Esma Mistefa/Qamişlo
Xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê bûye çandek û bi awayekî sîstematêk tên xwendin. Bi pêşengtiya ciwanên Kurd bi navê Tezên Rêber Apo perwerde tê dîtin û şopeke bi bandor di keseyeta wan de ava kiriye.
Pirtûk, parêzname, raman û analîzên Rêber Apo, ji bo avakirina kes, civak û pergalê xwediyê bingeha avakirina civakeke demokratîk, azad û bi zaniste. Rêber Apo ji bo tevahî cîhanê xwediyê felsefeya nû a jiyana azad tê dîtin. Ji lewra ger em bixwazibin di nava şer, geşedan û sîstema modernîteyê de serwext bibin û bibin xwediyê sekneke azad û zane, helbet divê em Rêber Apo bixwînin û têbighêjin. Ev gav di nava sazî, testgeh, tevger û hemû civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji çend salan ve bi awayekê sîstematîk li ser pirtûkên Rêber Apo perwerde tên dîtin, şîrove, nîqaş û nêrîn derdikevin pêş. Ciwan û jinên Ciwan jî yên ku kar dikin li kêlek xebatê xwe, cihê xwe di nava van perwerdeyan de digrin.
Têkildarî Perwerdeyên li ser Tezên Rêber Apo Endamên Ronahî TV yên ku heftê du caran perwerde dibin Ciwana Ebdî, Ehmed Ehmo û Lena Îbrahîm ji rojnameya me re axvîn.

‘Da ku pêvajo bê fêmkirin, pêwstî bi xwendina Rêbertî heye’
Ciwana Ebdî di destpêkê de ev anî ziman: “Di vê pêvajoya nû a ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Kurdistan tê re derbas dibe, da ku em bikaribin siyaste û geşedanên li ser rûyê erdê tên pêkanîn fem bikin, pêwîstiya me bi xwendina Rêber Apo heye. Em nêzî salek û nîv perwerdeya li ser Pirtûka Sosyolojiya Azadiyê dibînin, ev yek jî di kesayeta me de hebûn û lêgerîneke cuda, xurtir û têgihştîtir dide avakirin. Her carê em perwerdê dibînin, lêgerîna me a pêşerojê xurtir dibe û ji nêz ve naskirina Rêbertî di me de pêş dikeve”.
Her wiha Ciwana bal kişand ser girîngiya xwendina tezên Rêber Apo ji bo Jinên Ciwan û wiha pê de çû: “Di hundir pirtûka Sosyolojiya Azaiyê de çawaniya birêxistinkirina jinên Kurdistanê di nava şoreşa jin de hatiye şîrovekirin, her wiha çawaniya xwerizgarkirina ji zihniyeta desthilatdar a ku zêdetirî 5 hezar sal hatiye ferizkirin, tê şîrovekirin û naskirin. em dikarin bêjin ku di hundir vê pirtûkê de ji n dikare xwe nas bike, civakê nas bike û pê re xwe rizgar bike ye. Rêber Apo jî dibêje “Azadiya jinê azadiya civakê ye”. ger jin azad nebe wê demê civakeke azad jî ne mumkine. Li ser vê esasê em jî Jinên Ciwan me xwest em tevlî vê perwerdê bibin da ku em em hundir û derdora xwe nas bikin û pê re têkoşîna guhartinê bidin meşandin. Êdî jin divê bi xxwendina Rêber Apo xwe ji xefkên civakê biparêze û kefenê desthilatdariyê û tunekirinê biqetîne û azad bibe”.
Sîstema perwerdeyê

Ehmed Ehmo girêdayî sîstema perwerdeyê wiha axivî: “Ev saleke li ser parêznameya Rêber Apo ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê bi komekî hevalên televîzyonê re perwerde dibînim. Her wiha hevalên derve jî tên perwerdeya me dişopînin. Perwerda me bi du koman pêk tê. Her roja çarşem û yekşemê bi rêk û pêk perwerde dibînin. Di perwerdê de destpêkê beşek ji parêznameya Rêber Apo tê xwendin, duv re hemû hevalên hazir li ser nîqaş dikin”.
‘Dîtina perwerdeyê li ser pirtûkên Rêber Apo, şanseke’
Ehmed da zanîn ku bi xwendina Rêber Apo re ew rastiya pergalê dibînin û wiha pê de çû: “Perwerdeyek wiha berê min nedîtibû. Ji ber derfetek wiha li gel min ava nebûbû. Bi saya vê perwerdeyê fikr û felsefeya Rêber Apo nas kir. Bi taybetî pergala kapîtalîzmê ku ji dîrokê heya niha li ser civakan gelek tiştên çanda wê xera dike, bê nasname dihêle û pê re jî li ser wan berjewendiyê xwe dimeşîne. Ev yek jî pir balê dikişîne. Dema em roja xwe ya îro dinêrin bandora vê pergalê hîna jî li ser me heye. Li kêleka perwerde divê mirov şexsî jî li ser bifikire bê ka ew pergala kapîtalîzmê ku dijminahiya mirovan dike çawa li ser me bandorê xwe çêkiriye. Dema ku her yek ji me li ser vê yekê bifikirin her çi qas kêm jî be karin xwe biparêzin. Helbet perwerdeya ku em dibînin ji bo me şenseke ku her hatina me tiştên nû fêr dibin.
Di parêznameya Sosyolojiya Azadiyê de nêzîkatiya me li hember netewên din, zimanên din çawa bin û em çawa karin di nava aştiyê de bijîn, bêyî ku dijberî bikin, bi hişmendiya demokratîk jiyana hevpar çawa ava bikin Serokatî di parêznameyê de bi awayekî zelal ji me re gotiye”.
‘Divê tişta ku em fêr dibin bi derdor re parve bikin’
Ehmed wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Zehmetiya ku me di perwerdê de dibînin piranî li ser têgînên ku heya niha me nedîtine, bi şîrovekirina hevalan em hîn dibin. Ev yek jî dihêle ku em fêmkirina parêznameya Rêbertî û wan di jiyana xwe de pêkanînê de feyde jê bistînin. Em jî wek şopdarê Rêber Apo di vê perwerdeyê de tişta em fêr bibin hewl bidin derdorê xwe jî fêr bikin û bidin nasîn ku karibin jiyana demokratîk, wekhev, azad bi hevre bijîn”.
‘Ger ciwan dixwazin li gorî rastiya civak û pêvajoyê devbigerin, divê Rêbertî bixwînin’

Lena Îbrahîm da znîn ku bi vê perwerdeyê re wê zêdetir girîngiya rola jin di avakirina civakê de nas kir her wiha bang li ciwanan kir ku tevlî van perwerdeyan bibin û wiha got: “Bi rastî tevlîbûna me ji vê perwerdeyê re di kesayeta me de gelek tişt pêşxistin ji tevgera me di nava civakê de bigre heyanî avabûna sîstem û pergala heyî û çawa em di nava vê sîstemê de xwebirêxistin bikin. Bi taybet girîngiya rol û hebgûna jin di nava civakê de me bêhtir nas kir, ji wê zêdetir em hewil didin xwe nas bikin û li gor wê perwerdeyên kesayetî pêş bixînin.
Li ser van bingehan di vê pêvajoyê bi taybet de ez bang li hemû Ciwan û Jinên Ciwan dikim ku cihên xwe di nava van perwerdeyan de bigrin û xwe li ser tezên Rêbertî pêş bixînin. Ji ber ger ciwanek dixwaze li gor rastiya civakê û pêvajoyê xwe bighîne û mezin bike, divê li ser felsefe û rastiya Rêbertiyê perwerde bibe”.






