Gulbend Efrîn
Ferman ango komkujî û qirkirina gelan, her wekî kabûsan di xewna civak ango gelên bê parastin de ne. Yek ji van civak û gelan jî gelê Êzidî ye.
Herêma Şengalê her çiqasî weke dewlet girêdayî yek ji dewletên herî kevnar ê Ûrûkê ye, niha jî navê wê Iraq e. Di heman demê de pêve girêdayî bi navê desthilatdariya Kurdistana Federal li wê derê pêşmergeyên “bi nav û deng” hebûn. Lê dema çeteyên DAÎŞ’ê weke garanên çavsor mîna pelên ewrên giran ên parçe parçe Kurdistan didan ber xwe, leşkerên wê artêşa bi navûdeng a sedsalan a dewleta Uruk-Iraq çekên xwe bi nax dikirin. Cil û pêlavên wan ên leşkerî li ser serê wan bibûn bela. Cih tinebû têde veşêrin, diavêtin û tazî direviyan. Ew pêşmergeyên çiya bi çiya dibirîn. Herî zêde bila hesp û hêstireke wan hebûya çiyayekî ku pêşmerge têde bûya ti artêşan nediwêrîn lê binerin. Yên li wan meyze kiribana jî wê li ber ba û heybeta wan çûbana. Lê mixabin dema çeteyan berê xwe dan Başûr an jî Şengalê pêşmerge
Belê, belê bi wesayîtan derketin. Ji ber dema fermana komkujiya Êzidiyan hatibû dayîn, fermana revê û paşdekişandinê jî ji pêşmergeyan re hatibû dayîn. Gel re gotibûn, “Ji malên xwe dernekevin. Em li vir in, em ê we biparêzin.” Lewma gelê Êzidî aram bû. Amadekariyên xwe yên parastina cewherî nekiribûn. Ji ber pişta xwe dabûn hêza pêşmergeyan. Lê dema komkujî li ser gelê Êzidî yê Şengalê çêbû destdirêjî li ser keziyên keç û jinên Şengalê çêbûn û hemû ketin rêzeqafîleyên koleyan, di bazaran de hatin firotin. Pê hisiyan ku bazirganên pêşmergeyên qaşo hatibûn Şengalê biparêzin û artêşa dewletê ya Şengalê li ber çavan ne diyar bû. Lê bazirganên dest diavêtin keziyên keçên Şengalê diyar bûn.
Wekî keziyên ji biharê mehrûm, li sehra û çolan şewitî, ji toz û gemarê rûyê wan xuya nedikirin. Tenê hestiyê diranên wan û spîkên çavên wan diyar bûn. Mirov ji wan dibizdiya. Ji bo destên çeteyan ên wekî dirî û stiriyan negihîje keziyên wan melekên Şengalê yên cilspî qifle bi qifle xwe dişewitandin, xwe ji tehtan diavêtin û yên dikariyan xwe di bîran de wer kirin. Ev jî ne cara yekê ye ku keç û bûkên Kurdan ev tişt dikirin. Bînin bîra xwe çendî caran li ser vê axa bi bereket a Rojhilata Navîn li hember Asûriyan, Ermeniyan, Êzîdiyan, Elewiyan, Keldaniyan, komkujî çêbûn. Îro roj jî li Siwêdayê li hember Durziyan heman kiryar tên kirin. Heman hişmendî û desthilat li hember civak, gelên bêparastin komkujiyan dikin, êrîşan pêk tînin.
Lewra divê tevahiya gelan xwe bi rêxistin bikin û biparêzin. Ji ber ku belkî şensê we têrê neke ku 12 siwariyên pêlavsor rastî we bên, ji we re bibin palpişt û canbexş. Gerilayên azadiyê yên neviyên Magî yên Zerdeştiyan ango Magan li serê çiyayên Zagrosan dîroka mirovahiyê diparastin, weke Xoceyê Xizir ji singa Qendîla berz xwe berdan meydana cirîtê cihê pêşbirka Derwêşê Evdî ji bo destên bi dirî û stirî negihîje kezî û biskên Edûleyan.
Dîrokê xwe dubare kir û siwariyên xwe gihandin Şengalê civaka Êzidû û xaka wan ji devê guran derxistin. Berê civaka Êzîdî careke din kete pêsîra çiyayên bilind. Lûtkeya çiyayan û ronahiya tîrêjên roja pîroz ku têhna xwe daye tevahiya mirovahiyê û dîrokê azad dike.
Ew lûtkeyên çiyayan dostên gelên bêparastin ê herî kevnare ye. Lewra rêya wan qet wenda nabe. Lewma her ku civak û gel dikevin tengasiyê berê xwe didin stargehên bilind û dema diçin çiyayên asê jî çavên wan bi rojê dikeve. Vê carê roja me ne tenê bi têhn û ronahî ye. Roja me ya bi deng û navê xwe Rêber Apo ye, ji bo tevahiya gelan, azadîxwazan tene ne ji pişt çiyayan, ji nava dilê deryaya Îmraliyê dertê.






