Dîlan Mulhim\Qamişlo
Platforma Çalakiyên Hevbeş ya Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi dirûşmeya “Bi hev re ji bo piştgiriya jinan li Swêdayê li dijî qirkirinê” dest bi kampaniyeke piştgirtiyê ji bo jinên Siwêdayê kirin û heta 5’ê Tebaxê wê kampaniya berdewam bike.
Îro 30 Tîrmehê, Platforma Çalakiyên Hevbeş ya Jinên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dirûşmeya “Bi hev re ji bo piştgiriya jinan li Siwêdayê li dijî qirkirinê” dest bi kampaniyeke piştgiriyê ji bo jinên Siwêdayê kir.
Armanca vê kampaniyê ew ku dengê jinan li hember van sûcan bilind bike, di navbera jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jinên li Siwêdayê de qadên hevpar biafirîne,da ku hevgirtinek bi bandor ava bikin.
Naveroka kampaniya wiha ye:
Niha di vê demê de li Siwêdayê binpêkirina di derheqê sivîl û bi taybet jinan de tên kirin. Ji ber vê yekê em weke Platforma Çalakiyên Hevbeş ya Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em piştgiriya xwe ya tevahî bi jinên Siwêdayê re diyar dikin.
Li ber çavan girtina vê rewşê, bêdengiya hikumeta veguhêz a Şamî pir metirsîdar e. Ew bi van kiryaran razî ye, ji berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî yên parastina sivîlan direve. Komîteyên ku bi navê komîteyên lêkolîna rastiyan têne zanîn, ji hewldanek ji bo xwe bêgunehkirin, veşartina rastiyê û dirêjkirina bêcezatiyê wêdetir tiştek nebûne. Li ser bingeha hesta me ya berpirsyariya exlaqî, mirovî û baweriya me ya xurt ku parastina jinan, parastina rûmeta wan û mafê wan ê jiyanê berpirsiyariyek kolektîf e. Em îro ji bo jinên li Siwêdayê piştgirtiya xwe didin xuyakirin.
Îro em bi dirûşmeya “Bi hev re ji bo piştgiriya jinan li Swêdayê li dijî qirkirinê” dest bi kampaniya piştgirtiyê ji bo jinên Siwêdayê dikin. Bi armanca ku dengê jinan li hember van sûcan bilind bike, di navbera jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriy û jinên li Siwêdayê de qadên hevpar biafirîne, da ku hevgirtinek bi bandor ava bike.Di heman demê de, hişmendiya civakê li ser giraniya tiştê ku diqewime bilind bike û polîtîkayên ku jinan dikin qurbaniyên bêdeng eşkere bike.
Daxwazên kampanyayê:
• Agirbesteke tavilê û bidawîanîna hemû cureyên tundiya li dijî sivîlan bêyî derengketinê.
• Vekirina cihê bi ewle, da ku sivîl, bi taybetî jin û zarok, bikaribin ji deverên şer bê gef û tirs derkevin.
• Serbestberdana jinên hatine revandin û girtin, û bidawîanîna hemû cureyên îşkenceyê û windakirina bi zorê.
• Pêwîst e alîkariyên mirovî mîna xwarin, av û derman ji bo deverên dorpêçkirî werin şandin, bê ku werin rawestandin.
• Vekirina rêya di navbera Şam û Siwêdayê de bi ewle berdewamî pêwîstiyeke mirovî ya lezgîn e ji bo misogerkirina herikîna alîkariyan û rizgarkirina jiyanana sivîlan.
• Pêwîst e hikumeta veguhêz a Şamê bi aweyekî bi lez bersiv bide, bê alozî alîkariyên ku Rêveberiya Xweser ji bo Siwêdayê re amdekirina, werbigire.
• Girtina rê li ber koçberkirina bi zorê ya niştecihên Siwêdayê û misogerkirina mafê wan ê bi ewlehî û rûmet di mal û deverên xwe de.
• Avakirina komîteyek lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe ji bo belgekirina sûcên hatine kirin û hesabpirsîna sûcdaran.






