Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pîrozgeha Ezdayî dîroka Êzîdiyan zindî dike

04/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Pîrozgeha Ezdayî dîroka Êzîdiyan zindî dike
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Kordînasyona Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê Gulê Cafer got ku armanca me ji avakirina pîrozgeha Ezdayî ji bona Êzîdiyan, armanca wê nûjenkirina dîrokê ye; di avakirina teşeya vê pîrozgehê de felsefeya ola Êzîdatiyê, civakî û zanistî bi rengekî ber bi çav xuya dike.

Êzidî yek ji civaka herî kevnar a heta dawiyê bi çanda xwe ve girêdayî ye. Rastî 74 fermanan hatin e, lê bawerî, çand û zimanê xwe her parastin û heta roja me ye îro anîn. Di dîrokê de civaka herî zêde rastî fermanan hatiye Êzidî ne. Tevî vê jî bê bawerî nemaye û bi rê û rêbazên cuda li ber xwe daye, çanda xwe derbasî nifşên li pey xwe kiriye. Tevî şert û mercên cuda wan karî dîsa xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin da ku çand û dîroka wan wenda nebe. Cara yekemîn e ku pîrozgehek Êzîdiyan li Sûriyê tê ava kirin, ev jî têkoîna wan ya bi salan dide xuyakirin. Girêdayî vê mijarê Kordînasyona Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê Gulê Cafer ji Rojnameya me re axivî.

‘Pîrozgeha Ezdayî wê hemû malên Êzidiyên Sûriyê bighîne hev’

Kondîrasyona Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê Gulê Cafer anî ziman ku Yekîtiya Êzîdiyê Sûriyê bi hevkariya rêveberiya Xweser biryar da ku Pîozgehekê ava bikin û wiha got: “Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê bi avakirina Pîrozgehekê hemû malên Êzidiyên Sûriyê dixin bin sîwana xwe. Piştî ku biryara avakirina Pîrozgeha Ezdayî were ava kirin, di destpêka sala 2025”an de kar û xebat ji bona vê yekê hate kirin. Di meha çaran de nîqaş hatin kirin û di meha Tîrmehê de me dest pê kir. Ji bo cihê avakirina vê Pîrozgehê gelek nîqaş hatin kirin, ji bo wê jî komîteya amadekar di asta Ewropa û Sûriyê DE hate çêkirin, gelek xelkên Êzîdî li vir bi me re bûn alîkar û erdê xwe ji bona pîrozgehê dan, lê me dît ku cihê ku dane ne cihin guncawin; ji ber vê yekê komîteya amadekar li gelek deveran geriyan ji bo ku cihekê berfireh bibînin ji ber ku pirojeya pîrozgehê berfirehe û cihekê fireh jê re dive. Li gorî wê yekê li gundê Dugurê yê bajarê Amûdê cihek ji bona vê yekê hate dîtin û herî cihê guncaw ji bona pîrozgehê gundê Durgurê bû, cihekî stratîjîke û gundên li dora wê jî piraniya xwe gundên Êzîdiya ne, herwiha cihekê dîrokiye.

‘Di 3’ê Tebaxê de kevirê yekemîn ê pîozgehê hate danîn’

Gulê Cafer destnîşan kir ku di 3’ê Tebaxê de kevirê yekemîn hate danîn û wiha got: “Ji bo salvegera komkujiya Şengalê me bi zabnebûn avakirina pîrozgehê xiste wê rojê, ku em bibin bersiv ji dijminê xwe re û em bêjin ku wan 74 ferman li ser gelê me çêkirin, lê îro em weke Êzîdî, me têkoşîn da û li ber xwe da û xwe birêxistin kir. Em îro pîrozgeheke berfireh cara yekemîn di hundirê dîroka Mezobotamiyayê de, tevî ewqas dijminê ku êrişî me kirin me dîse karî xwe birêxistin bikin. Em dibînin jî ku di vê dema dîrokî û hesas ya ku em têre derbasdibin û li Sûriyê bi hişmendiya hêzên tûndrew komkojî li ser hemû gelan tê meşandin.

Lê em îro li Sûriyê xwedî pirojeya netewa demukratîkin û Sistema rêveberiya xweserin, Bi keda tevgera me û bi xwîna şehîdan, fikir û felsefeya Rêber Apo me karî dîsa li ber xwe bidin û têkoşîneke bêhempa bidin meşandin û xwe birêxistin bikin.”

Kordînasyona Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê Gulê Cafer di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser armanca avakirina Pîrozgehê û wiha got: “Yek jê li ser cih û warên me yê dîrokî ye û carekî din em xwe nûjen dikin, di avakirina teşeya vê pîrozgehê de felsefeya ola Êzîdatî, civakî û zanistî jî tê de heye. Heft qube tê de wê bên çêkirin, quba mezin jê re dibêjin nîşana Tawûsê Melek û şeş qubên biçûk li dorê wê têne bi cih kirin, ew jî nîşana melayiketane û yê hefta tawûsê meleke serwerê melayiketa ye. Wê li kêleka wê Akadimiyek bê çêkirin ku di hundirê vê akadimiyê de civak were perwerde kirin. Salonek jî tê de tê çêkirin ji bo ku em rê û rismên xwe yên olî bidin meşandin. Pirojeya me pirojeyek mezine em di riya avakirina vê pîrozgehê de dixwazin bidin nasîn ku ev gelê me yê ku koşçber bûye, bi biryare ku vegere cih û warê xwe û ji bo nifşê nû rastiya dîrok û çanda xwe di vê pîrozgehê de bibîne.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.