Hemza Sêvo/ Qamişlo
11 sal li ser fermana 74’an a ku çeteyên DAIŞ’ê di derheqê civaka Êzidî de pêk hat, deras bûn. DAIŞ’ê bi hovîtî civaka Êzidî li Şengalê di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de da ber qirkirinê. Piştî 11 salan jî hîna çarenivîsa 6 hezar û 417 kesên Êzidî ne diyar e.
Destpêka êrişê
Bi armanca pêkanîna fermana 74’an li ser civaka Êzidî çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk amadekariyên xwe kirin. Di seet 2’ê şeva 3’ê Tebaxa 2014’an de, di şeveke tarî de DAIŞ’ê bi hişmendiya xwe ya reş û tarî, şev li Êzdiyan reştir kir. Bi şûr, tiving û banga Ellahû Ekber êrişeke pilankirî berda li ser gundên weke Til Ezêr, Kerzik, Cedala û Sîba Şêx Xidir kir. Di kêliyên destpêka êrişê de Pêşmergeyên PDK’ê xwe ji Şengalê tevî vekişandin û gelê wê radstî destên qirêj ên DAIŞ’ê kirin. Civaka Êzdî ji bo ku xwe biparêzin gelek hewldan kir, xwestin gelek xendeqan bikolin, wan bi çekên biçûk û hindik demeke kin li ber xwe dan, lê çeteyên DAIŞ’ê bi hovîtî êrişên xwe domandin.
Komkujî, koçkirin û revandin
Çeteyên DAIŞ’ê bi dehan komkujî di derheqê civaka Êzdî de pêk anîn, gelek kesên şahidên bûyerên komkujiyan bûn ji wan kesek bi navê Fewaz Emo bû, ew ji komkujiyê xelas bûbû, bûyer li pêş çavên wî hat pêkanîn û tê de jî 80 kes li bin dareke Şengalê bi guleyan jiyana xwe ji dest dan, di nav wan de kesên birîndar hebûn û di encamê de hatin kuştin. Lewma jî heta roja îro 43 goristanên komî hatine dîtin, herwiha çarenûsa 6 hezar û 417 kesî jî hîn nediyar e, di nava wan de mêr, jin û zarok hene. Di encama vê fermanê de 500 hezar Êzdî ji malên xwe bi sedema tirsê û parastina jiyana xwe hatin koçberkirin, di nav wan de bi sedê mirovan vekişiyan çiyayê Şengalê, lê ji ber dorpêçê û tunebûna debarên jiyanê, jiyana xwe ji dest dan. Di êrişa li ser Şengalê de bi hezaran Êzdî hatin revandin, ew weke kole û mertalên zindî ji hêla DAIŞ’ê ve hatin bikaranîn, li gundê Koco tenê 400 mêr hatin kuştin û hezar jinên wî gundî hatin revandin.
Ji wê demê heya niha kesên revandî û kesên hatin rizgarkirin:
Li gorî rojnameya The National a Birîtanî 6 hezar û 417 kes ji gelê Şengalê di sala 2014’an de hatin revandin, herwiha ji wê demê heta niha nêzî 3 hezar û 590 kes ji destê DAIŞ’ê hatin berdan. Li aliyekî din Ajansa Firans 24 tekez kir ku heta destpêka sala 2025’an derdoar 150 hezar penaber ji Îraqê vegeriyan Şengalê. Lê dîsa jî gelek penaber li kampên Başûrê Kurdistanê ne û ji ber kêmbûna debarên jiyanê ya Şengalê venagerin. Ajansa Reuters û The Guardian tekez kirin ku zêdeyî 155 hezar penaber li kampên Başûrê Kurdistanê û bajarên wê di şert û mercên zehmet de dijîn. Piraniya wan jî ji ber metirsiya ji çeteyên DAIŞ’ê ya ku hîna weke kabûsekî ye, ji ber ku tê zanîn hîna xeteriya DAIŞ’ê li Îraqê bi dawî nebûye.
Helwesta navnetewî têkildarî fermana Şengalê
Di sala 2016’an de Neteweyên Yekbûyî tiştên ku li Şengalê bûyî bi fermî binavkirin û xwest ku di 11’ê Îlûna sala 2024’an de Tîma Neteweyên Yekbûyî ya Rapirsînên li ser Komujiyên DAIŞ’ê, raporeke berfireh belav kir. Ew rapor derbarê komujiya Şengalê ya ku bi destê DAIŞ’ê hate kirin, tê de jî bi belgeyan hate tekezkirin ku DAIŞ’ê kiriyarên dermirovî û komkujî di derheqê civaka Îzdî de pêk aniye.
Rizgarkirina civaka Êzdî ji qirkirinê
Pêşengên pêngava rizgarkirina Şengalê HPG, YPJ û YPG’ê bûn bi fermandariya Egîd Civyan, Dilşêr Herekol û Nûjîn. Bi hestên tolgirtina jin û zarokên Êzdî bi coş û kelecanê şervanên fedayî dest bi operasyonekê kirin. Pêngava rizgarkirina bajarê Şengalê bi banga Rêber Apo di dîroka 11’ê mijdara 2015’an û bi alîkariya hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Gerîlayên HPG û bi tevlîbûna ciwanên Êzidî yên welatparêz destpê kir. Ji bo rizgarkirina bajarê Şengalê, ji bo bi PDK’ê re hevbeş operasyon bê destpêkirin hewldanek ji aliyê fermandariya YBŞ’ê de hat kirin. Lê PDK’ê ji ber hebûna Tevgera Azadiyê înkar dikir, qebûl nekir. Fermandar Egîd Civyan wiha digot, ‘Gava PDK’ê hat operasyonê, ne ku Şengalê ji DAIŞ’ê rizgar bike, weke ku hewl bide têxe bin serweriya xwe de. Herwiha di roja 13’ê Mijdara sala 2015’an de Şengal bi temamî ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin.






