Ronahî Sadûn/Qamişlo
Bi boneya 11’emîn salvegera fermana Şengalê Yekîtiya Êzîdîyên Sûriyê Berê Binyatê ji projeya avakirina Pîrozgeha Ezîdiyan li gundê Dugirê yê bajarê Amûdê danîn.
Bi boneya salvegera komkujiya Şengalê ya ku di nav de bi hezaran Êzidî hatin kuştin, revandin û koçberkirin, ev bîranîn heya roja îro jî di bîra hemû Êzidîyan de ye û êşa wê nayê jibîrkirin. Îro li gundê Dugirê yê girêdayî bajarê Amûdê bi rêya çalakiyekê Berê Binyatê ji projeya avakirina Pîrozgeha Êzîdiyan ji aliyê Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê ve hate danîn, ev yek ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya DAIŞ’ê ku di sala 2014’an de li dijî civaka Êzîdî li Şengalê pêk hatibû.
Berî destpêkirina çalakiyê deqeyeke rêzgirtin ji bo şehîdên komkujiyê û hemû şehîdên azadiyê hate girtin. Di çalakiyê de rêxistinên civaka sivîl, kesayetên serbixwe, çalakvan, Meclisa Malbatê Şehîdan, Kongra Îslama Demokratîk, pêkhateyên ji hemû olan, nûnerên Rêveberiya Xweser û Rêxistinên Jin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.
Piştre ji aliyê koma zarokan a Kulîlên Pêşerojê ya Şehîd Faroq duaya olî hat pêşkêşkirin. Herwiha di çalakiyê de beşdarvanan tekez kirin li ser girîngiya projeyê weke gaveke sembolîk û nîştîmanî ya ku parastina bîrdanka civaka Êzîdî û domandina hebûna çandî û olî tevî rûbirûna zehmetî û komkujiyên qirkirinê, dike.
Di çalakiyê de hin axaftin hatin kirin û wiha hate gotin: “Şerê Êzîdîyan ne tenê rûbirûna kuştin û koçberiyê ye, lê ew berxwedana li dijî hewildanên hilandina çandî û dûrixistinê ye. Lê ev proje gaveke ber bi rêya edalel û rûmetê ye. Gelê Êzîdî bi 74 fermanan rûbirû bûn, her fermanek bi aweykî plankirî dihat pêkanîn, fermana dawiyê jî ya ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê pêk hat, di wê demê de tenê Rêveberiya Xweser deriyê sînor ji bo pêşwazîkirina Êzîdiyan vekir, da ku wan ji fermanê xelas bikin. Di heman demê de yên ku Êzîdî parastin û xwe kirin mertal hêzên YPG, YPJ û YJA Star bûn.”
Di çalakiyê de bi dehan pîrozbahî ji bo avakirina vê pîrozgehê hatin şandin, ji wan jî Şêx Mûrşid Xeznewî, Fermandarê Giştî Yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdê û hwd…bûn.
Hêjayî gotinê ye ku ev Berê Binyatê ya 3’yemîn li ser asta cîhanê tê danîn. Herwiha gundiyên gundê Dugirê erdê ku Pîrozgeh li ser bê avakirin bê beramber dane.







