Hemza Sêvo/ Qamişlo
Serokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanî, Telal Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk Sûriyeke demokratîk naxwaze, destwerdana dewlet Tirk li Sûriyê hişt ku kirîz dirêjtir bibe û got, “Eger destwerdana dewleta Tirk bi dawî bibe wê kirîza Sûriyê jî çareser bibe.”
Destwerdana dewleta Tirk di kirîza Sûriyê de ji destpêka sala 2011’an ve heta roja îro bênavber û bi awayên cuda tê domandin.
Destwerdan li ser asta leşkerî, guhertina demografî, tevlîheviya ku di navbera hemû aliyên siyasî yên sûriyê de çêbû û hîna jî didome, rûda.
Yên ku bedelên giran di encama destwerdanên dewleta Tirk a dagirker de dan jî gelên Sûriyê bûn. Derbarê heman mijarê serokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanî, Telal Mihemed ji rojnameya me re axivî.

‘Dewleta Tirk Sûriyeke nû û demokratîk naxwaze’
Telal Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk Sûriyeke demokratîk naxwaze û wiha got: “Di destpêka Şoreşa Sûriyê de gel ji bo azadiyê û bi destxistina mafên xwe li dijî rêjîma Baas rabûn. Lê dema ku dewleta Tirk destwerdan di Sûriyê de kir û ev komên çete xist hembêza xwe, dewleta Tirk şoreş veguherand kirîz. Ev yek jî di warê bikaranîna çeteyên xwedî hişmendiya radîkal û çeteyên DAIŞ’ê de ji bo pêkanîna siyaset û berjewendiyên dewleta Tirk li Sûriyê. Bi vî rengî şoreş veguherî kirîz û rewşa gelên Sûriyê xerabtir bû, heta roja îro jî ev kirîz berdewam e, ji ber wê piştgirtiya HTŞ’ê kir û hêzeke xwedî hişmendiya radîkal anî ser desthilata Şamê. Bi riya destwerdana ku dewleta Tirk di Sûriyê de dikir û hîna didomîne, armancên wê hatin xuyakirin. Armanca wê ya sereke ew e ku gelê Kurd negihêje mafê xwe, ji ber wê jî naxwaze Sûriyeke nû û demokratîk were avakirin, lewma şerê projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser a ku Kurd serkêşên wê ne, dike. Di heman demê de dixwaze bi riya vê kirîza Sûriyê projeya xwe ya Misaak Elmillî ku sînorê wê ji Helebê digihêje Kerkûk û Mûsl, pêk bîne.”
‘Dewleta Tirk wê nikaribe li ser heman siyasetê destwerdanê bike’
Mihemed da zanîn ku Tirkiyê wê nikaribe li ser heman siyasetê destwerdanan bike û wiha domand: “Dewleta Tirk bi dirêjahiya destwerdana di Sûriyê û kirîza wê de, gelek armancên ku ji bo wê kar dikir, bi dest xistin. Di serî de deweleta Tirk kirîza Sûriyê dirêj kir, nehişt diyalog di navbera gelên Sûriyê de çêbibe. Ji hêleke din ve dewleta Tirk nehişt ku gelê Kurd danûstandinan bi rêjîma Baas re çêbike, di roja îro de jî bi sedema destwerdana wê astengî di navbera gelê Kurd û desthilata Şamê ya veguhêz de çêdibin. Li aliyê din jî dewlta Tirk li Rojavayê Kurdistanê gelek astengî xistin navbera nêzîkbûn û yekbûna Kurdan. Armanc jê ew bû ku pirsgirêka Kurdî çareser nebe û kirîza Sûriyê bi dawî nebe. Lê di siberojê de dewleta Tirk wê nema bikare destwerdanên xwe û siyaseta kevin li Sûriyê bimeşîne. Ji ber ku bi sedema van destwerdanên Erdogan û AKP’ê rewşa hundirê Tirkiyê ber bi aloziyeke mezin ve çûye. Wê hebûna dewleta Tirk li Sûriyê bi lihevkirineke navnetewî ve girêdayî be, li ser esasê diyaloga di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de hemû pirsgirêk çareser bibin. Eger çareserî çênebe wê sînaryoyên cuda çêbibin.”
‘Eger destwerdana dewleta Tirk raweste, wê kirîza Sûriyê çareser bibe’
Serokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanî, Telal Mihemed tekez kirin ku eger destwerdana dewleta Tirk bi dawî bibe wê kirîza Sûriyê jî çareser bibe û wiha axivî: “Di Rojhilata Navîn de projeyên nû ji bo hilweşandina rêjîmên desthilatdar û şofînî hene, di heman demê de nakokî di navbera hin hêzên navnetewî yên li herêmê çêdibin. Di roja heyî de hewldanên ji bo lihevkirina di navbera hikumeta veguhêz a Şamê û Rêvberiya Xweser de tê kirin, hêzên navnetewî jî bi rola navbênkar dilîzin. Vaye dewleta Firansayê ji rola piştgiriyê ber bi navbênkarî û serpereştiyê ve kar dike. Niha gelek hewldan tên kirin ku diyalog ji bo çareserkirina pirsgirêka gelên Sûriyê tê kirin, diyalog jî di çarçoveya lihevkirina gelên Sûriyê li ser sîstemeke nenavendî ku mafê hemû gelan tê de parastî be. Eger ev pirsgirêk çareser bibin em bawer nakin ku dewleta Tirk wê bikaribe destwerdana xwe di Sûriyê de bidomîne. Dibe ku bi reza xwe derkeve ji xaka Sûriyê û nema destwerdanê bike, yan jî bi biryareke navnetewî derkeve. Eger dewleta Tirk nema destwerdanê bike, wê demê pirsgirêka Sûriyê wê bi dawî bibe.”






