Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kovara Afaq El-Merea xebatê jin ronî dike

31/07/2025
in JIN
A A
Kovara Afaq El-Merea xebatê jin ronî dike
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Edîtora giştî ya Kovara Afaq El-Merea Dîlan Osman anî ziman ku di nav şert û mercên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Kovara Afaq El Merea da ku rewşa jinan ji aliyê leşkerî, siyasî û civakî de, were derxistin, Kovara Afaq El-Merea di sala 2023’an de dest bi kar û xebatê xwe kir.

Bi çirûska Şoreşa Rojava re, jinan di nava refên têkoşînê de cih girtin. Yek ji van refan jî kovara ku mijarên jinan ronî dike “Afaq El-Merea” ye a ku di sala 2023’an de hate vekirin, kovareke siyasî, rewşenbîrî û çandî ye ku xwedî naverokeke cihêreng e û mijarên jinan çareser dike û jinên siyasetmedar, çalakvan, rewşenbîr, hunermend û hemû kesên ku ji bo ronîkirina xweza û nasnameya rastîn a jinan bêwestan hewil didin, profîla wan pêşkêş dike.

Edîtora giştî ya Kovara Afaq El-Merea Dîlan Osman derbarê kar û xebatên ku kovar dide meşandin ji Rojnemeya me re axivî.

‘Ji 2023’an heta niha kovara Afaq El-Maraa 14 hejmar derxistine’

Edîtora giştî ya Kovara Afaq El-Merea Dîlan Osman anî ziman ku beriya ku Kovara Afaq El-Maraa dest pê bike gelek nîqaş hatin kirin û kovarek jin bi zimanê erebî be û wiha got: “Kovara Afaq El-Merea ne kovara jin a yekemîn e ku li qadê derketiye, lê belê yekemîn kovara jin bi zimanê erebî ye. Kovar li ser daxwaz û pêşinyara tevgera jin û YRJ’ê dest bi kar û xebatê kir, di heman demê de Afaq El-Merea yek ji beşên prodîkisyona jin e, di bin sîwana wê de xwe birêxistin dike. Kovara Afaq El-Maraa bi zimanê erebî hate esas girtin, daxwaza me ewbû ku em xwe bighînin jinên derdor, ku tecrubeyan ragihînin . Ji 2023” an heta niha  kovar 14 hejmar derxistine, tevî şert û mercên cûda û guhertinên di qadê de çêbûne, hejmar di wexta xwe de her du mehan carek derdikeve, 14 hejmarên ku me derxistine hemû derbarê dozen jin, malbata demokratîk, hevserokatî, tevgerên jin û çanda jin, herwiha di nav de hejmarên taybet jî hebûn. Weke rojnamevanên jin bi van serenavan xwestin  ku di civaka xwe de guhetin çêkin û di rêbazê jiyanî ne, ku li şûna cihê ku desthilatdarî û ne wekeheviya di navbera jin û mêr de hebe mirov dikare  di nav civakê de jiyaneke hevbeş pêşinyar bike, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têkoşîna jinan di astekî bilind de ye. Di van 14 Hejmarên ku me derxistine di nava her yekê ji wan de cûdahî heye ku hejmarek ji ya din ferq dike, ku ji hejmara yekem hate derxistin û ya dawî em dibînin ku çiqasî pêşketin di asta nivîskarên jin ê kovarê de çêbûye, herwiha asta têgihiştinê zêde bûye.”

   ‘Me karî xwe bighînin tevgerên jinên Rojhilata Sûriyê’

Dîlan Osman destnîşan kir ku kovara Afaq El-Merea karîbû xwe bighînê jinên derdorê û bandorekê li wan bike û wiha got: “Em dibînin ku çawa jinên derdorê piştî şoreşa Rojava dixwazin ku tecrubeyên jinên li vir nasbikin yan jî bikin mînak ji xwe re, ji ber şoreşa Rojava deng veda tenê li cihekî sînordar nema lê li her çar aliyên cîhanê belav bûye. Em dikarin bêjin ku me karî  xwe  bighînin hemû tevgerên jinan ên Rojhilata Navîn ku gelek kesayetên ku sûd ji kovarê digrin hene weke tevgerên jinên Rojhilata Navîn, kesayetên rewşenbîrên jin, jinên siyasetmedar, herwiha gelek tevgerên çandî hene ku jê sûd werdigrin. Kovara Afaq El-Merea ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketiye, lê weke em dibînin ku di nivîsandina beşên kovarê de ji hemû pêkaheteyan û ji deverên cûda hene. Kovara Afaq El-Maraa fikrî, siyasî û çandiye, herwiha aliyê wê yê civakî pir li pêşe, û analîzên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser jin û civakê di beşek taybet de, ji bilî beşên din ên wekî (Urgehên Rewşenbîrî, ku tê de gotar û analîzên jinên ji hemû pêkhateyên di dosyeya hejmarê de hene – Diyaloga Hejmarê – Vîzyona Siyasî – Nemir – Dengvedana Ruh û Çirçirk, Çalakî û Bûyerên Helbestî) jî hene.”

Dîlan Osman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di demên pêş de li ser beşek kovarê a kurdî tê nîqaşkirin, lê belê dem jê re pêwîst dike ev jî mijara nîqaşê ye, lê di dema niha de em dibînin ku jinên pêkhateya ereb hewcedarin bi geveke wisa ku di platformê Rojihilata Navîn yên erebî cihê jin esas negirtine û zêde bal li ser nekişandine ji ber wê jî em pêwîstî dibînin ku nivîsên kovarê bi zimanê erebî be ji bo ku em karibin sûdê bidin  hemû jinên Rojhilata Navîn .”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.