Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sînemagerî û derhênerî ji bo Yilmaz Elî xewnek bû

30/07/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Sînemagerî û derhênerî ji bo Yilmaz Elî xewnek bû
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Derhêner Yilmaz Elî diyar kir ku ji zaroktiyê ve sînemagerî û lîstikvaniyê şopên xwe di jiyana wî de çêkirine û wî heta roja îro ev rê bi bi hezkirin berdewam kir.

Yilmaz Elî di 1’ê Çileya sala 1993’an de li Kobanê jidayîk bûye û li wir xwendina seretayî qedandiye, piştê wê berê xwe da bajarê Helebê û xwendina xwe heta qonaxa amadehî li wir qedandiye. Piştre ji bo xwendina derhêneriyê û sînema berê xwe da Ukraniya, piştî qedandina xwendina xwe careke din berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û dest bi karê derhêneriyê kir. Niha jî li peymangeha Bilind a Hunerê mamosteyê montacê ye di beşê sînema de.

Di derbarê jiyan û kar û xebatên xwe yên derhêneriyê de Derhêner Yilmaz Elî ji Rojnameya me re axivî.

Kurtejiyana wî

YIlmaz Elî da zanîn ku dayîk û bavê wî hêz danê da ku ew riyê sînemageriyê û derhêneriyê berdewam bike û wiha got: “Bavê  min him parêzer bû him jî mozîkjen bû, lewma ez ji biçûkaniya xwe ve ji wî fêrî mozîkê bûm û di heman demê de min wêne jî xêz dikirin û di dibistanê de wêneyên min yên balkêş dihatin dîtin. Ji zarokatiyê ve hezkirina min ji fîlim û sînema re çêbû lê ez hîn tênegihiştibûn ku ez ê vê xwendinê bikim û bibim sînemager ji ber ku ev tişt li cem me mîna xwenekî bû. Lê tevî wilo jî min li filim û rêzefilman gelekî temaşe dikir û hertim pirs di bala min de hebûn gelo bi çi şêwazî ev filim tên amadekirin. Piştî qedandina seretayî malbata min biryar da ku mala xwe ji Kobanê bar bikin û berê xwe bidin bajarê Helebê, ez gelekî êşiyam ji ber ku ez dûrî cih û warê xwe ketim û min berê xwe da civakek din. li Helebê min li dibistana navîn a Ibin Elruşid xwendin û piştî ku ez ji dibistanê derdikatim min berê xwe dida Kolana Qiwetlî, li wir opêra hebû êdî ew teşwîq bûn û xwesteka ku ez lîstikvaniyê bixwînim li cem min zêde bû.  Dema min xwendina navîn qedandin havînî min berê xwe da Libnanê û li wir hinekî geriyan û di heman demê de dixebitîm jî, piştî ku ez ji Libnanê vegeriyam min biryara ku ez bibim derhêner û sînemager da.”

Elî axaftina xwe domand û wiha got: “Piştî ku ez ji Libnanê vegeriyam min dest bi lêpirsînê kir da ku ez vê xewna xwe bikim rastî, dema malbata min jî ji bo min dipirsiyan derket li Sûriyê derhênerê sînema nîne tenê peymangiha Bilind a hunerên şanoyî beşê lîstikvaniyê heye. Ji bo vê yekê min gelek lêpirsîn û niqaş dikirin gelo wê malbata min bikaribe min rêke ji derveyî welat da ku ez vê xewnê pêk bînim, tevî ku rewşa me ya madî baş bû bavê min li Helebê dest bi kar kiribû û dayîka min jî bexçeyê zarokan vekiribû. Êdî min xwendina xwe ya amadehî berdewam kir û ev xewn jî bi min re mezin dibû roj bi roj, ez di wê baweriyê debûm ku wê rojek bê ez ê vê xewnê pêk bînin, lê çawa û çilo nizanim. Rojekî bavê min kazî min kir da ku herim ofîsa wî ya parêzeriyê dema gihiştim du lêstikvanên Sûriyê li gel wîne Nasir Werdiyanî û Riyad Werdiyanî herdu birayên hev in helebî bûn, ji min re gotin cihê baş ji bo xendina sînema, li Misir peymangiha bilind a sînema heye û li Rosiya jî heye. Lê li gor nêrêna wan ku ez herim Rosiya bixwînim wê baştir bê ji ber ku xwendina wan xurttire.”

Elî axaftina xwe berdewam kir û wiha got: “Di dema ku min li dibistanê dixwendin min gelek pirtûkên şano, sînema, huner û dîrokê dixwendin û li gelek filaman temaşe dikirin bi taybet filmê Bêrîtan ez bûbûm aşiqê wî filmî. Di heman demê de min li ser mûzîkjeniyê jî pirtûk dixwendin û li tembûrê dixist. Êdî piştî qedandina refa 12’an min xwe qeyd kir da ku berê xwe bidim bajarê Xarkof li Okraniya. Dest pêkê li Okraniya ez çûm bajarê Odêsa li ser deryaya Reş, li wir min zimanê Rûsî xwendin û bawernameya ziman bidest xist û min berê xwe da bajarê Xarkof û li zanîngeha Kultûra min xwe qeyd kir û dest bi xwendina derhênerî û sînema kir ji sala 2012’an heya sala 2017‘an de min bidawî kir. Ji destpêka ku ez herim Okraniya min biryar dabû ku piştî qedandina xwendinê ez careke din vegerim Rojavayê Kurdistanê. Piştî Şoreşa Rojava li darket êdî min biryar da ku ez ê vegerim da ku bi riya xwendina xwe ez alîkariyê bidim gelê xwe. Ez ji Okraniya vegeriyam û demekî li Libnanê mam, li wir derhêner Ramî Hene rêzefilimek çêdikir binavê Tango, dema ez gihiştim wir rêzefilim ber bi dawî ve diçû ez bi wan re bûm alîkar di milê derhêneriyê de. Piştî wê min berê xwe da Rojavayê Kurdistanê di heman demê de malbata min piştî şerê Kobanê ber xwe dabûn Bakurê Kurdistanê û ji wir ber bi Ewropa ve çûnbûn.”

Kar û xebat

Elî diyar kir ku dema ku ew sala duyem bû li zanîngehê wê demê nivîskarek Sûrî li Bîlerosiya dijiya, navê wî Memdûh Hemada bû wî nêzî 20 rêzefilm li Sûriyê nivîsandibûn û wiha got: “Di riya malperên medyayê re min ew naskiribû min jê xwest ku kurtefilmekî ji min re binvîsê, wî jî xwesteka min erê kir min bawer nedikir ku yek wekî wî ji min re binvîsê, piştî sê rojan kurtefilma ku min xwestî nivîsî bi zimanê erebî serenavê wî jî Elbab bû. Ew kurtefilma yekem bû ku min çêkir û heya niha jî di malberên Gogil de heye, me rêkir Sînema Elkindî li şamê di festîvalekî de pêşkêş kirin ev destpêkek bû ku ez bi wî hestî riya xwe berdewam bikim. Piştî wê êdî min gelek belgefilim çêkirin li ser kultûra Okranî, filiklor û cil û bergên Okranî ev belgefilim li zanîngehê kêfa gelekan jê re hat, piştî wê min kurtefilmek din bi navê Elyasemîn çêkir bi zimanê Rosî bû û lêstikvanên min jî hemû rosî bûn, ev kurtefilim li gelek festîvalan li Okraniya hat pêşkêş kirin û keyfa gelekan jêre hat. Her wiha bi derhêneriyê re min karê lîstikvanî û wênekêşiyê jî kiriye.

Min kurtefilmek nivîsand bi zimanê erebî bi navê Île Elmechûl û min radestî girûpekî kir li Himsê karê filman dikirin. Her wiha ez bi wezareta Lîbiya ya çandê re bûm alîkar di milê montackirina filman de û bi awayekî fermî hikumeta Lîbiya spasnameyek dan min. Êdî ez derbasî Rojavayê Kursidtanê bûn û li Kobanê komîna Film hebû ez hinekî bi wan re bûn alîkar û piştî wê min berê xwe da Mexmûrê û li wir jî ez demekî mam û min belgefilmeke dirêj bi navê Tekoşîn çêkir li ser jiyana mexmûrê. Di heman demê dem ez bûm alîkar bi çêkirina bi dehan fîdiyo kilîp, bi gelek hunermendên di Rojava de û bi saziyên rêxistinê re bûme alîkar di milê derhênerî û montaca vîdiyo kilîpan de.  Her wiha bi gelek saziyan re bûm alîkar di milê pêşketina montacê de.”

Elî da zanîn ku li Mexmûr wan kurtefilmek bi navê Pêlava Sor çêkir ew têde lîstikvan bû û wiha got: “Kişandina dîmen û montaca wê jî min kir, hevalê min bû derhêner, ev kurtefilm me şand festîvala New York a Navnetewî û li wir hat pêşkêş kirin û piştî wê li festîvala Viyêna li Nêmsa ya Navnetewî jî hat pêşkêş kirin û xelat baştirîn kurtefilim hat bidest xistin. Êdî careke din ez vegeriyam Rojava û li wir belgefilmeke dirêj bi zimanê erebî bi navê Hêstirên ku cîhan nabîne li ser Serê kaniyê çêkir û gelekî hate temaşe kirin. Di heman demê de min derhênerî û montaca bernameyan jî dikir wek bernameya Pêlên Hunerî 22 xelek bûn li ser qenala Rojava Tv dihat pêşkêş kirin. Piştî ku ez derbasî Komîna Filim a Rojava bûm min cihê xwe di nav rêveberiya wê de girt sê berhem li pêşiya me bûn, me filmek dirêj bi navê Heval Birako çêkir ez di rêveberiya pirojê de bûm û heman demê de min lîstikvanî û pirodikisyona wê jî kir û me bidawî kir û wê di Demeke nêz de were pêşkêş kirin. Niha jî em filmekî din amade dikin bi navê Heval Keça min, di wir de jî ez di rêveberiya film de me û di pirodikisyona wê jî dikim. Her wiha ez niha mamosteyê montacê me di beşê sînema de li Peymangeha Bilind a Hunerê li bajarê Dêrikê.”

 Guhertinên ku Şoreşa Rojava çêkirin

Elî axaftinên xwe berdewam kir û wiha got: “Dema şoreşek li dar dikeve her tiştî bi xwe re diguherîne, Şoreşa Rojava jî dema li darket gelek guhertinên ber biçav bi xwe re anîn yek ji wan di milê sînema de bû, kurdan hertim bi çavekî biçûk li xwe dimeyzandin ku em nika tiştekî wiha bikin yên din biyanîne ji me bêtir dizanin karê sînema û lîstikvaniyê bikin lê ne wisa bû. Di van salên dawiyê de kar û xebatên gelekî pîroz yên sînema çêbûn, di dema berê de tenê em temaşevan bûn lê piştî şoreşê em bûn çêkerê vî karî. Şoreşa Rojava girîngî da hemû tiştan bi taybet sînema, piştî ku çend filim hatin amadekirin û pêşkêş kirin û gel ket wê ferq û baweriyê de ku kurd dikarin cihê xwe di vî alî de jî bigrin. Mînaka berbiçan Peymangeha bilind a Hunerê bû dema vebû çawa xwendekar biheyecan û hezkirin hatin ji bo vê xwendinê. Di dema berê de jî malbatn jî ev yek qebûl nedikir ku zarokên wan berê xwe bidin xwendineke wisa de. Piştî Şoreşê sînema gelek êşên me anîn ziman mînak filmê Kobanê ku heya niha bandora wê heye.”

Derhêner Yelmaz Elî axaftina xwe bidawî kir û wiha got:” Di dema pêş de em hazirtiyê dikin ji bo filmek dirêj. Di heman demê de ez belgefilmekî dirêj li ser sînema Amûdê çêdikin, ji ber ku avaniya sînema amûdê niha tê çêkirin wê bi dawîkirina belgefilmê bi vekirina avaniyê re were pêşkêş kirin. Her wiha ez di beşê sînema de karê diplomasiyê dikim li ser navê Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.