Farûk Sakik
Li Rojhilata Navîn çi biqewime bila biqewime, dewleta Tirk bi dijminatiya Rojava daxilî-tevlî vê pêvajoyê dibe. Israra dijminatiya Rojava bê navber dewam dike. HTŞ tê sorkirin, Hakan Fîdan gefan dixwe, rayedarên dewleta Tirk rêveberiya xweser wek dijmin îlan dikin. Bi belgeyên sexte dixwazin eşîrên Ereb li dijî Kurdan bixin nav liv û tevgerê. Zextan didin ser dewletên Ewrûpa-Fransa da ku pêşî li dîplomasiya Kurdan bigirin. Çi dibe? Çi diqewime? Ev dijmintî ji ku derê destpêkir? Ev dewleta ku li Tirkiyê bi Kurdan re li aştiyê digere, çima li Sûriyê li şer digere? Çima dixwaze Kurdan bêçek bike û bavêje nav lepên çeteyên hov. Nayê zanîn…
Hin şopên vê dijminatiyê, di destpêka avakirina komarê de jî tên dîtin. Meclisa Tirkiyê di 20’ê Cotmeha 1921’ê de, bi Fransiyan re sînorê xwe yên Sûriyê destnîşan kir. Diviya Rojava di nav tixûbên Tirkiyê de bimaya lê wan sînor danîn navbera Kurdan. Kurdên Rojava wê demê nerazîbûn nîşan dan. We demê serokê eşîra Okçû Îzzedînlî, Hannan Beg, di Adara 1922’yan de hat Enqerê belavokek li parlementerên demê belav kir û xwest Rojava bi Tirkiyê re bimîne. Daxwaza wî ji aliyê Erdogan û Hakan Fîdan ên wê demê ve nehat qebûlkirin.
Heman helwest dema Mûsil dane Îngilizan, Mebûsê Bedlisê Yusuf Ziya beg nîşan da û got; “Bi vê yekê we Kurd ji xwe dûr xistin.” Mijara me Rojava ye û em dewam bikin. Piştî bi Fransiyan re lihevkirin, bi peymana Enqerê mayîn û têlê rêsandîn sînorek danîn navbera malbat û eşîrên Kurdan. Nexwestin ew sînor bi tenê nivîskî bimîne. Fizîkî herdû alî ji hev qut kirin. (Sal derbas bûn fîlmekî Kemal Sûnal bi navê ‘propaganda’ hat çêkirin. Trajediya wê rojê destpêkirî bi awayek vekirî di vî fîlmî de me dît) Li hemberî van kiryaran Kurdan helwest nîşan da. Rêber Apo dema bi dewletê re muzekere da destpêkirin, statuya Rojava, rakirina sînorên dijminatiyê esas girt û got ‘Rojava, xeta min a sor e.’
Rêber Apo ji bo parastina Rojava gelek tavîzan jî dide. Dixwaze dewleta Tirk a îro bersiv bide belavoka Hanan Beg ya 104 sal berê. Tirkiyê bersiv neda pir tişt wenda kir. Bi qasî Kurdan wan jî gelek zirar dît. Tirkiyeya îro ji ber gumanên hêzên hegemon, midaxleyî Sûriyê nake. Rewşa Sûriyê wek statuya xwe dibîne. Erdogan, desthilata xwe, paşeroja xwe, bi Sûriyyê ve girêdaye. Ditirse sîstema konfederalîzma demokratîk li Sûriyê pêş keve. Dixwazin li ser hikumeta Şamê ya demkî re li Rojhilata Navîn bibe xwedî statuyek. Heger Colanî li Şamê dîktatoriya xwe îlan neke, ev yek wê bibe dawiya wî jî. Di qada navneteweyî de jî midaxelekirina vê heremê dest pê kiriye. Li Fransa û li hin deverên din civîn û hevdîtin hebûn. Ji ber van sedeman ku Hakan Fîdan di van rojên dawî de êrişkar bûye û gefan li Kurdan dixwe. Kî û kîjan hêzên demokrat, pirsgirêkan bi tenê li ser Kurdan de bide nîqaşkirin wê winda bike. Heger Kurd wenda bikin ew hêzên derdorê yên pêdivî bi demokrasiyê tînin jî wê winda bikin. Li Sûriyê, tîfaqa Kurd, Ereb û gelên din, bi sîstema konfederalîzma demokratîk tên çareserkirin. Tirkiye jî heger sînorê sala 1921’ê rake û vegere kodên hevkariya Kurd û Tirkan berî vê dîrokê, wê pêşî li hemû erîşên ber bi Tirkiyê birêketine, bigire. Ka îsal dema pêvajoya ‘Aştî û civata demokratîk’ dest pê kir we digot, em ê vegerin hevkariya Kurd û Tirkan a 100 sal berê!!!





