Remezan Olçen
Hunergeha Welat li ware şoreşê bi berhemeke nû dîsa karekî bedew kir. Destê wan sax be. Her kesê ku di vî karî de cih girtî pîroz dikim. ‘Evîna Derwêş û Edûlê’ bûye yek ji şahkarên Hunergeha Welat. Keda wan sax be. Bi dehan hunermend di vî karî de ked dane, li pişt kamerayê jî bi dehan kedkarên din hene, tevî sazî û dezgeh. Mirov çiqas malavahiya wan bike wê kêm bimîne.
Heftiya borî min li ser têgeha’bêkobûnê’ ya Sîmone Weil nivîsîbû. Di wê nivîsê de bi referansa xanima Weil min destnîşan kiribû ku ji bo civak bikaribe koka xwe berde jê re ax lazim e. Lê ev ax bi qasî erda welat e, jê zûdetir û muhîmtir zîhniyet e. Bi saya xebatên weke ‘Evîna Derwêş û Edûlê’ em dibinînin ku kok bi rastî jî hem li ser erda welat û hem jî li zîhniyetê çawa dikare bi kûraniya ve biçe û me zêdetir bike aydî xwe.
Ev mozîkal xebatên wê bi mehan dewam kiriye. Lê di salvegera 11’an a Fermana 3’yê Tebaxê hat weşandin. Ev jî bi serê xwe hêja ye ku mirov li serê analîz û tehlîlan bike. Ev nîşaneyan dîroka me ya bi jan e. Lê bi qasî jan, êş û azar nîşaneya berxwedanê ye. Nîşaneya qehremaniyê ye. Nîşaneya dilsoziya bi nirxan re ye. Heta van salên dawîn jî min ji xwe re digot; çi evîneke mezin lê têkçûyî. Bes îro roj ez êdî bi wî çavî lê nanêrim. Di esasê xwe de ew evîn nemiriye, ew evîn têk neçûye. Ew evîn her zindî maye. Her dem û dewrênê xwe bi rengekî din nîşan daye.
Di dema Derwêş de jî dîsa li ser erdê welatê me şerekî bêexlaq li hemberî gelê me dihat meşandi, îro jî tê meşandin. Hingê jî evîndarên saf û pak ên weke Edûlê û Derwêş hebûn, li dijî vî şerî li ber xwe didan îro roj jî bi hezaran Derwêş û Edûlê hene ji bo parastina evîn û heqîqetê, hebûn û azadiyê li ber xwe didin. Îcar bi saya vê xebata hêja ya Hunergeha Welat me ji îro pireyek çêkir bir duh. Me şahidî li duh kir ku em îro jê dersan derxin. Bi zarê şêrîn Kurdî vejandina vê destine, vê lehengiyê wê bi xwe re hafizayê jî vejîne, zindî bike. Reng, deng û dîmen kêlî bi kêlî me li cewhera me vedigerîne.
Bi saya xebatên bi vî rengî ku bi awayekî kollektîf tên amadekirin, mirov bi hebûn û xwebûna xwe dihise. Mirov bi xwe û zimanê xwe, bi xwe û çanda û dîroka xwe dihise. Ev serketina hunera birra û rastîn e. Tişta ku xanima Weil ji bo kokê dibêje, Kok temasa bi heqîqetê re ye ev tişt e. Hunera birra dike ku em temasê heqîqetê bikin. Ma ne Rêber Apo dibêje; “Heqîqet eşq e, eşq jiyana azad e.” Em çiqas temasê heqîqetê bikin em temasê eşqê dikin. Eşq û evîna Derwêş û Edûlê ji ber wê ne eşq û evîneke mecasî û plastîk e. Ew eşq û evîneke rastîn û birra ye. Ji ber wê em di wê eşqê de heqîqetê û jiyana azad dibînin. Em di wê eşqê de kok û rehên xwe, ziman û çanda xwe dibînin. Careke din mala we ava Hunergeha Welat hûn her hebin.




