Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi 6620 serenavan wê mezintirîn Pirtûkxane li Rojavayê Kurdistanê bê vekirin

30/07/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Bi 6620 serenavan wê mezintirîn Pirtûkxane li Rojavayê Kurdistanê bê vekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

6 meh in ji aliyê Weşanên Şilêr ve amadekariyên vekirina Pirtûkxane û Kafeya Şilêr li ser asta Rojavayê Kurdistanê tê kirin, ev pirtûkxane di nava xwe de 6 hezar û 620 serenavan dihewîn e û wê di nîvê meha Tebaxê de were vekirin.

Ji aliyê Weşanên Şilêr ve amadekariyên vekirina mezintirîn pirtûkxane û kafeyekê li bajarê Qamişlo tê kirin. Pirtûkxane û Kafeya Şilêr; ew projeyeke çandî û civakî ye, di nava xwe de atmosfêra xwedina aram û xweşbûna qehweyê dihewîne.

Pirtûkxaneya Şilêr 6 hezar û 620 serenavan dihewîn e

Pirtûkxane di nava xwe de 6 hezar û 620 serenavan dihewîne, ji wan 800 ji pirtûkên Weşanên Şilêr e. Herwiha pirtûk bi zimanê Kurdî bi zaravayên Soranî, Zazakî û Kurmancî ye, hem jî pirtûkên bi zimanê Erebî, Ingilîzî, Elmanî, Ferensî û Tirkî ne. Di pirtûkxaneyê de komeke cihreng ji pirtûkan heye wekî çîrok, helbest, romanên erebî û navneteweyî hene. Di heman demê de pirtûkên ramanî, felsefî, dîrokî, civakî, rexneyî, pirtûkên zarokan û pirtûkên ku hatine wergirandin, di nava xwe de dihewîne.

Pirtûkxaneya Şilêr; mezintirîn pirtûkxaneya Rojavayê Kurdistanê 

Pirtûkxane û Kafeya Şilêr ji mezintirîn pirtûkxaneyên Rojavayê Kurdistanê ye. Ji bo vekirina vê pirtûkxaneyê ev 6 meh ji aliyê Weşanên Şilêr ve, amadekarî tê kirin. Herwiha vekirina fermî ya Pirtûkxane û Kafeya Şilêr wê di nîvê meha Tebaxê de bê kirin.

Cihê Pirtûkxane û Kafeya Şilêr

Pirtûkxane û Kafeya Şilêr li kolana Hanza navenda çandê ya kevin a rejîmê a bajarê Qamişlo ye, navê navendê; Pirtûkxane û Kafeya Silêr, di nav Navenda Weşan û Wergerê ya Şilêr de, li kêleka Navenda Çand û Hunerê ya Mezpotamyayê ye.

Derbarê vekirin û amadekarina Pirtûkxane û Kafeya Şilêr, rêvebera Weşanên Şilêr Fîdan Mihemed ji Rojnameya me re axivî.

‘Rehetî û nîqaşê bi hev re li cihekî kom bikin’

Fîdan Mihemed armanca vekirina Pirtûkxane û Kafeya Şilêr wiha anî ziman: “Em wekî Weşanên Şilêr amanca me ji vekirina vê pirtûkxane û Kafê ku em karibin çand, rehetî, giftûgo û nîqaşê bi hev re li cihekî kom bikin. Nêrînên xelkê bi taybet ên nivîskaran jî li ser vekirina vê projeyê erênî bû, bi taybet ciwan, xwendekar û nivîskar. Ji ber ku ev pirtûkxane cihekî aram û rehete ku xwendin û rehetiyê kom dike û wê li gorî daxwazê xelkê be.”

‘Xwendin rêbazê jiyanê ye’

Fîdan Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Nameya min ji bû xwîneran ev e: xwendin ne tenê nasname ye, lê rêbazê jiyanê ye. Em hêvî dikin ku Şilêr bibe cihê her kesê ku ji çand, nîqaş û aramiyê hez dike. Em bang li her kesî dikin, bên serdana me bike û vê tecrûbeya kêmpeyda bibîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.