Lîloz Hisên/Qamişlo
Rapora Komîteya Lêpirsîna Bûyerên Berava Sûriyê rastî gelek rexneyan hat, herwiha ew hewildanek ji bo nixumandina rastiyan û rewakirina kiryarên sûcdaran bû.
Di 22’ê Tîrmehê de di riya konferanseke raghandinê Komîteya Lêpirsîna Bûyerên Berava Sûriyê encama lêpirsînê eşkere kir, rapora komîteyê rastî gelek rexneyên berfireh hat û ev rapor wekî hewleke eşkere ye ji bo veşartina rastiyan.

Di meha Adara sala 2025’an de li berava Sûriyê komkujiyên herî hovane piştî hilwişîna rêjîma Baas pêk hat. Dîmenên kuştina komî, darvekirin û talankirina mal û milkan pêkhat, di encamê de zêdetirî 1426 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û di nav de 90 jin jî hebûn.
Komîteya veşartina rastiyan
Di raporê de hate diyar kirin ku serdana 33 cihên tawanan hatiye kirin, herwiha îfadeya 938 şahidan hatiye wergirtin. Di raporê de hate ida kirin ku bermahiyên rêjîma Esed di destpêkê de bi çekên giran êrişî hêzên hikumeta Sûriyê ya veguhêz kirine û di encamê de 238 çekdarên hikumetê hatine kuştin û ida kirin ku armanca wan ew bû ku herêmên beravê kontrol bikin û dewleteke Elewiyan ava bikin.
Di raporê de hate destnîşan kirin ku hinek çeteyan komên talan, dizî, kuştin û îşkenceyê avakirin, komîteyê berpirsên van kiryaran bi nav nekir, lê tenê destnîşan kir ku di dema bûyeran de kontrolkirina dewletê lawaz bû li van deveran û sedemên tundiyê bi “Tohlildanî” bi nav kir.
Di raporê de tu nasnameyek zelal a aliyên berpirsiyarên van sûcan tune bû, di raporê de tenê behsa bermahiyên girêdayî rejîma Baas, hêmanên dilxwaz ên bêdisplîn kir.
Bertekên hin çalakvanan derbarê raporê
Rêveberê Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdurehman komîte wekî “komîteyeke veşartina rastiyan” ji bo veguhertina van sûcan bi nav kir. Li gorî Ebdurehman, komîteyê hewl da komkujî “bike bûyerên takekasî” ji bo ku wan bûyeran bi “komkujiyeke birêxistinkirî ya rastîn” wesif neke.
Komîteyê di civîna xwe ya çapemeniyê de qebûl kir ku encamên wê li ser “gumanan, ne li ser daneyên dawîn” hatine avakirin û ev yek bû sedem ku Zeîd El Ezim, endamê Partiya Ennahda ya Fransî, bêje, “Ev bi tena serê xwe bes e ku rapor ji hêla qanûnî ve gumanbar be. El Ezim wiha lê zêde kir: “Ew tenê raporek siyasî ye ku mohr û îmzeya rayedaran li xwe digire.”
Meclisa Elewî.. bersivek tundî da
Ji bersivên herî tund û redkirina naveroka rapora komîteya lêkolînan a Meclisa Elewî ya Îslamî li Sûriyê û derve bû ku di riya daxuyaniyekê de kongreya çapemeniyê ya komîteya lêkolînan weke“qeşmerî” wesif kir û komîte bi “komîteya sextekarî û çetw û sipîkirina kiryaran” bi nav kir.
Meclisa Elewî nerazîbûna xwe ji vê raporê re raghand; Dijmin û dadmend di vê dozê de heman kes e, yê ku biryar da ku êrişî beravê bike û hişt ku çekdar ji tevahî erdnîgariya Sûriyê bighêjin beravê ew e dasthilatdariya heyî ye. Ev yek Ehmed El-Şeri bi zelalî got piştî rewşa awarte ya li ser beravê. Ku bi heman sînaryoyê li ser civaka Durzî hate dûbare kirin.
Meclisa Elewî banga lêpirsîneke navdewletî kir
Meclisa Elewî daxwaza lêpirsîneke nadewletî a serbixwe kir ku di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de be. Meclisê tekez kir kir ku edaletî ne dosyayeke danûstendinê ye di navbera aliyên siyasî de. Li gorî daxuyaniyê ew mafeke sereke ye û şertekî hebûnê ji bo pêşeroja Sûriyê ye.
Karê vê komîteyê nayê qebûlkirin
Derbarê mijarê de parêzer Xalid Omer destnîşan kir ku bi heman zihniyeta DAIŞ’ê li dijî mezheba Elewiyan qirkirinek hatiye kirin, di dema dawî jî hewildan ku li başûrê Sûriyeyê û bi hincetên ne durist êrîşî mezheba Durzî kirin ûwiha domand: “Hikûmeta veguhêz komîteyek yekalî ava kir qaşo ji bo sûcên li beravên Sûriyeyê hatine kirin lêkolîn bike. Lê ya rast gerek hikumetê rê vekiriba li pêşiya saziyên navdewletî yên mafên mirovan ku ew bi xwe komîteyek lêpirsînê çêbikin bi alîkariya saziyên sivîl li dervî desthilatdariya Şamê, di nav de kesên pispor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji civaka Durzî ji bo lêkolîna bûyera beravê.”
Parêzer Xalid Omer wiha domand: “Dema ku rapor hate weşandin, komîteya lêpirsînê got ku yek ji encamên karê me ew e ku ew kesên li beravê hazirtiya avakirina dewletek elewiyan dikir, ev yek nîşan dike ku ev komîte sûcên ku hatine kirin rewa dike. Her wiha dibêje ku ew kesên ku kuştin kirine li dijî biryara hikûmetê derketin, tê vê wateyê ku hikûmetê ev sûc kiriye û nakokiyan di firkên mirovan çêdike.”
Xalid Omer axaftina xwe wiha qedand: “Karê komîteyê bi tu awayî nayê qebûlkirin, eger bi rastî bixwestana sûcdaran tesbît bikin û wan ceza bikin gerek ev kar ne di destê dethilatdariyê de ba, hikumeta ku ew kuştine lêpirsînê di heman demê de bike di tu qanûnên cîhanê de nayê qebûlkirin. Ji bo xwe bê sûc derxîne komîte ji nava hikumetê ava kir û li gorî xwe rapor amade kirin.”






