Esma Mistefa/Qamişlo
Çîrokên fermana hovane ku civaka Êzîdî tê re derbas bûye, ne tenê bi fermana herî dawî a 3’ê Tebaxa 2014’an re, îfade dike. Di 74 fermanan de ev civak bûye qurbaniya zihniyetên dijmirov, olperest û netewperestiyê. Di salvegera komkujiya 2014’an de em serpêhatiyên du jinên ku ji destê DAIŞ’ê ji aliyê hêzên YPJ’ê ve hatine rizgarkirin, vedibêjin.
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de fermana 74’an li ser civaka Êzîdî li Şengalê pêk hat. Ev komkujî û ferman bi mabesta qirkirina civaka Êzîdî hate kirin. Di encama vê fermanê de bi hezaran gelê Êzîdî hatin kuştin, koçberkirin û bi taybet bi siyaseteke pir qirêj jin û zarok ji xwe re birin û mezin kirin. Di hurguliyên wê serdemê de gelek siyaset û nêzîkatiyên qirêj li ser jinan û zarokan hatin meşandin. Lê piştî bidawîkirina terora DAIŞ’ê di Sûriyê û herêmên Rêvebriya Xweser de, bi hezaran jin û zarok ji aliyê YPJ-YPG û HSD’ê ve ji destê wan hatin rizgarkirin û heyanî niha jî tên rizgarkirin.
Dibe ku ev çîrokên fermanê weke hev xuya dikin, ji ber ku hemû jî behsa trajediyeke mezin dikin. Her wiha behsa hovîtiyeke mezin dikin. Dibe ku zeman û mekana ku ev çîrok lê derbas dibin yek bin, dibe ku çîroka jin, zarok û kalemêran weke hev bin. Ji ber ku hemû ji civakek bûn. Lê her yek ji wan xwedî paşeroj, xwedî jiyan û xwedî siberojekê bûn. Eger em bi ziravî berê xwe bidin rastiya van çîrokan, yek ji van çîrokan jî naşibe yê din.
Dîlgirtina 5 salan a Dilvîn Qasim a di destê DAIŞ’ê de

Dilvîn Qasim ji gundê Til Qeseb a ser bi Şingalê ye. Ew jî yek ji jinên dîlgirtî ya dema fermanê ye. Dilvîn Qasim, pîştî pênc salên dîlgirtinê, di sala 2019’an de li gel malbata xwe bi alikariya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji Kampa Holê ji destê DAIŞ’ê hatiye rizgar kirin. Niha li gundê Til Qeseb bi zarokên xwe re dijî. Lê pîştî 11 salên fermanê heta niha, ji hevjinê xwe Salih û ji xwezûrê xwe ti agahî negirtiye. Kurekî wê, di dema esaretê de li gundekî bajarê Dêrazorê di êrişa balafirên Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê de, li gel wê tê kuştin. Bêyî ku em zêde bikevin navberê, emê ji zimanê wê, çîroka wê guhdar bikin û binivîsin.
Dilvîn û malbata xwe pêk ve têne girtin
Dilvîn Qasim bi dilgiranî behsa wan kêliyan dike ku çeteyên DAÎŞ’ê êrişê Şengalê dikin: “Dema DAIŞ’ê êriş kir, em li mala xwe bûn. Em ji malê derketin, me berê xwe da Çiyayê Şengalê. Me xwe gihand çiyê. Dema em li çiyê bûn, hin kes agahî ji bo me şandin û gotin vegerin tiştekî nîne. Em jî vegeriyan, di dema vegerê de em li nezî Gundê Solax bûn çeteyên DAIŞ’ê em girtin. Dema em hatin gîrtîn ez û 6 zarokên min ku hemû zarok biçûk bûn, hevjînê min, xwezûr û xwesûya min em bi hev re hatin girtin. Ji malbata mala bavê min jî xwişk û birayê min hatin girtin. Weke din, di nav girtiyan de malbatên nêzî me hebûn.”
Firotina jinên Êzidî, îşkenceya li zarokan
Rojên dîlgirtinê yên di destê DAIŞ’ê de bi zor, zehmetî û îşkence derbas dibe ku Dilvîn Qasim bi kelegirî dikare behs bike: “Îşkence li zarokên me dikirin. Bi darê zorê, bi zarokên me Kurean didan xwendin. Bi darê zorê nimêj bi wan didan kirin. Li zarokan didan, tî û bîrçî dihiştin. Jin û keçên Êzîdiyan li sûk û bazaran difirotin. Jin û zarokên Êzîdiyan ji xwe re dikirin kole. Ji bo ku em bitirsin, kesên dikuştin dîmenên wan dikşandin û ew dîmen bi me didan temaşekirin”.
Rêwîtiya di dîlgirtinê de
Di dema esaretiyê de, Dilvîn Qasim û zarokên wê ji Şengalê ber bi Telafer, Badûş, Reqa, Tebqa dikevin nav rêwitiya esaretê. Dilvîn Qasim wiha behsa vê rêwitiyê dike: “3’ê Tebaxa 2014’an em li Gundê Solax girtin, seatên nivrojê bû. Wê rojê heta evarê li ber dikanên ser rêya bajarê Şengalê em dan sekinandin. Dema bû şev, em bi seyaran birin navçeya Tilafer. Li Tilafer em xistin nav medreseyekê. Em mehekî li Tilafer bûn, her carê cihe me diguherandin lê em her li Tilafer bûn. Ji Tilefer em birin zîndana Badûş, ji wê derê em birin gundê Kesîr Mehrem. Nêzî du mehan em li wî gundî man ji wê derê em birin Sûriyê”.
Çûna Baxoz û Kampa Holê
Dilvîn Qasim û malbata wê, ji roja fermanê heya sala 2019’an, bajar bajar digerin lê her esîrên di destê DAIŞ’ê de ne. Piştî ew dibin Sûriyê, zêdetir li Tebqa û Reqayê dimînin, Dilvîn Qasim wiha pê de diçe: “Dema em li Sûriyê bûn dem bi dem cihê me dihat guherandin. Em zêdetir li bajarê Reqa, Tebqa li wan bajar diman. Dema şer li wê derê zêde bû em anîn Baxozê, ji wê derê jî bi jinên DAÎŞ’î re em anîn Kampa Holê. Jinên Êzîdî yên esîr, di kampên cuda de didin sekinandin. Yan jî, ji ber hemû jinan çarşefên reş li xwe dikirin, me yek ji yekê nas nedikir”.
Pêngava QSD’ê, Rojên Rizgarî û Azadiyê
Piştî 5 salên esaretê, êdî rojên xilasiyê ji Dilvîn Qasim re xuya dikir. Di sala 2019’an de, bi pêşengiya hêzên QSD’ê derbên giran li DAIŞ’ê hatin xistin û bi hezaran êsîrên di destê DAIŞ’ê de hatin rizgarkirin. Dilvîn Qasim wiha behsa roja rizgariyê dike: “Em ji Kampa Holê xilas bûn. Sala 2019’an bû, Mala Êzîdiyan a Rojavayê Kurdistanê hatin û ez û zarokên min em ji Kampa Holê xilas kirin. Dema em xilas kirin agahiya me jê nîn bû. Şevekî du-sê kes hatin Kampa Hole ku em jî tê de bûn. Ew kesên hatin kampê, navên me gotin. Lê ji ber me ew nas nedikir em tirsiyan, me navê xwe negot. Berê çeteyan em tirsandibûn. Dema navê me hate xwendin, me ji wan re gote ne em in. Kesên hatibûn ji me re gotin ‘me ev agahî ji malbatên we girtine.’ Wê şevê em ji Kampa Holê derxistin. Em birin Mala Êzîdiyan a li Rojava. Em 20 roj li mala wan man. Pîşt re em gihandin malbatên me, em hatin Şengalê”.
‘Ez dixwazim hestiyên kurê xwe bînîm Şengalê’
Yek ji kurên Dilvîn Qasim, dema ku di destê DAIŞ’ê de êsîr e li Dêrezorê di encama bomberana balefirên Koalîsyona Navnetewî de canê xwe ji dest dide. Dilvîn Qasim wiha behsa vê bûyerê dike: “Em li Dêrazorê bûn, di navbera gundê Haçîn û Susa de em diman. Em esîrên di destê DAÎŞ’ê de bûn. Êrîşên balafirên koalisyonê, li ser qadên DAÎŞ’ê çêbûn. Wê demê êrîşên balafiran li ser cihê ku em lê bûn çêbû. Kurê min jî wekî êsîr di destê DAÎŞ’ê de bû. Ew ji li gel me bû. Wê demê disa cihe kû em lê diman êrîşên balafiran çêbû, di wan êrîşan de kurê min şehîd bû. Hefteyekê cenazeya wî li erdê ma, pîşt re kurê min ê li gel min bû, em çûn me cenazê wî li wê derê hilanî. Cihe ku min kurê xwe binax kiriye ez dizanim. Li hemberî Mizgefta Rahmane mezargeh heye, me li wê mezargehê gor kir. Niha ez ji kesên pêwendidar daxwaza alîkariyê dikim. Bi min re bibin alîkar, ez dixwazim hestiyên kurê xwe binim, li mezargehên Şengalê bidim axê”.
Hevjîn û xwezurê Dilvînê wenda ne
Dilvîn Qasim ev 11 sal in ji hevjinê xwe û xwezûrê xwe ti agahi negirtiye, çarenûsa wan ne diyar e. Dilvîn Qasim bi van gotinan daxwaza alîkariyê dike: “Hevjînê min Salih û bavê wî, dema li gundê Solaxê em girtin em li gel hev bûn. Pîştî wê rojê edî min ew nedîtine û de derheqê wan de ti agahiya me nîne. Daxwaza min, bila ji bo êsîrên me yên di destê DAÎŞ’ê de ne xebatekê bê meşandin û bila bên xilas kirin. Daxwaza min a dawî ev e. Bila kesên wenda, ya bi saxî ya jî hestiyên wan ji bo me bînîn”.
Rîham Hecî jina herî dawî a ku ji aliyê YPJ’ê ve ji destê DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin

Bi salvegera komkujiya 3’ê Tebaxê re herî dawî di 24’ê Tîrmehê de Hêzên YPJ’ê Jina Êzidî a bi navê Rîham Hecî ku ji destê DAIŞ’ê rizgarkiribûn, rizgarkirina wê ragihandin û radestî Hêzên Şengalê kirin. Rêham jina herî dawî ku ji destê terora DAIŞ’ê hatiye rizgarkirine ku bi sedan jin û zarokên weke Rîham hene li benda rizgarkirinê ne.
Rîham di sala 2014’an de ji aliyê terora DAIŞ’ê ve di dagirkirina Şingalê de hate revandin. Rîham Hecî yek ji zêdetirî sê hezar jin û zarokên ku hatine revandin bû ku heya niha jî hin jinên Îzidî di destê wan de ne. Dema Rîhan hatiye revandin ev 10 salî bû. dema vegeriya mal ew bûbû 21 salî. Rîham piştî 11 salan di encama oparasyoneke hêzên YPj’ê de hate rizgarkirin. Piştî Rîham hat rizgarkirin nêzî 5 heyvan weke ku wê aniye ziman li gel Hêzên YPJ’ê ma û xwedî lê derketin.
Dema Rîham wê vegeriya ba Şingalê gel Malbata xwe, ew ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), radestî Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) hat kirin.
Rêwîtiya Rîhamê
Rêwîtiya bi êş a Rîhamê dema ku ew deh salî bû dest pê kir, dema ku ew ligel xwişka xwe, pênc birayên xwe û çend xizmên xwe di dema dagirkirina navçeya Xanesor a Şingalê ji aliyê DAIŞê ve di sala 2014an de hatin revandin.
Rîhamê ji medyayên civakî û torên ragihandê yên ku tevlî bûye de behsa jiyan û hestên xwe dema girtine dike ku wiha dibêje: “Ez nêzîkî heft mehan bi jina Ebûbekir el-Bexdadî re jiyam. El-Bexdadî bi xwe hewl dida ku min neçar bike ez bibim keça wî û jiyana min bi tevahî kontrol bike. Wî ji min xwest ku ez her tiştê li ser eslê xwe, ol û malbata xwe ya Êzîdî ji bîr bikim. Min red kir, lê wan zext li min kirin”.
Rîham dibêje, “Tevî zehmetiya jiyanê û zexta giran, min teslîmî hewldanên wan ên ji bo jêbirina nasnameya min nebûm. Min her roj bi hêviya vegerandina cem malbata xwe dijiyam. Îro, piştî 11 salan ji veqetandinê, ez bawer nakim ku ez vegeriyame hembêza birayên xwe, xwişk û bavê xwe.”
Rîham tenê xwişk û birayên xwe bi bîr tîne, lê ji ber ku temenê wê biçûk bû dema ew hate revandin, ew nikare endamên din ên malbata xwe bi bîr bîne. Ew tekez dike ku bandora wan salên dijwar bi hêsanî nayê jêbirin.






