Navenda Nûçeyan
Rêxistina Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku berprisên girtîgehê gef li girtiyên siyasî yên li girtîgeha Merîwan dixwin û hate gotin; “Ev rewş siyaseta hikumetê ya ji bo bêdengkirina dengê nerazî yê li Rojhilatê Kurdistanê ye.”
Rêxistina Mafê Mirovan ya Kurdistanê derbarê rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgeha Merîwan ya Rojhilatê Kurdistanê de, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku berpirsên girtîgehê gef li girtiyên siyasî yên li girtîgeha Merîwan dixwin. Hate gotin ku girtî ji mafên xwe bê par tên hiştin, rûbiruyî bê rêzî û bazariyê tên.
Rêxistina Mafê Mirovan ya Kurdistanê da zanîn ku berpirsên girtîgehê ji bo şikandina îrade û teslîmbûnê van zextan li girtiyan dikin û hate gotin; “Ev rewş ne tenê binpêkirina rûmeta mirovane, di heman demê de siyaseta hikumetê ya ji bo bêdengkirina dengê nerazî ya li Rojhilatê Kurdistanê ye.”
Rêxistina Mafê Mirovan ya Kurdistanê navê berpirsên ku li girtîgeha Merîwan gef li girtiyan dixwin belav kir.
Li gorî navê wan berpirsan wiha ye:
Berpirsê Parastina Girtîgehê Ferdîn Cîhanî, Rêveberê Navê Girtîgehê Mensur Xelwetî, Berpirsê Çandî yê Girtîgehê Reza Rustemî.
Hêjayî gotinê ye piştî agirbest di navbera Îran-Îsraîlê de hate ragihandin, heya niha zêdetirî 318 welatî û çalakvanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatin binçavkirin. Rojane li deverên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakvanên jin û ciwan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê ve bi hincetên cûr be cûr têne girtin. Li gorî çalakvanan ragihandî, rejîma Îranê zextên xwe li ser civaka Behayî zêde kiriye ku rastî lêgerînên bêserûber, girtin, desteserkirina milk û cezayên darvekirinan tên. Tevî ku rêjîma Îranê bêserûber li dijî girtiyên siyasî binpêkirinên mafê giurtiyan dike û tevahî zagonêîn mafê mirovan derbas dike, lê ji aliyê saziyên navneteweyî yên mafê mirovan tu helwestên xurt nayên nîşandan.






