Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Sedsala nû wê bi ramanê Rêber Apo tacîdar bibe’

03/08/2025
in ROJEV
A A
‘Sedsala nû wê bi ramanê Rêber Apo tacîdar bibe’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Endamê Meclisa Ciwanan A Dem Partî Devran Şîmşek diyar kir ku bi peyama Rêber Apo ya ‘Xwe û gel rêxistin bikin’, rola ciwanan ew e ku bên ba hev û hêza xweparastinê ava bikin û yekperestiya pergalê qebûl nekin û got, “Em ê sedsala nû bi pratîkirina pêvajoya Rêber Apo biparêzin.”

Ji bo her civakekê rola ciwanan a herî sereke ye, dema ku ciwan xwedî hêz û fikrên azad bin, dikarin li hemberî her siyasetê xwe û civaka xwe biparêzin. Lewma di her demê de yên ku rastî şer û siyasetan tên ciwanin, ji ber bi tunekirina hêza ciwanan, hêza civakê jî tune dibe. Ciwanên Bakurê Kurdistanê jî ji bo ku ji yekperestiya pergalê xwe rizgar bikin, avakirina xweparastinê pêwîst dibînin. Di heman demê de fikir û projeyên Rêber Apo çareserkirina kirîzên Rojhilata Navîn dibînin û pêkanîna pêvajoya nû ya ku Rêber Apo daye destpêkirin hewcedariya herî mezin dibînin.

Derbarê rola ciwana li Bakurê Kurdistanê û berpirsyartiya wan ji pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, endamê Meclisa Ciwanan A Dem Partî Devran Şîmşek ji Rojnameya me re axivî.

Devran Şîmşek diyar kir ku pêwîst e ciwan hêza xwe ya parastinê ava bikin û wiha got: “Bi peyama Rêber Apo ya ‘Xwe û gel rêxistin bikin’, rola me ciwanan ew e ku em bên ba hev û hêza xwe ya xweparastinê ava bikin. Paşê jî xwe bi awayekî komînal rêxistin bikin û derdora xwe jî li ser vî bingehê rêxistin bikin. Peywira me ya bingehîn ew e ku em dîrok, çand û nasnameya xwe ya etnîkî bikolin, wan derxin holê û yekperestiya ku pergal li me ferz dike, divê em wê qebûl nekin û dive em jiyaneke bi hev re ava bikin. Li ser vê esasê, ev yek ji peywirên me yên herî mezin e ku em van pêk bînin.”

‘Şoreşa Rojava şoreşa herî mezin a azadiya jin e’

 Devran Şîmşek tekez kir ku baweriya gel û ciwanan a bi Rêber Apo re zelal e û wiha bilêv kir: “Wek ciwanan me parastinên Rêber Apo xwendin û me li ser bangewaziya niha ya Aştî û Civaka Demokratîk nîqaşên xwe kirin. Di van xebatan de me careke din dît ku baweriya gel û ciwanên me ya bi Rêber Apo re zelal e. Me li ser wê yekê nîqaşên xwe kirin ku modernîteya kapîtalîst niha di krîzekê de ye û çareseriya vê yekê jî tenê bi rêya avakirina modernîteya demokratîk dikare pêk were, em ancax wisa dikarin kirîz û şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bikin û gelan di meclisên taxan de bi rêxistin bikin, piştre bi rêya wan rêveberiyên xwe yên xweser ava bikin û jiyana hevpar dayînin. Li vir bingeh ew e ku em li ser bîrdoziya azadiya jinan hûr bibin, Şoreşa Rojava bikin pratîkê ku li Rojhilata Navîn şoreşa herî mezin a azadiya jinan e û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li tevahiya cîhanê belav bikin, li ser vî bingehî rexne û têkoşîna jinan û jiyana hevpar bidin naskirin.”

‘Bi avakirina meclisên taxan em ê rê li ber şerê taybet bigirin’

Devran Şîmşek eşkere kir ku endamên şerê taybet madeyên hişbirê dixin taxên welatparêz û wiha pê de çû: “Bi giştî, em bi şerê taybet re rû bi rû dimînin. Ciwanên me ketine destên çeteyan û em dibînin ku endamên şerê taybet bi xwe madeyên tiryak û hişbirê dixin nava ciwanên me yên welatparêz û li taxên ku lê dimînin belav dikin. Têkoşîna herî mezin a li dijî van ew e ku em meclisên taxan ava bikin, çalakiyan li dar bixin û xwedî li ziman, çand û dîroka xwe derkevin, hem jî em xwe di aliyê zanistî û civakî de bi pêş bixin. Wekî me li jorê jî gotî, em hewil didin ku pergaleke wisa ava bikin ku em ziman, çand û dîroka xwe û xwe bi rê ve bibin.”

‘Sedsala nû wê bi pratîkirina pêvajoya Rêber Apo dayî destpêkirin were parastin’

 Devran Şîmşek di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku xwedîderketina li pêvajoya Rêber Apo xwedîderketina li sedsala nû ye û wiha qedand: “Berpirsyariya me ew e ku pêvajoya Rêber Apo daye dest pê kirin, em xwedî li wê derkevin. Xwe û gel bi rêxistin bikin û parêznameyên rêbertiyê li her derê bixwînin. Di heman demê de ji ciwan û gelê xwe re vê pêvajoyê rave bikin, ji ber zanîna tewriya parêznameyan ne bes e, lê pêwîste ku em wan di jiyana xwe de bikin pratîkê de. Hêza me ya herî mezin ew e ku em bi awayekî kolektîf bên ba hev û di sedsala nû de jiyana demokratîk û azad a gelan biparêzin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.