Stêrk Mihemed/Qamişlo
Navendîbûna Sûriyê ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e, lê belê pirsgirêka tevahî Sûriyê ye ji ber ku ev kirîz mafê tu kesî di Sûriyê de naparêz e, lê belê Sûriyê ber bi alozî û qirkirinê ve dibe.
Piştî ruxandina Rêjîma Baas di 8’ê Kanûna 2024’an de Sûriyê kete qonaxek nû, ev qonax bi hatina Hikumeta Şamê ya veguhêz tê naskirin, ev qonax tenê guhertin di nav de çêkir. Sûriyê bi ruxandina rêjîma Baas û hatina Hikumeta Şamê ya veguhêz li ser desthilatdariyê re, tu guhertina siyasî çênekir herwiha di heman çarçoveyê de navendîbûna Sûriyê diparêz e û rêbazê neqebûlkirina gelan û netewan dimeşîn e. Gelo ev hikumet bi navendîbûna Sûriyê wê mafê Sûriyê biparêz e? Navendîbûna Sûriyê ji bilî alozî û parçekirina Sûriyê tiştekî bi xwe re nayîne, ji bo vê jî Rêveberiya Xweser, QSD’ê û tevahî gel şerê ji bo ne-navendîbûna Sûriyê dikin.
Bi hişmendiya heyî re wê pêşeroja Sûriyê ber bi ku ve biçe?
Navendîbûna Sûriyê wê Sûriyê ber bi qeyran û şerê navxweyî ve bibe. Di nava Sûriyê de eger alûziya navendîbûna Sûriyê were pêk anîn wê şerê navxweyî di nava Sûriyê de dest pê bike, ev şer wê bi xwe re roj bi roj alûziya sûriyê kûrtir bike û wê Sûriyê ber bi parçebûnê ve bibe. Li sûriyê hêvî ew bû ku piştî ketina rejîma Baas aramî û aştî pêkwere û dawiya tûndiyê were, lê berûvajî wê, rojane komkujî li ser gel pêktê û kiryarên dijmirovî di serî de li hemberî jinê têne meşandin.
Pêwîste mafê gelan li Sûriyê were parastin?
Bi hişmendiya ku hikumeta veguhêz ya şamê re wê mafê tu gelî neyê parastin, berûvajî vê yekê, rojane li ser gelan komkujî tê pêkanîn û zimanê ku gelan diberde hev û di navbera gelan de şerê navxweyî pêşdixe û neqebûlkirina gelan ji hevre ava dike. Komkujiyên ku li barava Sûriyê li ser gelê Elewî û li Siwêda li ser gelê Durzî, herwiha li ser gelê Xiristiyan û komkujî û gefên li ser kurdan rastiya vê yekê radixe ber çavan.
Zihniyeta ezezî, desthilatdarî û tunekirinê ji aliyê hikumeta Şamê ya veguhêz li ser gelê Sûriyê tê meşandin, ev hikumeta ku vîn û hebûna gelan qebûlnake wê çawa pêşerojek bi ewle û qaşo demukrasiyê ji bona sûriyê pêkbîne. Rasiya heyî li cem hemû gelan fikarên cuda bi xwe re tîne û gel ji bona pêşeroja Sûriyê bi guman û fikarin û rewşa heyî tu hêviya ku wê aramî û aştî li Sûriyê pêkwere nade.
Di siberoja Sûriyê de wê mafê jinê çawe were parastin
Li Sûriyê bi hatina hikumeta şamê ya veguhêz re jin ji hemû milî ve hat piştguhkirin û di hemû warî de mafê wê tê binpêkirin, herwiha li ser jinên Elewî, Durzî û Xiristiyn û kurd komkujî têne meşandin, têne revandin û destdirêjî li ser wan tê meşandin. Di nava rêveberiya nû ya hikumeta veguhêz ya şamê de, tu cihê jinê tuneye û tenê çend jin di rêveberiyê de cihdayîna wan, ew jî ji bona xapandina raya giştî ye.
Ger ku di pêşeroja Sûriyê de mafê jinê neyê misogerkirin, ne gengaze ku mafê civakê jî were misogerkirin, ji ber ku pêwîste di serî de mafê jinê were parastin. Lê ji ber ku hikumeta şamê ya veguhêz, li pey desthilatiya xwe ketiye û tu derdê wê yê xwedîderketina li civakê û rewşa civakê tuneye, ji ber wê ji hemû milî ve civak tarûmaro dibe û hemû dewletên dervejî herkes li gorî bercewendiyên xwe rêveberiya şamê û gelê wê ji bona xwe bikartîne. Di nava bazariya ku li ser Sûriyê tê meşandin, hikumeta şamê ya veguhêz gihiştiye wê astê ku welatê xwe û gelê xwe pêşkêşî hêzên derve dike û mîna gurekî dev bi xwîn xwîna gelê xwe dirgîne û vê yekê ji bona xwe jî mîna şanaziyekî dibîne. Herwiha ger ku di nava Sûriyê de deng û rengê jinê tune be, tê wateya ku Sûriyê û pêşeroja Sûriyê jî tune ye. Di siberoja Sûriyê de pêwîste ku jin cihê xwe di hemû warê jiyanê de bigre û tucaran neyê piştguhkirin. Ji ber ku jin hem di dîroka sûriyê de û hem jî di roja îro de bedelin giranbuha dane ji bona azadî û demukrasî pêkwere û ew ji hemû milî ve pêşengiya civakê dike.
Pêwîste demukrasî û aştî li Sûriyê pêkwere
Rojane li seranserî Sûriyê û bi taybet li berava Sûriyê li ser gelê Elewî di heman demê de li ser gelê Kurd, Durzî, Elewî û Xiristiyan komkujî, qirkirin tê meşandin. Gelo ev gelê ku tê qirkirin, ne gelê Sûriyê ye, ew nexwediyê vê xakêye û nexwediyê dîroka vî welatiyê ye. Çime bi vî rengî tê kuştin û komkujî rojane li ser tê meşandin û ji heft salî heyanî heftî salî tê tunekirin. Tişte ku bala mirov dikşîne, li ber çavê her kesî ev yek tê kirin û kes dengê xwe nake, jin têne kuştin, revandin û tezawizkirin û mirov têne serjêkirin û şewitandin û her tişî bi ser gelan de dikin, lê kes dengê xwe nake. Mirovahî bê hîs û bê wijdan maye, her tiş bûye berjewendî û ji bona parastina berjewendiyan her tiş mubah tê dîtin. Mirov bûye gurê mirov, ne axlaq, ne jî wijdan û ne jî pîvanê mirovatiyê maye li holê. Civaka ajalan jî ne bi vî rengî ye û rewşa heyî pir xeternake û pêwîste civak tev li hemberî vê rewşê serî rake û li ber xwe bide.
Gelên ku li ser xaka Sûriyê dijîn hemû xwediyê vê xakê ne û kes ji kesî çêtir nîne, hemû gelan bi hevre ev ax parastin û xwîna xwe ji bona vê xakê rijandin û mafê her kesî heye ku li ser vê xakê bi rengekî azad bijî û jiyaneke biromet bijî.
Riya çareseriyê hevgirtina gelan e
Bi dirêjya alûziya Sûriyê, her tim hewildana hêzên navdewletî û heremî ew bû ku alûziya Sûriyê hîn kûrtirbibe û riyên çareseriyê hemû werin girtin. Di serî de rejîma Baas jî amûrek bû ji bona pêkanîna vê yekê, ji ber ku her tim hewildana rejîmê ew bû ku pirsgirêkên heyî bi komkujî, qirkirin û şidetê çareser bike.
Hêzên navdewletî û heremî jî her tim ji bona parastina bercewendiyên xwe sûriyê û gelê wê ji bona vê yekê bikaranîne û tucarî ji bona ku aştî û aramî pêkwere tiştek nekirine, berûvajî wê êş, azar û pirsgirêkên li sûriyê têne jiyan kirin hîn kûrtirkirine û riyên çareseriyê hemû xetimandin.
Hêvî ew bû ku piştî 13 salan ji şoreşa Sûriyê û şer, pevçûn û qeyrana heyî aramî aştî li Pêkwere; lê berûvajî vê yekê rewşa heyî hîn alûztir bû û Sistema heyî ji ya Baas hîn xirabtire û gel bi fikare ku wê rewşa heyî berû kûve biçe. Herwiha saziyên navdewletî jî vê yekê bi çavê xwe dibînin, lê dengê xwe nakirin û ger ku tiştekî bêjin jî tenê gotin dimîne, sankî cîhan mîna zagonên daristanê lêhatiye, yê xurt û bi hêz û çekên wî heye û pişta wî heye, yê din dixwe û tu pakî û hesabî ji kesî re nake.
Li beramberî rewşa ku li seranserî Sûriyê tê jiyan kirin, sistemê rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimîna riya yekane ya xilasiya gelê Sûriyê. Ji ber ku rêveberiya ku hatî avakirin, herkes cihê xwe têde dibîne û mafê her kesî têde tê parastin û li ser bingehê yekîtiya gelan û netewa demukratîk û jiyana hevbeş kar û xebat tê kirin. Ji bona vê yekê di serî de gelê Sûriyê û civaka welatên heremî û cîhan tev vî sistemî ji bona siberoja Sûriyê herî sistemê guncaw dibînin û erkê ku dikeve ser milê Rêveberiya xweser ew e, ku sistemê heyî ji bona tevahî sûriyê bike mal û xwedî li destkeftiyên ku bi xwîna gelan pêkhatine derkeve.






