Hafiz Ahmet Turhalli
Yazdeh sal di ser qirkirina Êzidiyên Şengalê ve derbas bû. Ev qirkirin li ber çavê cîhanê rû da bû. Ji ber Êzidî Kurd bûn û qirkirina Kurdan jî bi lihevkirina Lozanê hatibû pejirandin, qirkirina Kurdên Ezidî jî, bi bêdengiyê derbas dikir. Lewre Kurd bi erêkirina desthelatên cîhanê ji maf û nasnameyên xwe yên netewî bêpar hatibûn hiştin.
Ji ber Kurd bi lihevkirina navdewletî tune hatin hesibandin û Êzidî jî kok û bingehên kurdeyatiyê bûn, kuştin û qirkirina wan jî ne xema cihana desthelatdaran bû. Berovajî di berjewendîyên polîtikayên wan de bû.
Li gor cendermeyên vê sîstemê yên Rojhelata Navîn weke dewletên Tirk, Ereb û Farisan jî, qirkirina Êzidiyan cîhê şanazî û kêfxweşîyê bû. Ji ber vê neyartiya wan a kûr û bêwijdan, tunnekirina Kurdên resen bi kêfxweşî pêşwazî kirin.
Êzidî hem ji hêla resenbûna Kurdî ve û hemjî, ji cudabûna wan ya olî ve gepa herî rehet dihatin dîtin.
Li gor plan û projeyên dewletên heremî û palpiştên wan, çawa be Kurd ev sedsale bê xwediye û bi xwe jî ne xwedan hêza paristinê ye.
Ev rewşa bêxwedîbûnê destên dijminên Kurdan bi hêz dikir û Êzidiyên Şengalê li ber çavê mirovahiyê dihatin qetilkirin.
Ev nêrîna ku ji hêla dewletên hawîrdor û navdewletî ve weke firsendekî dîrokî ji bo tunnekirina Kurdan dihate dîtin, misilmanên desthelatdar û nîjadperestên Ereb, Fars û Tirkan dixwestin bi yekcarî temam bikin. Bi vê hişmendiya hov û tirsonek lêz dan hemû cure hevkariya DAIŞên berber. Bajarê
Mûsil û gelek cîhên dîtir di destên DAIŞ’ê de hatin berdan da ku DAIŞ berê xwe bi hêsanî bide Şengalê û hemû Kurdistanê.
Armanca sereke ya van êrîşan bidawîanîna Kurd û Kurdistanê bû. Bajarên sereke weke Mûsil, Reqa û gelek bajarokên cîranên Kurdistanê hemû radestî wan hovan kirin.
Di vê qirkirinê de weke hijmara fermî: 6417 kes hatin revandin. Ji vanan 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 zilam bûn, di nava wan de gelek zarok jî hebûn. Bi hezaran hatin kuştin, bi deh hezaran ji warên xwe hatin derkirin, malê wan hate talankirin.
3 meha Tebaxa 2014‘an de ne tenê Êzidî hatin qirkirin: bi gelê me ye Êzidî re, mirovahî, ol, mezhep, hişmendî, demokrasî, sosyalîzm û exlaq jî hatin tunekirin.
Ji xwe welatên herêmî yên ku axa Kurdistanê dagir kirine, Îslam an nirx û baweriyên herêmî, ji bo wan tenê amûrên desthelatê ne.
Bi van êrîşên hovane û ne camêrane, çanda Îslamî û ya Rojhelata Navîn jî rûxandin.
Bi van êrîşên hovane, zemîna modernîta kapîtalîst jî heta dawî li ser xaka Rojhelata Navîn vekirin.
Çanda berê ya civakî, olî û bihevre jiyankirinê jî bi dawî kirin.
Carekî din egîd û mêrxasên Kurd, pêşî li van hovan û piştgirên wan girtin. Bi can û xwîna xwe çanda Rojhelata Navîn parastin.
Bi têkbirina DAÎŞ’ê re carekî din, deriyê bihevre jîyina olan, mezheban û milletan vekirin.
Neha jî li Şengalê gelê me yê Ezidî, li ser vê qirkirinê jiyanekî ava dike, divê heta dawî ji bo xweseriya Şengalê piştgiriya gelê me yê Êzîdî were kirin.
Divê em milletê Kurd van karesatan tu carî jibîr nekin û nedin jibîrkirin, da ku em karibin çanda xweparastinê û rêxistinkirinê zindî bihêlin.
Kurd bi Êzidî, Elewî, Mesihî, Cuhî, Misilmanê xwe divê Şengalê weke despêkekî nû ya jiyanê li Kurdistan û Rojhelata Navîn bibîne û Şengalê biparêze.





