Dîlan Mulhim\Qamişlo
Rêvebera nexweşxaneya Onkolojî, Şewat û Telasmiyayê Hediya Ebdela diyar kir ku ew li gorî derfetên Heyva Sor a Kurd xizmeta zarokên nexweşiya telasmiyayê dikin û got, Pêwîst e rêxistinên tenduristî û mirovî bi erkê xwe rabin û destekê bidin Heyva Sor a Kurd.”
Nexweşxaniya Onkolojî, Şewat û Telasmiyayê girêdayî Heyva Sor a Kurd di dawiya sala 2023’an de hate avakirin. Herwiha bi vekirina vê nexweşxaniyê re barê nexweşê telasmiyayê gelekî sivkbû, ji ber ku berî niha tu nexweşxane û navend tunebûn ku xizmeta van nexweşan bikin. Her tim kesên nexweş berê xwe didan nexweşxaneyên bi dirav, lê ev nexweşxaneya Telasmiyayê bi destkdayîna Hevya Sor a Kurd xizmeta gelek nexweşan dike.
Di derbarê xebat, piroje û zehmetiyên nexweşxaneya Onkolojî, Şewat û Telasmiyayê de Rêvebera nexweşxaneyê Hediya Ebdela ji Rojnameya me re axivî.

‘Mehê du caran zarok xwînê distînin’
Hediya Ebdela anî ziman ku ew li gorî derfetên Heyva Sor a Kurd xizmeta nexweşên nexweşiya telasmiyayê dikin û wiha got: “Em hewl didin ku li gorî derfetên xwe bi nexweşan re bibin alîkar û du bijîşkên herî jêhatî di herêmê de li nexweşxaneyê hene. Herwiha mehê du caran zarokên nexweşiya Telasmiyayê xwînê distînin, zarok xwînê bi giştî nagire lê gilokên sor yên di nava xwînê de bi riya cîhazê cudakirina xwînê hildigirin. Ev cîhazê cudakirina xwînê di herêmê de li nexwşxaneya Telasmiyayê tenê heye. Dema ku gilokên sor bin nexweş di aliyê tendurstî de rewşa wî baştir dibe, zêdtir sûdê jê digirin û xwîn bi wan re dirêj dike. Amûrên tenduristî yên herî pêşketî li nexweşaxaneya hene. Di heman demê de, me ji bo piskilojiya zarokan odeyeke lîstokan çêkirye, da ku zarokên nexwş dema xwe derbaskin û êşa xwe jibîr bikin.”
‘Hejmara zarokên bi nexweşiya telasmiyayê 370 ne’
Hediya Ebdela da zanîn ku hejmara zarokên bi nexweşiya telasmiyayê 370 ne û wiha pê de çû:“ Astengiyên ku em dibîn ew jî kêmbûna derfetaye, ji ber ku tu rêxistinên tendurstî û mirovî destekê na din me. Herwiha Heyva Sor a Kurd tenê xizmeta nexweşan dike û barê herî giran li ser milê wê ye. Di heman demê de, pêwîst e rêxistinên tendurstî û mirovî bi erkê xwe rabin û destekê bidin Heyva Sor a Kurd. Da ku Heyva Sor a Kurd karibe hemû amûrên tenduristî û derman ji bo nexweşan re peyî da bike û xizmeta wan bike.
Niha di vê demê de me ji bo ciwanên nexweş dest bi perwerdekirina zimanê engilêzî di nava nexweşxaneyê de kirye, ji ber ku ev ciwanên nexweş ji ber nexweşiya xwe nikarin biçin dibistanê. Herwiha me dest bi perwerdekirina kîmûter jî ji bo ciwanên nexweş re kiriye, lewma em semînerên piskilojî pêşkeş dikin ji bo ciwanên nexweş, da ku ciwanên nexweş xwe di nava civakê de kêm nebîne û jiyana xwe norman berdewam bikin.”
Rêvebera nexweşxaneya Onkolojî, Şewat û telasmiyayê Hediya Ebdela axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Banga min ew ku rêxistinên mirovî û tenduristî alîkariyê bi me re bikin, da ku em karibin xizmeta nexweşan bikin. Herwiha em bi hêvî ne bi giştî nexweşên me her tim rewşa wan a tenduristî baş be û ev nexweşiya telasmiyayê di nava civakê de kêm bibe.”






