Mihemed Seydi
Sûriya êdî bûye welatekî bê xwedî ku li başûrê wê Îsraîl dibe serwer û li bakurê wê dewleta Tirk hin dever fermî dagirkirine. Li nava wê jî DAIŞ û çete û li Şamê jî tunderew û selefî desthilatin. Piştî zêdetirî 12 sala ji şerê navxweyî ku di encamê de hemû tunderewên cîhanê di bin navê cîhadê de li Sûriyê hatin komkirin, welat û welatî tar û mar bûn. Lê li bakurê Sûriyê Kurd wekî miletekî ku serî natewîne mohra xwe li vê serdemê xistin û hêdî hêdî bi pêkhateyên din ên herêmê re yekrêziya xwe ava kirin û bi hêz bûn.
Her wiha rêveberiyek jî hat avakirin û hêza leşkerî di bin navê QSD’ê de hêdî hêdî mezin bû û pêşengî ji şerê li dijî DAIŞ’ê re kir. Di vê demê de, desthilata Baas ku digot ew serweriya welat diparêze, destek neda vê herêmê ku xwe ji êrişên barbarên DAIŞ’ê biparêzin û li aliyê din dewleta Tirk hebû ku hemû destek dida DAIŞ’ê da ku qira Kurdan bîne û herêmê bi riya çeteyan kontrol bike. Lê çibû? DAIŞ têk çû li dû wê plana dewleta Tirk, rêjîma Şamê hilweşiya û serokê wê reviya. Li aliyê din, komên radîkal ên hinekî di kontrola hêzên Rojavayî de, hatin destekkirin û li Şamê hatin bicihkirin. Ew jî koma Cebhet El-Nusra ku şaxa El-Qaida ya Sûriyê ye. Kiras ji serok û endamên van koman hatin danîn û taxim û Karavêt li wan hat kirin û hinekî rî û porê wan hate qusandin û pêşkêşî xelkê Sûriyê wek desthilata nû hat kirin.
Piştî ku ev desthilata çêkirî li Şamê li ser koşkê hat danîn, bi her awayî hate nepixandin heta ku li Berava Sûriyê li dijî Elewiyan komkujî pêk hat. Paşê hat hişyarkirin û careke din pesna Ehmed El-Şeri ango Colanî hat dayîn heta ku li Siwêdayê jî bi destê komên wî komkujî li dijî Durziyan pêk hatin. Vê carê çiqas xwestin rûyê Colanî û desthilata wî bişon, lê êdî li her deverê hat rûreşkirin û nema tiştek feyde dike. Herwiha koma Colanî jî ket ferqê ku rewşa wan gelekî zehmet bûye, vê carê li ser navê Wezareta derve ya desthilata Şamê Eseid El-Şêbanî li Rûsiya derket ku ew di lîsteya wî welatî ya terorê de ne. Desthilata Colanî wiha difikire ku dema ew razîbûna hemû dewletên di dosiya Sûriyê de bi bandor bistînin, ew ê bi her awayî li ser desthilatê bimînin. Dîsa wiha difikirin ku ew ê jî çawa dewleta Tirk di navber hêzên Rojavayî û Rûsiya de diçû û dihat û alî bi çûna aliyên din tehdîd dikirin, ew ê jî wiha bikin. Lê li ser navê Wezareta Karê derve ya DYA piştî hevdîtina desthilata Şamê li Rûsiya, daxuyaniyek hat dayîn ku tê de hat gotin: ” Sûriya hîne ji lîsteya dewletên ku terorê xwedî dike nehatiye derxistin û ew ê di bin çavdêriyê de bin. Yanî, DYA ji Colanî û yên dora wî re dibêje ku me hûn anîne û em biryara we didin û ger hûn bi dûvê xwe bilîzin, hûn dizanin hûn kîne. Di vir de jî dixwazim bibêjim ku yên siyaseteke li ser rêgez û prensîbên baş ên Civakî nemeşîne, ew ê di nava qada navdewletî de jî cih ji xwe re nebîne. Ji bo wê, îro hêza ku her kes bi serê wê sond duxwe, ew hêze ku Kurd pêşengiya wê dikin û ne dûre ku sibê pêşengiya tevahî gelê Sûriyê jî bikin.





