Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘HTŞ’ê bi zihniyeta DAIŞ’ê tevdigere’

30/07/2025
in JIN
A A
‘HTŞ’ê bi zihniyeta DAIŞ’ê tevdigere’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Rojnamevan Sîlva Îbrahîm diyar kir ku  hilweşandina Rejîma Baas ji bo  gelê Sûriyê bû hevî, bendawariyekê guhertin û veguhertinê hebû lê bi hatina HTŞ’ê re alozî kurtirbûn , qetlîam û revandinê jin zêdetirbûn.

Di 8’ê Kanûnê 2024’an de bi hilweşandina Desthilatdariya Rejîma Baas re HTŞ’ê hate ser desthilatdariya Sûriyê, ji bo pêşeroja gelê Sûriyê û aramiya gelê sûriyê tu guhertin nehatin çêkirin. Sîstema neqebûlkirina mafê jin ku çawa Rejîma Baas îradeya jin nedîtî ve dihat heman zihniyet ji aliyê HTŞ’ê ve jî tê meşandin. Kiryarên ku li Beravê û Siwêdayê li ser gelê Dûrzî û Elewî tên meşandin rastiya HTŞ’ê radixe berçavan, rojane kuştin, revandin û destdirêjiyên li ser jin zêde dibin.  Kiryarên HTŞ’ê zhniyeta DAÎŞ’ê diyar dike.

Girêdayî vê mijarê Rojnamevan Sîlva Îbrahîm ji Rojnameya me re axivî.

‘Jinên Elewî û Durzî bi zihniyeta DAÎŞ’ê tên kuştin û revandin’

Sîlva Îbrahîm destnîşan kir ku ev 7 mehin Sûriyê di nava alozî û qeyranan de derbas dibe û wiha got: “Bi hilweşandina  Rêjîma Baas re û bi hatina desthilatdariya  HTŞ’ê re  komkûji zêdetir bûn, HTŞ’ê di bin navê ku gelê Elewî bermahiyên Rêjîma Baas in gelek kes kuştin û gelek jin hatin revandin, qetilkirin û firotin, HTŞ’ê bi zihniyeta DAÎŞ’ê tevdiger e. HTŞ’e  ev 15 rojin ku qetlîam û revandinê  li ser gelê Siwêdayê  pêk tînin. Gelek jin û zarok jiyana xwe ji destdan û 79 jin jî hatin revandin heta niha jî çaranûsawan ne diyare. Ji 8 Kanûna 2024’an heta niha komkujiyên li ser gelê Sûriyê nehatine rawestandin.”

‘HTŞ’ê zihniyeta tundperestî  dimeşîn e’

Sîlva Îbrahîm da zanîn ku HTŞ’ê bi zihniyeteke qirker  li beramberî jinan tevdiger e û wiha domand: “Jinên Elewî û Durzî bûn qurbana zihniyeta HTŞ’ê ya desthilatdar, qirker û tundperest. Herwiha piştî koçberiya hin gelên Elewî ji Berava Sûriyê û hatin wan a li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re me hevdîtin bi jinên Elewî re çêkir jinên Elewî digotin ku me bi çavên xwe didît dema ku HTŞ’ê derbasî Berava Sûriyê bûye, digotin hemû jinên xweşik bînin ji bo ku em wan jinan ji xwe re bibin û ji Serçeteyên xwe re diyarî bikin, mixabin ev zihniyeta qirêj ya HTŞ’ê ku tu cudabûna wê ji ya DAÎŞ’ê nîne li ser jinan tê meşandin zihniyetek wisa wê çawa berpirsyarê Sûriyê bike?

Herwiha kêsên ku destê wan di qetilkirin, revandin û tecewîza li ser jinê de hene HTŞ’ê ew xistin asta fermandariyê weke Hatim-Ebo Şeqra û Ebo Emşê ve. Ev kêsên wiha lazime werin cezakirin.”

‘Jina Kurd bûye sembola hêz û parastinê’

Rojnamevan Sîlva Îbrahîm axaftina xwe wiha qedand: “Îro jina Kurd bûye sembola hêz û parastinê, jinên Durzî yê li Siwêdayê ji bo parastina warê xwe û di heman demê de ji bo parastina xwe ji HTŞ’ê, çek hildan ji bo ku li hemberê zîhniyeta HTŞ’ê a navendî, radîkal û qirkerbiparêz e. Herwiha jina  Durzî  a bi nave Fevziye El Şeranî bi temenê xwe yê  mezin ji bo parastina welatê xwe çek hilda û şeş ji çeteyên HTŞ’ê kuştin lê mixabin ew çeteyên HTŞ’ê yên bê wijdan ew dayîk kuştin. Jin hertim sembola hêz û cesaretê ye tu carî ew zihniyeta mêrên qirker jinê naşkîn e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.