Birûc Resûl/Qamişlo
Koçber ji bajarê Efrînê Nêrgiz Hesin diyar kir ku îdî sebira wan nema, hêris, kîn û nefreta wan li hemberî dagirkeriyê zêdetir dibe û got: “Bila erdê me bi wan qirêj nebe, em xwedî xak û îradeyek serbixwe ne, bese ji koçberiyê re, Her rojek ji koçberiyê bi min salek e,”
Dewleta Tirk di 20’ê Çileya 2018’an de li ser bajarê Efrînê dest bi êrişan kir. Her wiha bi van êrişan re li Efrînê sûcên pir mezin hatin kirin. Gelê Kurd bi kuştin, revandina jinan, girtina bi deh hezaran mirovan û koçberkirinê re rû bi rû man. Şêniyên Efrînê di sala 2018’an de ji ber êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, neçarî koçberiyê bûn, niha jî gelek ji van koçberan li kampan bi cih bûne. Tevî berdewamkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Efrînê, jinên koçber ên Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyan ji herêmê derxin û vegereke bi ewle ji bo koçberan mîsoger bikin. di vê çarçoveyê de Koçbera ji bajra Efrînê Nêrgiz Hesin ku niha di kampa Newroz de niştecih bûye ji Rojnameya me re axivî.
‘Me çi dît û çi nedît?’

Koçbera ji bajra Efrînê Nêrgiz Hesin a ku bi temenê 48 saliye ku dayika 2 şehîda ye, belê ku niha li kampa Newroz bi cih bûye, Nergiz bi dilekî şewat behsa derketina xwe ji Efrînê kir, her wiha ji Efrînê bi êştir, derketina wan ya ji Şeheba yê bû, û wiha got: “Beriya sala 2018’an em li bajarê Efrînê bûn. mixabin di 20’ê Çileya 2018’an de dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişên xwe yên hovane li ser bajarê Efrînê pêk anîn. Li vir min parçeyek ji cane xwe de ku kurekî min hat şehîd xistin, ne hesan bû ku mirov can û hem jî mal winda bike. Em ji neçarî koçberî kantona Şehbayê bûn. 7 salan em li Kantona Şehbayê di bin şert û mercên pir zehmet de bûn. lê dîsa jî me li hemberî van zehmetiyan tekoşîn dikir û me hêviyên xwe yên vegera Efrînê qut ne dikir. Êdî em fêrî rewşa jiyana li Şehbayê bûm, heya ku em kêmek fêrî rewşê bûm û niştecih bûn. dîsa êrişên hovana li ser hat kirin, ew êriş jî ji aliyê komên çete yên dagirkeriya Tirk û HTŞ`ê ve bûn. Me çi dît û çi nedît? Ew komên çeta ji xwe re derfetek dîtin ku êrişê gelê kurd bikin û komkujiyan di derheqên wan de pêk bînin. Ne mirov bûn, derketina me ya ji Şehbayê deh qat ji derketina Efrînê bi êştir û zehmetir bû.”
‘Birînên me ji nû ve vekirin’
Nêrgiz da zanîn ku ew tu carî rojên ji Şehbayê derketin ji bîr nakin û wiha got: “Li pêşiya çavên me ew komên çete dest tavêtin keç û xortên me, di heman demê de gelek kurd hatin revandin, qetilkirin û gotinên nebaş ji me re dihat kirin. Ti tişt ji destê me dernediket ku em bikin, yê ku parastina xwe dikir dihat kuştin. Em li ser zarokên xwe tirsiyan, ji ber vê yekê me çavê xwe kir çavê xwedê de da ku em bi silamet bighîjin Tebqa, lê çi tofanek bi ser me hat, gelek jinên ducanê zarokên xwe li ser rê anîn duniyayê, her wiha ew zarok jî ji serma û seqema zêde, di mirin. em jî mirovin mafê me yê jiyankirinê heye. Her cara ku em dibêjin va şer û koçberî qediya, careke din birînên me ji nû ve vekirin. Bimre dagirkerî, bimrin kesên bê wijdan.”
‘Ev çend sal in em di bin şert û mercên dijwar de em dijîn’
Nêrgiz balkişand ser jiyana wan a di kampa Newroz de û wiha got: “Çiqas em bêjin ku li kampan derfet hebe û tiştek ji me kêm tune be, dimîne kampa, dimîne koçberî û jiyana di bin konan de, em çiqas bêjin ku zehmete wê kêm be, em di kampan de ne rehetin, mirov hîsdike ku li kolana jiyan dike, ji ber ku ew jiyana malbatê ya taybet namîne, tu çidike her kes bi te dihese. Heya kengî emê di vê halê de bin. Em miletek ji xaka Sûriyê ne, em dixwazin vegerin bajar û malên xwe. Em dev ji Efrînê bernadin. Ev çend sal in em di bin şert û mercên dijwar de em dijîn. Di kampan de zivistan sar e û havînê germ e. Gelek nexweşî bi zarokan re çêdibin û di nava kampê de belav dibin. Pir zehmetî tên kişandin. Her rojek li koçberiyê, bi min salek e. Lê kîjan roj be û di çi temenî de be em ê bi rûmeta xwe vegerin Efrînê. Em bang li tevahî kesên eleqdar ji bo vegera Efrînê dikin ku bi erkên xwe rabe û çîroka koçberî û dagirkeriyê bi dawî bikin.”
‘Em dagirkerî li ser xaka xwe qebûl nakin’
Nêrgiz Hesin di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Piştî ku em koçber bûne, zarokên me ji dibistan, perwerde û xwendinê bê par mane, tenê ji gunhê van zarokan wê dagirkerî nemîne. Îdî sebira me nema, hêris, kîn û nefreta me roj bi roj li hemberî dagirkeriyê zêdetir dibe. Bila ji axa me derkevin, bila erdê me bi wan qirêj nebe. Em xwedî xak û îradeyek serbixwe ne, me li Efrînê ked û berxwedaniyek pir mezin da meşand û heya vê kêliyê jî berxwedan berdewam dike. Heta ku çete bi temamî dernekevin em vegera di bin kontrola wan de qebûl nakin. Em wan li ser xaka xwe qebûl nakin. Em ti tiştî naxazin, tenê em diwazin bi rûnet vegerin malê xwe. Ji ber vê yekê banga me ji hemû dewlet berpisiyar in û Neteweyên Yekbûyî (NY) gere zextek li ser dewleta Tirk bidin çêkirin wê çeteyên xwe ji xaka me vekişîne, wê demê jî em ê bi awayekî ewle vegerin Efrîna xwe.”






