Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Şengalê dîrok êdî bi pênûsa qehremaniyê tê nivîsandin

03/08/2025
in ROJEV
A A
Di pey Bangeke dîrokî re!
Share on FacebookShare on Twitter

Selena Dêrik

3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kirin. Bi êrîşên xwe yên hovane li hember civaka Êzidî komkujî pêk anîn. Civaka Êzidî ya berê rastî 73 fermanan hatibû, ev êrîş û komkujiyên em dikevin salvegera wê ya 11.’an weke fermana 74’an bi nav dikin.

Êzidî yek ji civaka herî kevnar a heta dawiyê bi çanda xwe ve girêdayî ye. Rastî 74’an fermanan hatin, lê bawerî, çand û zimanê xwe her parastin û heta roja me ye îro anîn. Di dîrokê de xelkê herî zêde  rastî fermanan hatiye xelkê Êzidî ye. Tevî vê jî bê bawerî nemaye,  bi rê û rêbazên cuda li ber xwe daye, çanda xwe dewrî nifşên li pey xwe kiriye.

Modernîteya kapîtalîst û serweran bi rêyên cuda xwestine civaka Êzidî asîmîle bikin, neçarî koçberiyê bikin,  ji çand, ziman, warê wan dûr bixin û wan parçe bikin.  Lê ew hêz bi qismî be jî bi ser neketin. Piştî ewqas fermanan kêm be jî civaka Êzidî bê xweparastin mabû. Lewma hin hêzên desthilatdar hewl didan serweriya xwe li ser wan ferz bikin. Ji bo werin parastin jî çavên wan her li derve bûn û her di nav bendewariyekê de bûn.

Ev rastî di êrîşa 3’yê Tebaxa 2014’an de bi rengekî berbiçav hat dîtin. Herêma Şengalê qaşo di bin kontrol û parastina Iraqê û hêzên PDK’ê de bû. Lê bi destpêkirina êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê re artêşa Iraqê û hêzên PDK’ê ji herêmê vekişiyan û xelkên herêmê bi tenê hiştin. Mirovên sivîl, tevî zarok, jin û îxtiyaran bi tundî, qetilkirin û revandinan re rûbirû hiştin.

Li hember vê kareseta  rû da, hemû cîhan bêdeng ma. Te digot qey çavên wan kor bûne, guhên wan nabihîzin û zimanê wan lal bûne.  Di wan êrîşên hovane de bi sedan jin, zarok, kal û pîr hatin qetilkirin. Bi hezaran mirov hatin revandin. Heta niha jî çarenûsa  hin mirovan nediyar e. Di wan êrîşan de yên herî zêde rastî tundî û kuştinê hatin jin bûn.  Bi sedan jinên Êzidî hatin kuştin, revandin, li mal û bazaran hatin firotin.

Di nav  guregera wî êgirî de yên xwe li hilma vî agirî ragirtin û ava pîroz lê kirin, fedayî û parêzvanên ax û gelê xwe hêzên  gerîla bûn. Duwazdeh gerîla, duwazdeh hawariyên Apoyî  di pêşengtiya hevalê Dilşêr de ji çiyayên azad ên Kurdistanê  berê xwe dan Şengalê û bi hawara xelkê me yê Êzidî ve hatin.

Ji dîrokê de her tim qehremanên rê li ber geşedanên nû vekirine hene. Û dîrok bi tîpên zêrîn di nav rûpelên xwe de cih dide wan leheng û berxwêran. Şengala Nûranî jî bi fedaîtî û têkoşeriya van duwazdeh hevalan mohra xwe li dîroka mirovatiyê  xist. Ew dîroka her tim bi xwînê hatibû nivîsandin, vê carê bi pênûsa berxwedan û qehremantiyê hat nivîsandin. Piştî duwazdeh têkoşerên Apoyî li çiyayê Şengalê civaka Êzidî li hember êrîşan parastin, piştre jî bi destwerdana hêzên HPG-YJA-STAR, YPG û YPJ’ê re korîdora di navbera Şengal û Rojava de hat vekirin. Xelkên sivîl gihandin cihên bi ewle.

Destpêka Cotmeha 2015’an jî di pêşengiya gerîlayên azadiyê û ciwanên Êzidî pêngava azadkirina Şengalê hat destpêkirin. 13’ê Mijdara 2015’an jî mizginiya xêrê hat dayîn ku Şengal û gundewarên wê hatine rizgarkirin. Ji bo careke din civaka Êzidî rastî komkujî û fermanan neyê, ciwanên Êzidî YBŞ û YJŞ ava kirin. Ji bo civaka xwe jî li ser esasê fikir û ramanên Rêber Apo modela neteweya demokratîk esas hat girin û Rêveberiya Xweser a Şengalê hat avakirin.

Bi wesîleya 11. salvegera êrîş û komkujiya li ser Şengalê em hemû cangoriyên ji bo azadiya gel û xaka xwe xwîna xwe rijandin bi rêz û hurmet bîr tînin. Em soz didin heta em hemû gelên bindest û yên rûbirûyê jenosîdê ne azad bikin, wê têkoşîna me bidome.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.