Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Sûriyê kê çi dixwaz e?

30/07/2025
in ROJEV
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Li Sûriyê komkujî û danûstandin berdewam dikin. Tevî hemû paqijkirin û hewldanên ku wan bikin armanc jî, hişmendiya HTŞ’ê nîyeta xwe ya rasteqîn eşkere dike. HTŞ’ê di avakirina hikûmetek berfireh de bi ser neketiye. Li şûna ku pirsgirêkan bi goftûgo û rêbazên demokratîk çareser bike, ew komên ku serê mirovan jê dikin ji gel re dişîn e. Li cihê ku ev kom dikevin hundir, dûman radibe û bi sedan cenaze li dû xwe dihêle. Gel rastî wêraniyeke mezin hatiye û mîna ku ev ne têrker e, ew bi komkujî, wêranî, mirin û koçberiya HTŞ’ê re jî rû bi rû ne. Civîna Şamê, ku ji aliyê T. Barrack ve dihat birêvebirin, bê encam bi dawî bû. Di daxuyaniyên xwe yên li civînê de, wî QSD û Rêveberiya Xweser sûcdar kir. Li şûna ku aliyan nêzîkî hev bike, bingehek baweriyê biafirîne, an jî di hin mijaran de gavan bavêje, wî bi daxuyaniyên xwe wekî ku rê li ber hevdîtinan digire axivî. Dema ku hewlên ji bo şikandina vê rewşa bêçareseriyê didomin, bûyerên Siwêdayê derketin holê.

Êrîş û komkujiyên Siwêydayê, digel plana qirkirina Durzîyan, ji gelek derdoran, di nav de DYA, rexne li wan hatin kirin. Îsraîlê helwestek zelal girt û destwerdana leşkerî kir. Ev yek li Ewropa û Kongreya DYA bi fikar û gumanan re rû bi rû ma. Wan fêm kir ku hewldanên ji bo kedîkirin û rewakirina HTŞ’ê dê wekî ku hatiye plankirin rêve neçe. Ji ber vê yekê, xuya bû ku ew dipejirînin  ku Rêveberiya Xweser hêz û modêla herî guncaw li Sûriyê ye. Lê, Tirkiyeyê bi tevahî piştgiriya xwe ji bona HTŞ’ê domand. Wê heta komkujiyên li dijî Durzî û Elewiyan jî şermezar nekir. Erdogan dît ku rewş li dijî HTŞ’ê dizivire. Wekî din, hate ragihandin ku dê li Parîsê di navbera QSD, Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de hevdîtin werin kirin. Piştre hikûmeta Tirkiyê gav avêt. Ji aliyekî ve, gef li rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar û ji aliyê din ve jî nexwest ku rayedarên Şamê di bin van mercan de biçe Parîsê. Ji ber vê yekê, civîna ku ji bo 25’ê Tîrmehê hatibû plankirin hate taloqkirin.

Piştî ku civîna Şamê hate paşxistin, bi rêya DYA, di navbera Sûriye û Îsraîlê de hevdîtin hatin hêsankirin. Civînek di navbera Fransa, DYA û hikûmeya Şamê de hate sepandin. Eşkere ye ku ev hevdîtine, ne bê xeberê Tirkiyê bû. Wan hewl da ku ji DYA û Fransayê misogeriyê bistînin û dûv re Sûriyê neçar bikin ku li ser maseya danûstandinan rûne. HTŞ’ê dê dîsa bibe hikûmeta navendî û yekîtî û serweriya dewletê dê were naskirin! Ev daxuyanî wekî encamên vê civîna sêalî hatin eşkerekirin. Ev bi qasî daxwazên Tirkiyê ne, ewqas jî yên HTŞ’ê ne. Dema ku van daxwazan ferz dikir, Tirkiyê gefên xwe yên li dijî Kurdan û Rêveberiya Xweser zêde kir da ku destê HTŞ’ê xurt bike. Berî her tiştî, Tirkiye dixwaze Kurdan û Rêveberiya Xweser bêçek bike. Ev tê wê wateyê ku gel bêparastin dimîne. Di demekê de ku li Sûriyê komkujî diqewimin û ewlehiya kesî tune ye, bêçekkirina Kurdan tê wateya hiştina wan ji bo qirkirinê. Tirkiye îdia dike ku ewlehiya wê ji bo wê pêşîn e, lê ji bilî vê yekê tu gefên  komkujiyê tine ye. Artêşeke wê ya mezin heye û li ser sînorên xwe tedbîrên tund girtine. Wekî din, Kurd ne hêzek e ku li benda fersendê ye ku êrîşî Tirkiyê bike. Berevajî vê, Kurd her tim rastî êrîşan hatine. Tirkiye hat û herêmên Kurdan dagir kir, gel neçar kir ku ji axa xwe koçber bibin.

Di 10’ê Adarê de, di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de peymanek ji bo lihevkirinê hat îmzekirin. Li hev kirin ku QSD û herêm dê bi dewletê ve werin entegrekirin. Bi gotineke din, Kurd, Ereb û gelê herêmê dewletek cuda naxwazin. Tiştê ku ew dixwazin Sûriyekê nenavendî û demokratîk e. Ew dibêjin, “Em zêdetirî 10 salan e xwe birêve dibin, em rêxistinkirî ne û divê em van destkeftiyan winda nekin.” Ew artêşek cuda jî naxwazin. Ew dixwazin ku hêza leşkerî ya heyî bi artêşa Sûriyê ve were entegrekirin, ango bibe beşek ji wê. Ew naxwazin ku ew were hilweşandin, li cihê ku lê maye bixebite û ji bo parastina gelê xwe çareserî were peyda kirin. Çima xwesteka gel a parastina cewherî nayê pejirandin? Gel baweriya xwe bi komên girêdayî HTŞ’ê, bermahiyên El Qaîdê û DAIŞ’ê nayne. Ew li ber çavên cîhanê komkujiyan dikin. Wekî din, gel ne tenê niha, lê di salên şerê navxweyî de van hêzan nas dike. Wan şahidiya kiryarên wan kiriye.

DYA û endamên din yên Hevpeymana Navdewletî ji tiştên ku li Sûriyê diqewimin bêxeber nînin. Ew jî li qadê  bûn. Ew baş dizanin kî çi dike. Ger bi rast tevbigerin, ew ê gel radestî wan nekin. Lê, peywendî û danûstandinên navbera dewletan li ser bingeha berjewendiyên takekesî ne. Li gorî pîvan, zagon û dadperweriyê nayê tevgerandin. Tirkiye, nûnertîya xwe ya NATO’yê  bikar tîne, bi DYA û hêzên din re li dijî Kurdan danûstandinan dike. Ew hewl dide ku Kurdan ji hemî pêvajoyan dûr bixe û rê li ber bidestxistina statûyê bigire. Pêşîniya herî girîng a Tirkiyê li Sûriyê ew e ku Kurdan ji statûyê bêpar bike û QSD’ê ji holê rake. Kurd û Rêveberiya Xweser jî dixwazin di Sûriyekê demokratîk de di nav aştî û biratiyê de bijîn. Ew ne tenê ji bo xwe û herêma xwe, lê ji bo hemî Sûriyê, bi taybet jî, ji bo jinan, azadiyê dixwazin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.