Ayşa Silêman/ Dêrik
Xwediyê pirtûkxaneya Manîsiya, Azad Dawûd diyarkir ku çanda xwendina pirtûkên bi zimanê kurmancî gelekî kêm bûye û ev yek cihê xemgîniyê ye û pêwîstî heya ku mirov bixwîne ji ber ku kesê dixwîne dizane li derdora wî çi çêdibe.
Azad Dawûd ji sala 2006’an ve karê kirîn û firotina pirtûkan li Şamê dikir û ji sala 2016’an ve ev kar derbasî bajarê Dêrikê jî kir. Di pirtûkxaneyê de hemû peşên pirtûkan hene çi çîrok, roman, pirtûkên olî, kovarên zarokan..hwd. Di heman demê de cihê xwendinê jî li pirtûkxaneyê heye.
Di derbarê karê pirtûkxaneya Manîsiya û rewşa xwendinê li Rojavayê Kurdistanê Xwediyê pirtûkxaneya Manîsiya Azad Dawûd ji Rojnameya me re axivî.

Pirtûkxaneya Manîsiya
Azad Dawûd da zanîn ku ji sala 2016’an ve wî pirtûkxaneya Manîsiya li bajarê Dêrikê vekiriye û wiha got:” Dema me pirtûkxane vekir cihê me teng bû, lewma ji sala 2020’an ve me cihekî mezintir kirê kir da ku cihê xwendinê jî têde hebe. Cihê kevin hîn vekiriye bavê min li wir dimîne û ez jî li vî cihî me. Ev pirtûkxane 3’ê qatên wê hene di qata jor de ferheng û pirtûkên zarokan bi zimanê kurmancî, erebî, ingilîzî û bi hin zimanên din jî hene. Di qata duyem de bêtirî xwe roman, pirtûkên kurdî û pirtûkên fikrîne, di qata jêr de jî pirtûkên kevin hene temenê wan vedgere zêdeyî 200 salî û rojnameyên kevin jî li cem me hene temenê wan ji 60 heya 100 salî ne. Tevî ku firotina pirtûkên bi zimanê erebî yê kevin li vir zehmete jî lê dîsa em wan li cem xwe dihewînin, pirtûkên kurdî jî yên kevin li cem me hene ew tenê tên firotin ji ber ku saziya zimanê kurdî her sal wan dibe. Destpêkê me pirtûkên kurdî hemû ji Bakurê Kurdistanê werdigirtin, lê piştî rewşa çapê li Rojavayê Kurdistanê baş bû û weşanxane li vir çêbûn êdî me piraniya xwe ji vir werdigirtin û tiştên ku li vir peyda nedibûn me ji Bakurê Kurdistanê tanîn. Lê pirtûkên erebî her sal li gor pêşengehan, salnan me ji Libnanê, Îmarat tanî lê piraniya wan em ji Başûrê Kurdistanê tînin.”
Xwendina pirtûkên kurdî kême
Dawûd axaftinên xwe berdewam kir û wiha got:”Ev nêzî sê sala ye em nema ji Başûrê Kurdistanê pirtûkan tînin, ji ber ku rêveberiya Fişxabûr astengiyan derdixin û nahêlin pirtûk bi hêsanî derbas bibin û heger ku derbas bibin jî yan divê erê kirin hebe yan jî pêwîste ku nas bikin naveroka wan pirtûkan li ser çiye. Nêzîkbûnên rêveberiya Fişxabûrê dibe sedem de em di milê madî de zererê bibînin, lewma me nema ji wir pirtûk anîn. Di heman demê de em pirtûkan ji Şam û Helebê jî tînin û ev 5 sal in me di pirtûkxaneyê de refek taybet ji bo pirtûkên pevguhertinê heye, angu kesên ku pirtûk li cem wan hebin dikarin bînin û bi hinekî din re biguherînin. Herwiha kesên ku nikaribin pirtûkan bikirin û bixwazin bixwînin dibin û piştî xwendina wê bidawî bikin careke din vegerînin. Ev nêzî 8 sala ye me ev pirtûkxane vekiriye û heya roja îro em kar û xebatên xwe berdewamdikin, piraniya xwe gel romanên bi zimanê erebî dixwînin. Heya roja îro jî xwendina pirtûkên kurdî gelekî kêm e, hîn ew çanda xwendina pirtûkên kurdî di nav xwendevanan de belavnebûye û ev yek cihê xemgîniyê ye. Di Sûrî de bêtirî xwe pirtûkên naveroka wan lawaze hatine belav kirin, hin çapxane hene bê destûra nivîskar pirtûkên wan çap dikin û bi bihayekî erzan difroşin, em wan pirtûkan nayînin, em tenê yên orcînal tînin, lê buhayê wan jî gelekî giranin û kirîna wan jî zehmettire ji yên din.”
Xwîner qedrê berhemê nagire
Xwediyê pirtûkxaneya Manîsiya Azad Dawûd axaftinên xwe bidawî kir û wiha got: “Ev bû çar sal ku ez di pirtûkxaneyê de kar dikim û me derfet ji bona her kesî avakirine ku berê xwe bidin vir û bixwînin. Lê di dema dawiyê de û ji ber ku derfetên me kêmin me nekarî ku em hemû pirtûkên heyî deynin lipêşiya xwîneran. Her wiha hin kes hebûn qedrê berhemên heyî nedigirtin û pirî caran heya ku xwendina wê bidawî dikirin pirtûk diqetiya û êdî mirov nedikarî careke din bixwîne. Ev yek hem bandora xwe li ser kesên ku dixwestin careke din wan pirtûkan bixwînin dikir, herwiha ji bona firotinê jî buhayê wê dişkest. Lê ruxmî vê yekê jî heger hin kes bixwazibin werin em derî li ber tu kesî nagirin. Em heyanî neha bi navê pirtûkxaneya Manîsiya tevlî 8 pêşengehên Şehîdn Herekol a pirtûkan bûne û îsal jî em amadekariyê xwe dikin da ku em tevlî bibin. Astengiyên ku derdikevin pêşiya me ew e ku xerckirina pereyan zêdetir diçe ji bona kiriya pirtûkxaneyê, kehrebe, av û tiştên din û ew ji buhayê wergirtina pirtûkan bêtire. Daxwza me ew e ku her kes bixwîne, ji ber ku mirovê dixwîne asta pêzanîna wî/wê pêşdikeve.”






