Cîger Efrîn
Di nava wêjevan û nivîskaran de mijara ka bi kîjan zimanî were nivîsandin, pir tê gengeşekirin. Hinek dibêjin; “bi kîjan zimanî were nivîsandin ne girîng e. Ya girîng babeta ku girtî dest Kurdistanî ye yan na?”
Em pirseke wiha bipirsin; wêjevanekî Fransî li ser Rûsya bi zimanê Fransî romanek nivîsiye. Mijar tev li Rûsya derbas dibe. Gelo ew romana dikeve nav edebiyeta Rûsî an dikeve nav edebiyeta Fransî? Em mînakeke şênber bidin; nivîskar û wêjevan A. MAULOF, wekî tê zanîn bi eslê xwe Libnanî ye. Lê hema hema hemû xebat, berhemên wî li ser rojhilata navîn in. Mînak; romana “BAXÊ RONAHIYÊ”, li ser jiyan û ola wî hatiye nivîsandin. Gelo em ê vê romanê ji edebiyeta Fransî bihesibînin, an ji edebiyeta Erebî? Ji ber ku yên jiyana A. MAULOF dizanin ku ew ji Libnanê ye, wê dîsa bibe mijara gengaşê. Lê kesên ku nizanin ku, ew ji kîjan welatî ye û pirtûka wî ya resen bixwînin, wê rasterast bêjin ku, ew ji edebiyeta Fransî ye. Mesele pirtûkên Yaşar Kemal, mirov nikare têxe nav edebiyeta Kurdî, wî bi nivîsandina bi zimanê Tirkî, zimanê Tirkî jî pêş xist, lê tu tevkariya berhemên wî ji zimanê Kurdî re çênebûye. Ji lewra mirov pir bi hêsanî dikare bêje ku, kîjan berhem bi kîjan zimanî hate nivîsandin ji edebiyeta wî gelî tê hesibandin.
1-Bi taybetî di vê serdema ku dinya her biçûk dibe de û zimanên ku xwe negihînin asta ku civak pê bixwîne-binivisîne wê bi tunebûnê re rû bi rû bimînin, nivîsandina bi zimanê gelê xwe ji her demê pirtir pêwîstî û xebateke dîrokî ye.
2-Di siberojê de gava lêkolînvanan li ser çanda Kurdî lêkolîn kirin, wê bikevin pey pirtûkên Kurdî û ji wan fêrî çanda Kurdî bibin. Ango ew kesên ku dibêjin; “Ez ne ji bo îro dinivîsim” jî, pêwîstiyeke ku bi Kurdî binivisîne derdikeve pêşberî me.
3-Ji ber dagirkeriyê û qedexekirina çand û zimanê Kurdî û gelek kesan ji bo ku stratejîk neponijîn ji bo çend qurişan û debara xwe bikin, bi zimanê dagirkeran nivisîn. Ji lewra jî pirtûkxaneya me Kurdan pir zêde hejar e. Gelekî ku 40-50 milyon e herî kêm divê 4-5 milyon pirtûkên wî hebin. Lê hêj jî qala çend hezaran tê kirin. Beriya şoreşê kesên ku dikarîn bi Kurdî bixwînin-binivîsin pir kêm bûn. Lê niha gel heya ku bi Kurdî dixwîne-dinivisîne zêde bû ye.
4-Wêje bi qasî ku, bîrdanka civakê hişyar dihêle, ewqas jî zimanê gelekî bi pêş dixe û yekbûneke zimanî di nava gel-civakê de dide çêkirin. Mînak; Goethe bi helbest, drama û berhemên din zimanê Almanî ava kir û dewlemend kir. William Shakespeare ziman û çanda Ingilîz pêş xist. Di vir de ev pirs têne hişê mirov;
- Çima Goethe, an jî Shakespearekî/e Kurdan dernekeve?
- Em ê heta kengê di xizmeta dagirkerên xwe de bin û ziman û çanda wan Dewlemend bikin?
c- Gotina serdestan a ku dibêje; “Zimanê Kurdî tune ye”, hinek jî dibêjin “zimanê Kurdî têrê nake ku mirov pê romaneke, helbestekê binivisîne”.Gelo em bi nenivîsandina bi zimanê Kurdî ew angaştên serdestan piştrast nakin?
5-Di vê serdema ku zimanên nebûne zimanê bazarê, nebûna zimanê dibistanê, nebûne zimanê teknolojiyê ji hêla zimanên xurt ve bi hêsanî têne daqurtandin, pêwîstî bi pirtir nivîsandina bi zimanê Kurdî heye. Ji bo em keda dê û bavên xwe li xwe helal bikin û rûreş derbasî rûpelên dîrokê nebin, divê em pirtir bi Kurdî binivîsin.
Bi kurtasî, berhemek bi kîjan zimanî hatibe nivîsandin ji edebiyata gelê ku bi wî zimanî diaxife tê hesibandin. Naveroka wê berhemê çi dibe bila bibe, li ser kîjan gelî hatibe nivîsandin bila hatibe nivîsandin, zimanê berhemê dayîka wê berhemê jî diyar dike.
Belê, êdî dem hatiye û heta di ser re jî derbas dibe ku, her mirovekê Kurd ku dikare pênûsê bigire divê bi zimanê dayîka me yê şêrîn berhemên hêja biafirîne. Dem dema xurtkirin û dewlemendkirina çand û zimanê Kurdî ye.






