Asya Weşûkanî
Gelê Kurd gelek êşên dijwar jiyan e. Hîna jî wan êşan dijîn û birînên wan perçivîne. Ew birînên perçivî jî xwîn û edabê diavêjin û weke rûbaran xwîna mirovên Kurd bêsînor diherike, wijdanê mirovan bi xwe re dibirijîne. 200 sal in ku mirovên Kurd her di nava, komkujiyan de bi qîrîn, nalîn, girî, şîn, jan, kuştin û talanan re rû bi rû maye. Wiha li wan hatiye ku her radibin û dikevin. Ji hêz ketine û bi erdê re bûne yek. Jixwe wiha li xelkên Kurd hatiye ku komkujî bûye parçeyek ji jiyana wan û nexasim jî komkujiyên mezin hatine serê Kurdên Ezidî yên di 73 komkujiyan re derbas bûne. Dema mirov dibêje, Êzidî komkujî tên bîra mirovan û mirov xembar dibe. Ez pirs dikim gelo Ezidiyên pêşiyên me yên destpêkê çi kirine, desthilatdarî li ser kê meşandine û welatê kê talan kirine?
Ma hovîtî ewqasî dibe? Ma mirovahî miriye û em ê niha çawa qala mirovahiyê û şahristaniyê bikin? Çi derewe ku pergala sermayedar ji xwe re dibêje, medeniyetparêz? Ez jî pirs dikim gelo medeniyetparêzî bi hovîtî û tundrewiyê dibe? Gelo ev çi medeniyet e ku hov û tundrewan diparêze, jin, zarok û mirovên bi temen mezin dike qurban, li pey sûdmendiya xwe dibezin û gelan diperçiqînin, wan ji xwe re dikin qurban. Dema mirov li ser rewşa Kurdên Ezîdî dihizire, mirov gelekî hêrs dibe. Mirov dixwaze devê xwe bilebitîne, tevahî kerba xwe bi ser wan tundrewan, hovan û efendiyên wan ên “medenî” vala bike û her gotina xerab layiqî wan bibîne. Careke din ez ji wan efendiyan re dibêjim, gelo wan xelkan çi kirine, çima navên wer nelirê li wan dikin, çima ji wan re dibêjin, heram, xenzîr, şeytênperest? Çima ji bo wan bikin hedef û komkujiyan li ser wan pêk bînin, navên wer cuda li wan dikin?
Ez jî dibêjim, ên faşîst, qatil, tundrew, talangir û kafir ew bi xwe ne ku dibêjin, “Em medeniyetparêz in” û qet mirovahî li cem wan peyda nabe. Dema em vedigerin pelên dîrokê û lêkolîn dikin em dibînin ku em hemû jî neviyên Êzidiyan e. Di serdemên berê de serweran gelek komkujî li ser me pêk anîne. Em weke netewe parçe parçe kirine û hîn jî razî nînin. Naxwe divê mirovahî haj li rastiyên dîrokî hebe. Ji bo haya mirov mirov hîn baştir ji heqîqetên dîrokî hebe, teqez divê zanebûneke mirov a felsefî û civakî jî hebe. Ji bo mirov rastî û şaşiyan ji nav hev derxe, divê di asta civaknasan de xwe zana bike. Dirêjahiya dîroka civaka me ya Êzidî digihîje zanyar û fîlozofê xwezayê Zerdeştê Kal. Rastiya wê di nava Mishefa Reş de hatiye nivîsandin û hîna jî ev ola kevnar pir baş nehatiye naskirin.
Çeteyên DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa sala 2014’an bi hovîtî û tundrewî êrîşî Şengalê û xelkê me yê Êzidî kirin. Bi sedan zarok, jin, mêr û mirovên temenmezin, kirin hedefa xwe. Ew bi rêbazên dermirovî kuştin û warê wan talankirin. Ne tenê ev, dest avêtin şerefa wan, bi sedan, keç, bûk û jinên xelkên Şengalê kirin nav qefesan birin li bajarên weke Reqayê li bazaran firotin. Jixwe hewce nake em li ser hêzên tundrew ên DAIŞ’ê, dirêj xeber bidin û wan bidin naskirin. Ji ber li her deverê û di nava hemû gelan de têne naskirin. Hovîtiya wan pir baş derketiye holê. Lê erka me ye teqez em rastiya wan hovên tundrew derxin holê û kiryarên wan bi gelan bidin naskirin da ku her kes zanibe wan dirinde û gemaran çi kirine û bi tundî wan tawanbar bikin. Dema çeteyan 3’yê Tebaxê berê xwe dan xelkên Şengalê, tevahiya cîhanê dît, lê mixabin gelek welat bêdeng man û rola sê meymûnan berdewam kirin.
Dema mirov temaşeyî dîmenên komkujiya Şengalê ya wê demê dike, ronahî di çavên mirovan de namîne. Ji dilê mirov tê ku tevahî navên herî xerab ên weke “hov, dirinde, qatil, bêwijdan, faşîst û hwd. li wan çeteyên dijminê mirovatiyê bike. Ez bawer im ku ne Sargon (Împaratorê yekem ê cîhanê) û ne jî Hammurabî yê xwedîyê 1000 zagonî, ne jî Hîtler, Mussolînî karên wiha xerab, tundrew û xwînrij kirine. Lê DAIŞ’iyên ji pîvanên mirovahiyê bêpar, her tişt anîn serê mirovên sivîl ên Şengalê û ew di komkujiyan re derbas kirin. Dema ku ez behsa vê rewşa xerab dikim, xwe mîna di nav zemîn lerzekê (zelzele) de me û dinya li dora min xerab dibe hîs dikim. Lê mixabin dewletên sermayedar û pêşengên wan ên pozîtîvîst ne dibînin, ne deng digirin û ne jî behs dikin. Teqez divê were zanîn ku sersebebê wan komkujiyan jî ew “medeniyetparêz” bi xwe ne.






