Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca me avakirina civake demokratîk  û azad e’

30/07/2025
in JIN
A A
‘Armanca me avakirina civake demokratîk  û azad e’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Rêveberiya desteya  Jin a kantona Cizîrê Rohat Xelîl diyar kir ku kar û xebatên wan zêdetir xwe di avakirina civakek demokratîk, exlaqî û wekhevî di navbera jin û mêr de tên meşandin û got, “ Armanca me avakirina civakeke demokratîk û azad e”

Desteya Jin di 21’ê çileya sala 2014’an de bi ragihandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk re hate avakirin. Desteyeke fermî ye ku têkildarî pirsgirêkên jinan ên civakî, aborî, çandê, siyasî û hiqûqî ye. Têgeha Neteweya Demokratîk di xebata xwe de esas digire û ji bo xurtkirina peransîba edaleta civakî û bidestxistina cihêkariyê dixebite, di berjewendiya jinê de erênî ye û têgehên paşverû yên ku pêşketina civakê asteng dikin ji holê radike, da ku bighêje civakeke demokratîk, zayendî, ekolojî û azad e. Li gorî vê yekê di hemû qadê têkildarî jinan de pilansaziyên pêşketina strajîk çêdike, mafên wan diparêze û di hemû saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de destekê dide qanûnên ku jinan eleqdar dikin.

Di derbarê kar û xebatên Desteya Jin a kantona Cizîrê yên sala 2025’an de Rêveberiya  Desteya Jin a kantona Cizîrê Rohat Xelîl ji Rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên Desteya Jin

Rohat Xelîl di destpêka axaftina xwe de wiha got: “ Desteya jin yekemîn desteya di cîhanê de hateya avakirin û yek ji nirxên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê desteya jin xwedî girîngiyeke mezin di tevahiya herêmê de ye. Herwiha kar û xebatên me zêdetir xwe di avakirina civakek demokratîk, exlaqî û wekhevî di navbera jin û mêr de tên meşandin. Armanca me avakirina civaka ekolojî û azad e. Gelek rewşên jinan hene ku li hemberî tundiyê tên û ji bo parastina mafê wan em weke desteya jin ji wan re cihên bi ewle peyîda dikin. Di heman demê de, zêdetir karê ku em pê radibin aktîvkirina jinê di warê siyasî de ye, em hewldidin ku hêza xwe di aliyê paratina jinê cewherî de jî xurtbikin. Lewma parastina mafê zarokan erkekî li ser milê me ye û em bi vî erkî radibin. Da ku baldarbûn li ser zarokan çêbibe, ji ber ku di encama şerê ku di herêmê de rûda gelek zarok sêwî man. Mala zarokan, perwerdekirin, çalakî, xwedîkirin û pirojeyên wan girêdayî desteyê ne. Helbet dema ku zarokên sêwî rastî êş û zilmê tên em weke desteya jinê vî karî dişopîn li ser vê yekê tê rawestandin.”

‘jin bingeh û hebûna civakê ye’

Rohat Xelîl axaftina wiha berdewam kir: ”Desteya jinê gelek zagon ji bo zarok, jin û malbatê re danîne û ji aliyê meclisên gelan ve hatin nîqaşkin û erêkirin. Heta niha ev zagon tên xwendin heta ku bighêje mena herî biçûk û mena herî biçûk jî komîn ne. Em perwerdeyên weke cîvîn û semîneran ji bo jin û mêr re çêdikin, da ku malbateke demokratîk û wekhev were avakirin. Ji bo hişyarkirina jinê û danesîna mafê wê em kampaniyan çêdikin. Lê kar û xebatên me bêhtirî xwe di avakirina civakek demokrat, exlaqî û wekhevî di navbera jin û mêr de ne. Herwiha ji bo geşkirina têkoşîn û berxwedana jinê ya li hember hemû cûreyên tundiyê yên ku li ser tên meşandin, kar dikin. Di heman demê de, em hewil didin rola jinê di hundirê civak û saziyan de aktîvtir bikin, da ku jin di hundirê civakê de bibe pêşeng û xwediya hebûn û biriyarê, ji ber ku jin bingeh û hebûna vê civakê ye.”

Xebatên 2025’an

Rohat Xelî da zanîn ku xebatên sala 2025’an piranî mijarên tundiya ku li ser jinê dihat meşandin bûn û wiha pêde çû: “Hejmara jinên ku tundiya li ser wan dihat meşandin di îsal de zêde bûn, lê ev yek hate çareserkirin. Jinên ku metersî li ser wan hebûn, pirojeyê me di aliyê fêrbûna ziman de ji bo wan re hebûn. Navendên Amara yên girêdayî desteya jin gelek semîner di aliyê derûnî dan û ji gelek endamên saziyên Rêveberiya Xweser perwerde hatin çêkirin. Gelek jin di aliyê derûnî rewşa wan nebaş bûn, lê bi riya wan celsatên ku hatin çêkirin, rewşa wan baştir bûn. Me ji bo zarokan pilansazî ji wan re danîn û ekadimî ji bo wan zarokan re vekirin, da ku em wan zarokan perwerdebikin. Pirojeyên me weke ekadimiya Nalîn Mûş tevahiya karmedên Rêveberiya Xweser tê de perwerdeyên xwe dibînin. Lewma encamên pir baş ji wê ekadimiyê derketin.”

“Mala zarokan di asteke baş de karê wê hate şopandin û gelek semîrên girêdayî zagonên malbatê hatin lidarxistin. Îsal aliyên raporên ofîsên jin di hundirê desteyan de hatin nivîsandin û hatin erêkirin, di heman demê de ji bo tevahiya desteyan û ofîsan re hatin xwendin. Da ku hemahengiya jinê di hundirê desteyê zêdetir xurt bibe û ofîs bibe weke destekê bi seroka jin re. Lewma destpêkê weke reş nivîsbû, lê piştire di mecilsên gelan de hatin erêkirin. Çalakiyên girêdayî 8’ê Adar ku hatin lidarxistin em pê rabûn, em tevlî konfransê kongra Star yê sîstema serokatî bûn. Em beşdarî semînerekê bi rêxistina Nîda Jinêf re bûn û me mijarên zarokan yên di nava şer de nîqaş kirin. Zagonên zarokan hatin xwendin û şîrovkirin.”

Pirojeyên dema pêş  

Rêveberiya Desteya Jin a kantona Cizîrê Rohat Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Pirojeyên di nava destê me de kargeheke tiştên bi lastîk in û heta vê demê em li ser kar dikin. Ji bo demên pêş em amedekariya çêkirina kargehekê ji bo pêwîstiyên jin û zarokan dikin. Em amedekariyên xwe ji bo 19’ê Tîrmehê û 25’ê mijdarê dikin. Lewma ji bo roja cîhanî ya zarokan em hazirtiyên xwe dikin ku şahiyan ji bo zarokna lidarbixin. Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî sîstem in, ji ber vê yekê pêwîst e em bibin bingeh ji bo tevahiya jinê Sûriyê. Em dibîn ku hikumeta Şamê ya veguhêz mafê habû pêkahatiyên li Sûriyê paşguh dike û bi taybet mafê jinê paşguh dike. Ji ber vê yekê em vê hikumeta bi vî rengî, bi tu awayî napejrînin. Pêwîst e jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê asta rêxistbûna xwe xurtbikin, da ku karibin rola xwe di Sûriya nû de bilîzin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.