Navenda Nûçeyan/ Qamişlo
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan cihên dîrokî ku dîroka wan vedigere hezarên salan, hene. Her cihek xwedî şarestanî, nirx, çand û dîrokeke kevnar e. Ji van cihên şûnwariyê devera Tilhelef, Hemoker, Şikefta Duderî, Tilberî û Kelha Necm e.
Tilhelef
Li başûr-rojhilatê Sûriyeyê cih digire; rojavayê bajarê Serê Kaniyê ye. Ew li devera kaniyên ku dibin jêdera Çemê Xabûrê cih digire. Ew mezintirîn rûbarê ku tevlî Çemê Feratê dibe. Tilhelef navê niha yê vî cihî ye. Ew di hezarê beriya zayînê de bi navê Gozana dihat naskirin. Ew cih, cihê bajarekî şûnwarî yê Sûriyeyê ye û nûnertiya demeke dîrokî ya Mezopotamyayê, dike. Tê de şûnwarên ku vedigerin serdema kevirî ya ku nû hatin vedîtin û ev şaristanî bi navê şaristaniya Tilhelefê hat binavkirin. Cerrên wê bi teşeyên geometrî û yên lawirî dihatin xemilandin. Ev şûnwar dîroka wan vedigere 6 hezar sal berî zayînê û piştî wê ew bû cihê dewleta Aramî-Gozana.
Hemoker
Hemoker bajarekî dîrokî ye û li gorî şûnwarnasan, lêkoler û daneyan, Hemoker di dîrokê de bajarê herî kevnar e. Ew li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cih digire. Dîroka wê vedigere bêhtirî 7 hezar sal. Ew nêzî gundê El-Huriyeyê yê bajarê Til Koçer yê dervera Dêrikê tê gumankirin ku niştecihên wê derdora 25 hezar mirovî bû. Li vî cihê dîrokî hin şûnwar hatin dîtn ku pêşketina hunera nîgar, tiraşkarî û neqşandinê raber dikin. Her weha li vi cihê dîrokî hin tişt hatin dîtin ku wê weke yekem bajar dibîne. Di vî cihî de, sîstema hênkkirinê ya herî kevin hat dîtin. Di navbera dîwarên duyane yên rastinhev de, valahîne ku ne zêdeyî 15 santimetreyan bûn, hebûn. Van valahiyan rê dida hênkkerê ku avhewaya germ hênik bike. Niştecihbûn ji 5 hezar sal berî zayînê heta serdema islamî berdewam kir. Ev cihê şûnwarî bi riya topografiyayê re û tiştên şûnwarî ku li rû hatin dîtin, eşker bûn.
Tilberî
Cihê şûnwarî li parêzgeha Hesekê ye; 55 kîlo metreyan li rojhilatî başûrê Hesekê cih digire. Ew di nava xwe de komeke mezin ji girên şûnwarî yên Cizîra Feratiyê diheywîne. Ew li beravên rojhilat ên Çemê Ceqceqê cih digire. Di sala 1980’î de vekolîn bi serperiştiya şandeya Îtalî (Profisor Imilyo Bîkorîla) bi hevkariya desteya şûnewaran dest pê kir. Di encama lêkolînên vê şandeyê de, qatên şûnwarî yên ku dema wan vedigerin 3 hezar sal berî zayînê, bi taybet dema ku Romanî, ew hatin vedîtin. Herwiha cerrên ku vedigerin serdema elparsî, xişir û gerdenî û kevirên giranbuha yên baziltî hatin vedîtin. Ev kevir ji bo hêran û bilatên ku ji kerivrên mermerê yên serdema Aşûrî ya nûjen) dihatin bikaranîn. Herwiha morên bronzî û latikên mizmarî ku vedigerin serdema Aşûriya navîn û nûjen, hatin vedîtin. Di heman demê de dolab û firaxên qehfikî ku vedigerin serdema Akadî, hatin vedîtin.
Keleh a Necm
Kelha Necm a dîrokî 30 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Minbicê ye, ew dikeve hêla rastê ya çemê Firatê, bi cihê xwe yê stratejîk tê naskirin ku dikeve ser riyên bazirganiya navneteweyî yên kevnar (Riya Herîr). Herwiha weke xaleke leşkerî û xwediya avahîsaziyek taybet tê naskirin ku bêhtir dişibe Keleha Helebê.
Ew deriyê ketin û derbasbûna ji Şamê ber bi Mezopotamyayê ve ye, û yek ji şûnwarên li bakurê rojhilatê Sûriyê ku hînî ji hinekî xweşikbûn û şêwaza xwe ya avahîsaziyê diparêze. Li dora wê pir şûnwar û keleh hene, mîna Kirkimîş, Carabulus Elqşeriyê Elcerf Elehmer û Kehla Yusuf Paşa, hem jî kelekha Meskene Keleha Caaberû Dura Europos jî hene.
Pêdiviya Keheha Necim bi xebatên parastin û sererastkirinê heye û pêwîst e bibe muzexaneyek arkeoloîk ku şûnwar û şaristaniya Geliyê Firatê dihêwîne, herwiha pêwîst e ku têkeve lîsteya Mîratêyên Cîhanî.
Şikefta Duderî li Efrînê
Şikefta Duderî li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye, dîroka wê vedigere 100 hezar sal berî zayînê û hin jêder dibêjin ku dîroka wê vedigere 80 hezar sal. Yek ji girîngtirîn cih li ser asta cîhanê ye, hejmareke şaristanî hatine û çûne. Di wê şikeftê de hestiyên mirovê Niyandirtal hatin dîtin û derxistin. Di sala 1950’î de hin peykerên şûnwarî hatin derxistin, dîroka wan vedigerin 6 herzar sal berî zayînê. Di sala 1993’yan de hestiyên zarokekî ji mirovê Niyandirtal hatin dîtin, ew jî vedigere berî 100 hezar salî. Wateya navê wê diyar e, ji ber ku du deriyên wê hene. Lêkolîner tekez dikin ku dîroka wê ji ya Şikeftê Şander a li Hewlêrê kevintir e, ji ber ku dîroka wê berî 70 hezar salî ye. Şikefta Duderî yek ji cihên geştiyarî bû, salane bi hezaran kes rû rê dikirin.
Piştî dagîrkirina Turkiyê ji Efrînê re, ew cih weke bi sedan cihên din, hatiye paşguhxistin û têkdan. Jêdera agahinê li ser Şikefta Duderî ji Edhem Şêxo, Zekeriya Huserî û Mehdî Kakayî hatine girtin.






