Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Kilînîka Elhikme ya tedawiya xwezayî

03/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
 Kilînîka Elhikme ya tedawiya xwezayî
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Yek ji kilînîkên tedawiya xwezayî li bajarê Dêrikê, kilînka Al-Hikmê ye. Ev kilînîk ji aliyê mamosteyê sporê Zuhêr Dîban ve hatiye vikirin û ji bo tedawiya bi dermanên xwezayî nexweş serêldanê dikin.

Di civaka Kurdistanê de tedawiya bi dermanên xwezayî xwedî girîngiyeke taybet e. Çiqasî pêşketin li cîhanê çêbibe û dermanên pêşketî derkevin jî,  rêjiyeke ji gel berê xwe dide cihên tedawyên xwezayî da ku çareseriyekî ji nexweşiyên xwe re bibînin. Kilînîka Elhikme jî yek ji wan cihên tedawiya xwezayî ye ku welatiyên Dêrikê û gundewarên wê serdana wê dikin.

Di derbarê kilînîka Elhikme û çêkirina tedawiyên xwezayî, xwediyê kilînîkê ku mamosteyê Sporê ye Zuhêr Dîban ji Rojnameya me re axivî.

‘Ji ber sîstema şaş nexweşî zêde dibin’

Zuhêr Dîban diyar kir ku ew ji bajarê Dêrikê ye temenê wî 47 salî ye, ji sala 1995’an ve di sûka Dêrikê de hat naskirin bi vî karî û wiha got:” Ev 9 sale min kilînîk vekir lê beriya wê min li mal kar dikir. Ez karê tedawiyên xwezayê û dermanên alternatîf dikim. Di heman demê de di nav gel de nexweşiyên wek kolon, kurçik, keçelî û dil hene ez derman çêdikim û ji ber ku ez mamostê sporê me û min terapiya fîzîkî xwendiye dema lêstikvanên gokê di lîstikgehê de derbeyên gokê dixwin ez wan tedawî jî dikim. Çi kesê ku berê xwe dide min bi tenduristiyeke baş vedgere. Dema ez piçûk bûn dapîra diya min û dapîra bavê min karê çêkirina giyayên xwezayî dikirin her tim min li wan temaşe dikir û dema ez mezin bûn mereqbûna min ji vî karî re çêbû. Di heman demê de dema ez li leşkeriya Sûrî bûn xortek hebû kurdê Şengalê bû hin pirtûk li cem wî hebûn yên giyayê xwezayî bûn wî ez fêr kirim ku her giyayek ji bo çi nexweşiyê ye. Di herêma me de gelek nexweşî derdikevin ev yek ji sîstema me ya xwarinê ya şaşe, di dema berê de dema herkesî xwarina xwe ya sedan dixwar rastî nexweşiyan nedihatin lê di dema niha de dev ji vê yekê berdane û nizanin bandor li tenduristiya wan dibe.”

Dîban axafinên xwe bidawî kir û wiha got: “Du cûreyên giyaya li cem min hene gelekî baş in û kêfa min jî ji wan re tê yek navê wî Gezgezke li gundê qeserdîbê û Tildarê derdikevê, yê din jî navê wî Şehfelane kulîlka wê ji bo masûlkeyên mîzê başe û pelên wê dema tên kelandin û mirov vexwe rihên dil vedibe, rihê wê dema derdikevê em dixin nav girêkek hevîr de û deynê ser pişta nexweş heya dehdeqa ev yek sê roja berdewam bike êşa wî diçe. Her giyakek ji bo nexweşiyekî ye lê nabe mirov li ser kêfa xwe dema wî giyayê dirêj bike zêdeyî 10 rojan, ji ber ku di her giyakî de raste sûd heye berûvajî wê zêdebûna wê jî zirarê tîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.