Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Armanca ji Fîlm ragihandina êş û zehmetiyên koçberiyê ye’

30/07/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
’Armanca ji Fîlm ragihandina êş û zehmetiyên koçberiyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Derhêner Nadiya Derwîş destnîşan kir ku wan ji 23 meha pûşberê de dest bi kişandina fîlmê li ser koçberiya malbateke ji bajarê Serêkaniyê û jiyankirina wan li bajarê Qamişlo kirine û got: “Armanca me ji fîlm ragihandina êşa koçberiyê û bi taybet zehmetiyên ku jin û zarok di şer û koçberiyê dikşînin.”

Komîna Fîlma a Rojava di 23 meha pûşberê de dest bi kêşana filmekî kirin ku fîlm li ser çîroka malbatek ji serêkaniyê ye piştî şer û koçberiyê li bajarê Qamişlo bicih bûne û di fîlm de behsa zehmetiyên ku bi wan re derketine tê kirin, bi taybet li ser jin û zarokên ku di şer û koçberiyê de zehmetiyê dibînin.

Derbarê çêkirina fîlmê li ser malbata koçber a ji bajarê Serêkaniyê, derhênera Fîlm Nadiya Derwîş ji Rojnameya me re axivî.

‘Di 23 meha pûşberê de me dest bi kêşana film kir’

Derhêner Nadiya Derwîş anî ziman ku wan dest bi çêkirina fîlmekî nû kiriye û wiha got: “Ev sê salin sînariyo dihate hazirkirin û di vê salê de jî, di meha Adarê de me dest bi hazirtiyên Fîlm kir û di 23 meha pûşberê de me dest bi kêşana fîlm kir. Em hewil bidin ku di dawiya salê de biweşînin. Di vî fîlmê de me xwestiye balê bêhtir bikşînin li ser jin û zarokan, yek jê rewşa jin di nava şer de û zehmetiyên ku dikşînin. Fîlmê me çîroka malbatek ji Serêkaniyê ye ku piştî şer û koçberiyê li bajarê Qamişlo bicih bûne û li vir bê çi zehmetî bi wan re derdikevin, di heman demê de di nava şoreşa Rojava bi taybet weke saziyên jin yên ku ji aliyê jinan ve hatibûn vekirin, xebatên wan çawa hatine meşandin û piştgiriya jinan ji hev re ku çawa hêz didin jinê li gel xwe  û çawa hevaltiya hev dikin, herwiha çawa xwedî li jin û zarokan derdikivin. Ev esasê mijara fîlmê me ye.”

 ‘Em ê balê dikşînin ser jiyankirina bi hev re û hevaltiyê tevî zehmetiyan’

Nadiya Derwîş destnîşan kir ku fîlm balê dikşîne ser pirnetewiya li bajrê Qamişlo, tevî vê pirnetwiyê hezkirina gel ji hev re heye û wiha got: “Tevî zehmetiyan bi hev re jiyankirin û hevkarî û hevaltî di nava gel de heye, di fîlm de jî bal li ser tê kişandin. Ev malbata Kurd ku ji Serêkaniyê koçberî Qamişlo bûne, derdixînin ji gel re ku çawa jinên li vir xwedî li wan dirdikevin û çawa ku pêkhateyên li vir weke Suryan, Ereb û Kurd alîkariya vê malbatê dikin, bi taybet alîkariya jinê û zarokê wê dikin. Û li kêleka wê jî di fîlm de hin xalin din hene ku dema fîlm bê weşandin wê bi we re bên xuyakirin weke şîdeta ku li jinê tê kirin û çawa ku jinek karibe li ser lingên xwe bisekine bi hêza xwe û bi xwe bawer bike, herwiha li ser zarokekê ku ji ber rewşa ku jiyan dike nikare weke zarokekî jiyana xwe bike.”

Derhêner Nadiya Derwîş axaftina xwe wiha qedand: “Armanca ji çîroka fîlm diyar e, ku çawa jin tevî zehmetiyan ji hêza xwe bawer be û karibin li ser lingên xwe bisekine, herwiha çawa jin xwedî li hev derkevin. Em çawa hemû pêkhate bi hev re jiyan bikin, heta lîstikvanên fîlmê me ji hemû pêkhateyan e; suryan, ereb û kurdin. Çi tiştên di fîlm de çêdibin di jiyana me jî de çêdibe, ji ber wê jî em di fîlm de derdixînin. Di çkirina me ji vî fîlmî re hin zehmetî bi me re derdikevin, yek jê niha em di werzê havînê de ne û kêşana fîlmekî di havînê de pir zehmet e ji ber germahiya zêde zerarê carinan li teknîkê dike, herwiha me behs kir ku di neveroka çîroka fîlm li ser saziyê jinan û piştgiriya wan ji hev re, pir sazî bi me re bûn alîkar û hinek jî nebûn alîkar, ev jî mijara rexnê ye, hêviya me ew e ku gel û sazî bi me re bibin alîkar ji ber kişandina filmekî li bajarekî tijî qerebalix zehmet.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.