Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Alîkariyên mirovî ji bo Siwêdayê hatin şandin

31/07/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Alîkariyên mirovî ji bo Siwêdayê hatin şandin
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Komeleya Mezopotamiya ya Alîkarî û Geşkirinê bi destkdayîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên çalak kerwanekî alîkariya mirovî ku ji 55 pakêtên xwarinê û ard pêk tê, ji bo malbatên hewcedar yên li Siwêdayê re şandin.

Komeleya Mezopotamiya ya Alîkarî û Geşkirinê bi armanca alîkariyên mirovî û tendurstî di Adara 2025’an de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin. Ji meha Adarê ve dest bi karê xwe kiriye û bi hemahengiya hikumeta veguhêz a Şamê re kar û xebatê xwe li tevahiya Sûriyê bi rêve dibe. Herwiha Komeleya Mezopotamiya di demên pêş de hewl dide ku ofîsên xwe yên alîkariyên mirovî û tenduristî li tevahiya Sûriyê ava bike.

Komeleya Mezopotamya yê bi destkdayîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çalakiyên saziyan karwanekî alîkariyên mirovî ji bo malbatên hewcedar ên li Siwêdayê re amede kirin. Li gorî organîzatoran alîkarî ji 55 pakêtên xwarinê û ard pêk tê. Karwan gihştiye Reqayê û wê ber bi Siwêdayê ve bi rê bikeve. Di heman demê de, li gorî derfetên komeleya Mezopotamiya wê ev alîkariyên mirovî berdewam bikin û wê alîkarî li malbatên hewcedar werin belavkirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ev cara 4’emîne ku ji aliyê Komeleya Mezopotamiyayê ve alîkariyên mirovî ji bo Berava Sûriyê re tên şandin.

Yekem kampaniya alîkariyan di meha Adarê de bi hevkariya însiyatîfa gelên herêmê, Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser ji Berava Sûriyê re hatin şandin. Di karwanan de 20 kamyon alîkariyê hebûn ku ji 10 hezar pakêtên xwarinê pêk dihat.

Ya duyem; di 19’ê Gulanê de jî Komeleya Alîkarî û Geşedanê ya Mezopotamiyayê bi hevkariya Desteya Kar û Barên Civakî û Rêveberiya Xweser karwanê 2’emîn a alîkariyên mirovî ji bo peravê Sûriyê re şandin. Herwiha Kampaniya alîkariyan ji hezar û 500 paketên xwarinê pêk dihat.

Ya sêyem; di 30’ê Gulanê de jî bi hemahengiya Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser alîkariyên mirovî ku ji 6 hezar pakêtên xwarinê pêk dihat,  ji berava Sûriyê re şandin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.