînê
Nevîn Nimer a ji Xezayê di nameya xwe de wiha dibêje:
Ji Rêber Abdullah Ocalan re…
Ji axa Filistînê, ji nava êşan, ji Xezaya berxwedêr a ku di navbera dîwarên zulmê û diranên zaliman de asê maye silaveke azad.
Ez vê nameyê ji bo kesê ku ala azadiyê bilind kir, rûmeta jinan û mirovahiyê parast, jinan di avakirina rûmeta mirovahiyê, di avakirin û parastina civakên zana û şiyar de kir xwedî rol, ji bo we dinîvîsînim. Ji bo ku we careke din ji bo jinan di riya têkoşîn û rûmetê de cihek çêkir, ber bi ramanên azad û hayjêbûnê ve bir, em ji we re ji dil û can spas dikin. Gotinên ku we der barê jinan de gotine, bi serê xwe nîşaneyên şoreşeke ronakbîriyê ye. We diyar kir ku azadî bi marjînalkirina nîvê civakê çênabe, dijberî wê bi hayjêbûna jinan a ji bo xwe û rola xwe pêkan e û ev yek ji bo her kesê bû çavkaniya îlhamê.
Ez weke keça şehîdan ji we re dinivîsînim… Bav, dayîk û hemû xwişk û birayên min di şerê ku tenê ji bo me xemgînî û aşan bi xwe re anî de mirin. Ez niha bi tenê dijîm, di van mercên zor de li ber xwe didim, xwe dispêrim ronahiyên ku ji qelşên dîwarên tarî xuya dikin, di riya wan de û di riya azadiyê de, li pey şopa kesên ku beriya me çûne dimeşim.
Ez keça Xezayê me. Li cihê ku şer, hilweşîn û tunebûn, bûye jiyana me ya rojane, jin her kêlî ji gelek aliyan ve têdikoşin, li eniyên jiyanê, dayiktiyê, perwerde û rûmetê de têdikoşin, li cihê ku bi êşên jinan hatiye dagirtin ji we re dinivîsînim… Jinên Xezayê carna di nava vê tarîtiyê de bi tena serê xwe dimînin û ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêpar dibin lê dîsa jî cesareta wan naşike. Di nava xirbeyan de jiyanê diafirînin, welat di hembêz û rehma xwe de hildigrin lewre em dizanin ku jin ne qurban, dijberî wê, çalak, pêşeng û afrînerên pêşerojê ne.
Em dizanin ku dengê we; piştî navbereke dirêj a bêdengiyê dîwaran derbas dike û hêvî dikin ku nalîna qîrîna me bigihîje we, gotinên we di şevên dirêj ên Xezayê de bibin çira û ronahî. Hûn yek ji wan kesan in ku dengê xwe ne weke dirûşm an jî teşe ji bo jinan bilind kirin. We dengê xwe weke perçeyek projeya azadiyê ya berfireh, a xwedî nirx, wate bilind kir loma kesên weke we kêm in. Ez weke Xezayî û keça şahîdan, ji gotinên we li dijî biyanîbûnê ji xwe re teselî dibinim. Hemû tiştên ku îradeya min mezin dikin, nîşan didin ku em di vê têkoşînê de bi tenê nîn in û baweriya me nû dikin di gotinên we de dibinim.
Ji bo ku we vîzyonek ji bo em xwe ji nû ve ava bikin û êş û rûmeta xwe bi hev re binivîsînin da me, ez spasiyên xwe ji we re dişinim.
Gotinên we di tarîtiya vê cihana bêdeng de ji bo me dibin ronahî.
Keçên Filistînê û yên keçên şehîdan ji bo we minetdar in.
Tevî her tiştî em minetdarên we ne, li ser navê jinên Filistînê ji we re silavên bi hêvî û berxwedêr dişinin.
Akademîsyena Misrî Dr. Seher Hesen Ehmed jî di nameya ji Abdullah Ocalan re nivîsandiye de wiha dibêje:
Ji bo ramyar Abdullah Ocalan:
Piştî ku min nêrînên we di ber çavan de derbas kir û tiştên we der barê jinan de nivîsandine xwend; min biryar da vê nameyê ji we re bişînim. Raman û nêrînên we, min ber bi gotinên; “kilîta jiyanê” ve birin. Di rastiyê de jin, jiyan bi xwe ye. Di nivîsên we de îmgeya mêr, êdî nagihîje nûbûna jinan a li Rojhilata Navîn, dijberî wê, em dibînin ku li dijî jinan baldarî, îtîna heta hestên pîrozwer xwe didin der. Ev raman bi saya nêzikahiya we ya erênî ye. Tişta ku li cîhanê dihat xwestin, heq dikir bibe xala destpêka riya ber bi azadiyê ve diçe û weke zanista jinan dihat binavkirin; veguherî analîza Jineolojiyê. Rêwîtiya azadiyê ji dema ku dest pê dike ve, çêdibe. Bi azadiyê netew azad dibin û weke hûn dibêjin; “Jina azad Kurdistana azad e.”
Ji bo azadî, wekhevî, yekîtî û xweşbînî di hemû civakan de çêbibe, hemû netew bi hev re di nav de bi aştiyê de bi hev re bijîn we gelek fikir û ramanên xwe anîn ziman. Bi saya baweriya me ya bi ramanên we, pirsgirêka we ku yek ji meseleyên herî girîng ên Rojhilata Navîn e ger çareser bibe dê civakên Rojhilata Navîn bikaribin di nava aştî û ewlehiyê de bijîn. Em ji vê bawer in. Meseleya Kurd rûyê din ê meseleya Filistînê ye. 26 sal in bi girtina we ya di bin tecrîdê de hewl dan vê mijarê vemirînin û derbe lê bidin, nehiştin kes were serdana we. Vê tecrîda giran îsbat dike ku hûn çiqas rast û dirust in, doza we çiqas rast e.
Tevî ku dengê we hat birîn jî we ji bo azadî û aştiyê bang kir, dengê xwe gihîştan çar aliyên cîhanê. Em dibînin, riya çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn di fikr û ramanên we de ye.
Weke jineke ji Misirê ya ji rêzdariya we, mafê we yê azadiyê bawer dike û bi vê yekê şanaz dibe; min xwest bi vê nameye rêz û teqdîra xwe ji we re bişînim. Nivîs û ramanên we, di civaka Ereb û Rojhilata Navîn de, bûye xala werçerxê û jinan kiriye xwedî hêz.






