Esma Mistefa
Çapemeniya kaxizî wekî şaxek girîng a belavkirina hişmendiyê û pêşxistina raman tê hesibandin. Her wiha wekî yek ji çavkaniyên zanînê tê hesibandin ku ji bo pêkanîna hewcedariyên xwendevan ji bo zanînê. Ya din li ser berhevkirin û analîzkirina nûçeyên têkildarî pêşketinên di warên civakî, siyasî, aborî û yên din de û veguhestina wan wekî ku ew in ji xwendevan re ye.
Rojname xwediyê bingeha hemû destgehên ragihandinê di cîhanê de ye. Piştî saziyên ragihandinê yên dîtbarî, ajans û radiyo weşanê di derbarê bûyerekê de dikin. Li vir rola rojnameyan tê ku zêdetir bi detay, şîrove, lêkolîn û analîz nêz mijarê bibe û ji xwendevan re pêşkêş bike ye.
Nêzîkî du sedsalan berê, fîlozofê Alman Hegel (1770-1831) xwendina rojnameyê ji bo mirovê nûjen wekî nimêja sibehê didît. Xwendina rojnameya bi sibehê bi taybet weke çandekê dihat dîtin.
Dema em îro li ragihandin û hemû destgehên wê dinêrin, bûye yek ji hêzên herî sereke û pêşketî di nava cîhanê de. Dewletên navnetewî hêza xwe yê sereke di aliyê çapemendiyê de dibîne ku pir bi awayekî zirav û taybet şerê ku dixwaze li ser erdnîgariyê bide meşandin; bi rêya çapemeniyê dike û encam digre. Ev terz terzê nûjen yên ku desthilatdariyê spartiye hêza ragihandinê. Ji lewra em dibînin ku hêza sereke a ku di roja me îro de rol girtine; ew jî destgehên ragihandinê ne. Bi kêm gotinan ragihandina ku ji bo mirovahiyê derketiye, bûye terzek ji terzên şerê heyî.
Li ser van bingehan ger em bixwazin balê bikşînin ser çapemeniya kaxizî em nikarin ji dîrokê qut bigrin dest, ji be hema bêje ragihandina heyî bi giranî xwe dispêre nivîzkî û kaxizî.
Nayê înkarkirin û tunekirin ku ragihandin ji destpêka mirovahiyê ve heye û weke terzekî bi her cure pêşketina însan, zeman û mekan re xwe pêş xistiye. Em bala xwe bidinê ku di di destpêkê de bi nivîsandina nameya ku bi rêya çûkan ango bi rêya kesan ji welatekî heyanî welatekî dihate şandin. Her wiha ragihandin xwe di stran, çîrok, şêwakarî û gelek şêwazên din de hatiye bikar anîn. Di heman demê de sembolên dişibin alê ji sedsala 11’an berî zayînê ve li Çîn û şaristaniyên din ên kevnar ên wekî Misir û Romayê têne vegotin. Bi pêşketina alên ku ji stûnan difiriyan, pêşketinên di alên kiralan de bûn sedema afirandina alên şexsî ji bo serwer û kesên din ên girîng di monarşiyên(memelîk) Ewropî de.
Hêjayî bîrxistinê ye ku di dema heyî de kesek dîroka ragihandinê tesbît nekirine ku xwe dispêre sedsalên 11’emîn B.Z ku li Çînê taployên nîşaneya şêwazên ragihandina destpêkê derketine. Helbet ev yek ji tesbîtên ku zanyaran keşifkiriye ye. Lê weke ku me aniye ziman ragihandin yek ji tezên destpêkê yên ku bi mirovahiyê re destpêkiriye ye. Ew şêwaz jî hemû bi destê mirovan di xêzkirin û nivîsanidnê de dihate belavkirin.
Piştî sedsalên durûdirêj piştî zayînê çapemenî bi awayekî berbiçav hate bikaranîn û li gorî sîstem û pergalê şêwa girt ku heyanî roja me ya îro jî didome. Piştî van pêşketinan di serdema pêşketina ragihandinê bi destgehên dewletê re; ragihandin nivîskî bû. Him di serdemên kevin yên beriya zayînê, him jî di karkirin û pênasekirina wê di serdemên kevin lê ne dirêj de nivîskî bû. Yek ji bingehên sereke yên destpêkirina ragihandinê jî Rojname ye. Rojname şêwayê herî bi bingeh, sereke û girêng a nûçe, geşadanên di cîhanê û herêmê de di hemû aliyên wî yên siyasî, civakî, leşkerî hwd e. Rojname ji sala 1700’an vir ve her tim ji bo rojnamevanan medyaya sereke bûne. Her wiha wesîleya duyemîn a di pêşketina rojnamegeriya heyî de, Kovar e ku di sedsala 18’an de lê hatine zêdekirin. Hêjayî balkişandinê ye ku fikra bikaranîna makîneyeke çapkirinê ji bo çapkirina van materyalan cara yekem li Almanya li dora sala 1605’an derket holê. Di sedsala 21’emîn de jî internet kete meryetê.
Di Kurdistanê de bingeha rojnamegeriya kaxizî
Em ê nikaribin di îfadekirina dîroka pêşketina ragihandina Kurdistanî de rola yekemîn a destgehên ragihandina kaxizî a ku bi Rojnameya Kurdistan û Kovara Hawar re destpêkiriye; înkar bikin. Di sala 1898’an de yekemîn rojnameya ku bi tîpên latînî a alfebeya Kurdî tê nivîsandin û weşandin. Ev yek muhra xwe li destpêka ragihadnina Kurdî xist. Di vê mijarê de roleke mezin a her du berhemên destpêkê yên ku muhra xwe li dîroka kevin û a heyî ya ragihandina kazî di Kurdistanê de kirine, heye. Her çendî ji aliyê desthilatdaran û dijminê gelê Kurd ve astengî û zext li ser rojnamegeriya Kurdî hatine kirin jî, lê derketina her du berheman bingeha pêşxistina rojnameheriya me ya îro ye.
Rojnameya Kurdistan di 22’yê Nîsana sala 1898’an de, ji aliyê Miqdad Midhet Bedirxan ve li Qahîreya paytexta Misirê dest bi weşana xwe kiriye. Destpêka weşandina rojnameyê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin. Ev rojnameya yekeme di dîroka Kurdistanê de. Her wiha, gelê Kurd wê demê hem ji aliyê fîzîkî, hem ji aliyê çandî û ramanî, hem jî di warê ziman û gelek aliyên din de li hemberî êrîş, zilm û zordariya desthilatdaran têkoşîna man û nemanê dida. Taybetî û girîngiyeke din ya mezin a rojnameya Kurdistanê jî ev bû ku, di demeke wiha de hate weşandin. Lewre pêdiviyeke mezin a gelê kurd bi danûstendin, nûçe, ragihandin û bi çand û hunera xwe, bi zimanê xwe hebû.
Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15’ê Gulana 1932’an de derket û heta 15’ê Tebaxa 1943’an 57 hejmar derketine. Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta Sûriyê Şam bû ku mehê du caran derdiket.
Ev her du berhem weke mîrasên destpêkê ya rojnamegeriya Kurdî ye. her wiha di pêşxistina ziman, çand, civak û siyaseta Kurdî de roleke mezin girtine.
Siyaseta dagirkeriyê a înkar û qirkirinê li ser gelê Kurd û xebatên nivîskî
Di seranserî dunyayê de rojnamegerî roleke pêşeng a hevgirtin, nêzîkatê, naskirin û zanistê di nava civakan de pêş xistiye. Bi wesîley rojnameyan ku yekemîn berheme, gelan karî nûçeyên herî sereke, agahî û bi sedan mijarên cur be cur yên hemû beşên jiyanê; xwendibana û lê serwext bibûna. Di kurdistanê de ev yek hinek cudatir bû, dagirkerkiya Osmanî her tim li ser gelê Kurd polîtîkeya qirkirin û tunekirinê dida meşandin, ev yek bi salên durûdirêj re berdewam kiriye ku nehêştiye ev gel nefes bistîne. Destûr nedida ku rewşenbîr, zanyar û siyasetmedarên Kurd bi zimanê xwe binivsînin û bixwînin di nava civakê de zimanê Kurdî û axaftina wê bi temamî qedexe bû. Ev yek jî bû sedema ku rojnamegeriya Kurdî jî heyanî demekê bê rawestandin û pêş nekeve. Siyaseta Osmaniyan li ser gelê Kurd di Bakurê Kurdistanê de bi taybet, bandora xwe li ser hemû perçeyên Kurdistanê kiribû. Her wiha li ser her perçeyeke Kurdistanê siyaseteke asîmîlasyon û qirkirinê cuda cuda dihatin bikar anîn.
Dagirkeriya Osmaniyan ku di siyaseta red û înkarê de hewildanên tunekirina dengê gelê Kurd dikir. Lê hewildanên nivîskar û rewşenbîrên Kurd di wê demê de hebû ku rastiya dijmin derxînin pêş bi rêya kovat û Rojnameyan re. Di ew serdema zext û tunekirinê de serdema serhildana Agirî bi taybet de, rojnameya bi navê “Agirî” tê weşandin. Ev rojname di dîroka gelê Kurd û çapemeniya Kurdî de xwedî cihekî pîroz e ku divê di rastî û dîroka çapemeniya Kurdî de neyê ji bîr kirin. her wiha Rojnameya Riya Teze, Rojî Kurd û Radyoya Erîvanê ku bi Kurdî weşangeriya xwe dikirin.
Bi Tevgera Azadiyê re rojnameya kaxizî û rola wê di civakê de- Rojnameya Serxwebûn
Siyaseta Înkar, tunekirin, asîmîlasyon û qirkirina etnîkî a li ser gelê Kurd bi tu awayî nehat rawestandin û heyanî roja îro jî bi terz û siyasetên cuda tê berdewamkirin. Ev rewş heyanî avabûna Tevegra Azadiya Kurdistan re berdewam kir ku Tevgera Azadiyê bi xwe re yekemîn gavên pêşîgirtinê li hember siyaseta qirkirina gelê Kurd di sedsala 21’emîn de nû kirin. Derketina Tevgera Azadiyê rihekî nû a tolhildan û doza gelê Kurd bi xwe re avakirin. Vê yekê bandora xwe li ser tevahî rewşa gelê Kurd di çar perçeyên Kurdistanê de kir.
Tevgera Azadiya Kurdistan çavê dijmin dişkîne û pê re hîmên çapemeniya Azad tê destpêkirin. Yek ji van berhemên çapemeniya azad ku heyanê niha jî xwedî dîrokeke bi kok û pêroz e Rojnameya “Serxwebûn” e. Di sala 1979’an de “Serxwebûn” dest bi weşana xwe dike. Di sala 1980’ê de vê carê bi pêşengiya Mazlûm Dogan Kovara “Hawar” li Zindana Amdê dest bi weşana xwe dike. Tevahiya kovar bi destan tê nivîsîn û hêj jî ev Kovara Hawarê li Zindana Amedê ji aliyê girtiyên siyasî yên ji bo doza gelê Kurd hatine girtin ji sê mehan carekê derdikeve.
Di sala 1990’î de “Halk Gerçegi” yekem car li Stenbolê dest bi weşana xwe kir. Di heman salê de “Yenî Ulke” derket. Rojnameya Yenî Ulke dibe yek ji rojnameyên ku têkoşîna gelê Kurd radigihîne û kiryarên dewletê yên li ser gel teşîr dike. Her wiha Kovar “Ozgur Halk” di sala 1990’î de, “Ozgur Halk” dest bi weşana xwe kir û heta salên 2014-15’an jî wşana xwe domand. Ev kovar roleke girîng di nava têkoşîna azadiyê de lîst. Li aliyê din di sala 1992’an de bi navê “Ciwanên Welatparêzên Şoreşger” heftenameyek ji bo ciwanan derket. Xebatên vê kovarê jî hêj didome.
Ev xebatên nivîskî di têkoşîn û dîroka Tevgera Azadiyê de tevê hemû zehmetî û astengiyên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve dihatin dîtin re, lê di siyset û teşhîrkirina pilan û zextên dagirkeriyê û rastiya gelê Kurd de; bi îsrar weşangeriyeke azad daye meşandin.
Di nava gelê Kurd bi taybet di Bakurê Kurdistanê de rojname û kovarên kurdî bi qasî ku veşartî bûn û xwedî nirx bûn, weke birtûka pîroz dihatin xwendin û rakirin. Di nava zîndanên dagirkeriyê de ev yek hê jî wiha tê dîtin û jiyîn. Ev gavên bi heybet muhra xwe li tevahê destgehên ragihandinê a roja îro xistiye û li ser wê esasê ragihandina azad di çar perçeyên Kurditsanê de weşengeriya xwe dike ku îro bûye nimuneya ragihandina ku li ser hîmên azadiyê û rastiyê dinivîse û diweşîne ye. Ji lerwa ger îro gavên ber bi azadiyê ve tên avêtin ev yek bi saya dîrokeke tijî têkoşên û şer e.
Her wiha bû wesîleya nêzîkatî, hevgirtin û berhevkirina çanda gelê Kurd di hemû perçe û herêman de. Ev xebatên nivîskî xwedî ristên bingehîn ên jinûve vejînkirina ziman û elfebeya Kurdî di nava gelê Kurde ye.
Rojnamevaniya kaxizî û jin
Bi Tevgera Azadiyê re bendên civakî û kevneşopî hatin rakirin, herî kêm li hember wê şerekî du alî ji aliyê her du zayendan ve bê cudahî hate meşandin. Di qada ragihandinê de jî jina Kurd a têkoşer xwe tê de îsbat kir. Yekemîn car jin di qada îdeolojîk û ragihandinê de kar dike, ew jî bi Tevgera Azadiyê re bû. Jinên Kurd di analîzkirin, lêkolînkirin, nivîsandin, weşandin û belavkirina van rojnameyan de, kedek mezin dane û bûne çireya çapemendiyeke azad ku bi vê yekê bendên civakî û kevneşopî, ne tenê di Kurdistanê de di giştî cîhanê de têkbirin. Ev yek jî şoreşa guhartina zihniyet avakir.
Di roja îro de ragihandina kaxizî û çanda xwendinê di civakê de
Em ê înkar nekirn ku gerdûn, civak, pergal û hemû jiyana me bi herikîna dem û serdemê re rojane bi pêşketin û veguhartinan re derbas dibe. Em dibînin ku bi pêşketina serdema teknolojiyê û înternetê re, xwendina berhemên kaxizî di nava civakê de tê qels kirin û hêdî hêdî tercîha vê yekê li gel mirov nemaye. Helbet ev yek girêdana wê bi zihniyeta ku pergal daye avakirin re heye. Ger îro pergala heyî dixwaze mejiyê mirov bi teknîk û înternetê re mijûl bike, divê em li vê rastiyê û diyardeyê serwext bin. Dibêjin ku ev serdem serdema lezbûnê ye. Gelo ev herikîna bi lez a jiyanê; çiqas dikare mirov rastî jiyaneke bi nirx û bi sûd bîne? Gelo em bi veqetîna ji rastiya xwe û nirxên civakî, em dikarin bêjin ku em xwedî zanist û zanebûn in? Ger di siberojê de zarokeke nizanibe û nikaribe pirtûkekê rake destê xwe bi bixwîne, wê demê em ê bikaribin bêjin ku me pêşketin avakiriye? Ev hemû mijarên îdeolojî û siyasî ne ku mejiyê mirov armanc dikin in. Ev şerê zirav li ser hemû mirovahiyê tê meşandin, ji lewra civak û Rojnamegeriya Kurdî jî di nav de ye. yekemîn destgeha ku li pêşiya vê yekê bigre û biparêze, ew jî ragihandina kaxizî ye ku divê bê parastin.
Weşangeriya Kurdî a nivîskî xwedî dîrok û rastiyeke wiha bi heybet û bi êşe ku divê em vê yekê rojane bînin bîra xwe û binghea ragihandina îro ger nivîskî û kaxizî dibe ger dîtbarî û guhdarî dibe. Parastina van destkeftiyan jî bi mayînekirina van berhemên nivîskî pêkan dibe. Bi hemdemiya pêşketina serdema modernîte û tekneolojiyê re, çanda nivîskî bi taybet ragihandina kaxizî a ku dibe sedema pêşxistina çandina xwendinê di nava civakê de; bê domandin û parastin.






