Dilîn Ehmed/Qamişlo
Qada perwerdê ji bo civakê qada herî girîn û pêwîst e. Bi taybet ji ber nifşên nû li ser destê dayîkê tên gihanin, perwerde ji bo jin qada herî bi wate ye. Berdevka Komîta Perwedrdê ya Bakurd û Rojhilatê Sûriya a Kongra Star Ahîn Elî diyar kir ku ji ber Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê ye, wan qada perwerdê ji bo pêşxistina jinan, bingeh dîtin.
Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji bo parastina mafê jinan, gelek rêxistin û saziyên jinan hatin avakirin, yek ji wan ya bingehîn Kongra Star e. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêxsitnên jinan mîna hêviyekê dîtine, lewra jinên ku ji aliyê malbat, mêr û civakê rastî astengiya tên, mafê wan yê jiyanê tê parastin. Herwiha ji bo pêşxistina jinan û xweavakirinê, Kongra Star girîngiyê dide qada perwerdeyê.
Li ser kar û xebatên jinan û astengiyên ku tê pêşiya wan, Berdevka Komîta Perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriya a Kongra Star Ahîn Elî ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku ji her tiştî bêtir ew girîngiyê didin perwerdeyên jinan da ku mafê xwe yê jiyanê di civakê de nas bike û biparêze.
Bi boneya hatina Şoreşa 19`ê Tîrmehê Ahîn Elî di destpêka axftina xwe de wiha Şoreşa Rojava nirxand û got: “Şoreşa Rojava misogeriya hebûn û tunebûna nasnamya jin da avakirin. Mirov dikare bêje ku şoreşa jin da avakirin. Herwiha kêliyên dîrokî yên şoreşê hatin avêtin, pêşengtiya wê jin bû. Lewra jin xwe ji nû ve ava kir û bû pêşenga avakirina civakê.”
‘Hişmendiya zilam li ser jinê bandor kiribû’
Ahîn di derheqê bê heqiya bi sala ya ku li ser jin dihat kirin wiha got: “Bê guman piştî bi sedê sala ji bê heqî û mafdayînê, helbet wê jin di dema parastina mafê xwe de wê rastî gelek astengiya were. Ji ber ku jin ji qada siyasî, leşkerî, aborî, civakî, çend û huner de hatibû durxistin. Ez dikarim vê yekê bêjim, di van çend salên şoreşê de her kêliyek bi serê xwe şoreşek bû. Lewra di destpêkê de heta jin ji xwe hatibû durkirin wê bi xwe sîstema hevbeş red dikir. Ev jî ji bandora hişmendiya zilam ya ku hiştibû ji îradya xwe, ji hêza xwe ne bawer be. Lê bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hêdî hêdî jinan ji bo parastina mafê xwe dest bi têkoşînê kir.”
Perwerde mîna nefesa ku mirov dikşîne girîng
Ahîn Elî diyar kir ku piştî xebata jinan di nava tevgerê de êdî ti hêz nikarî li hember wê bibe kelem. Bi taybetî piştî tevlîbûna wan ya perwerdeyan Ahîn ev nirxandin kir: “Mirov dikare bêje perwerde beşeke girîng ji avakirina mirova ye. Kar û xebata ku niha jin di saziyên xweser û giştî de dide meşandin, encama perwerdeyan ne. Di destpêkê de jinan tevlîbûna perwerdeyan pir zehmet didîtin, lê piştî encama berçav êdî dayîna perwerdeyan bû pêşinyara wan ya sereke. Ji bo wê mirov dikare wiha pênase bike ku perwerde mîna nefesa ku mirov dikşîne girîng û pêwîst e. Lewra jin nîvê civakê ye û nîvê din jî perwerde dike.”
Herwiha li ser sîstema ku dest pêkirin Ahîn wiha axivî: “Xala herî bingehîn ya sîstema Rêveberiya Xwaser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xweperwerdekirin e. Ji komîn heta meclisên bajarokan heta meclîsên bajarên mezin heta bighêje kanton û herêman. Qada perwerdê qadeke jiyanî ye. Ji bo wê Rêbertiya me jî gotiye “Zarokê heftê salî heta heftê salî pêwîstiya wî bi perwerdê heye”. Ev tê wateya ku mirov bi perwerdê dibe civaknas û civaka xwe jî pêş dixe. Lewra di hemû qadan de qomîta perwerde pir girîng û xwedî bandoreke erênî ye.”
Armanca me ne koletiya zilam e, armanc azadiya jinê ji koletiya zilam me
Ahîn Elî bal kişand ser guhertin û veguherîna hişmendiya zilam û diyar kir ku heta asteke baş em gihiştina encama ku me dixwest lê ev nayê wê wateya ku jin azad bûye, lewra heta jinek li cîhanê rastî tundiyê were emê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ahîn wiha axaftina xwe dirêj kir: “Dema em behsa guhertin û veguhertinê bikin bi taybetî hişmendiya zilam, çima me wekî hişmeniyê girt, ji ber ku em wek rêxistina jin ne wekî tevgerên famîlîst zilam red dikin. Çimkî ku em zilam red bikin em xwezayîya civakê red dikin. Em hişmendiya zilam ya baviksalarî ya ku jin ber bi koletiyê ve dibe, em wê red dikin. Armanca me ew e ku zilam hevserokatiyê hilbijêre. Şaştiya ku xelkê me dikevinê ew e ku, dema jin azad bibe êdî wê zilam bibe kole, lê di rastiya xwe de têkoşîna me berovajî vê yekê ye, em dibêjin eger jin azad be civakeke azad wê bê avakirin.”
Bi îradeya xwe hişmendiyê têk bibe
Berdevka Komîta Perwedrdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriya a Kongra Star Ahîn Elî wiha axaftina xwe bidawî kir: “Şoreşa Rojava ji bo gelê Kurd derfeteke zêrîn e, bi taybetî ji bo jin, divê em koletiya ku hişmendiya zilam ya bi sedhezarê sala li ser me ferz kiriye bi têkoşîna xwe têk bibin.”






