Ronahî Sadûn/Qamişlo
Rêveberiya Xweser ji dema avabûna xwe û heya roja îro destekdayîna hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Sûriyê dike, di heman demê de wê hîmê yekgirtina gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da avakirin, herwiha ji perava Sûriyê jî alîkariyên mirovî pêşkêş kirin û her dem amadebûna xwe jî nîşan dide.
Rêveberiya Xweser di sala 2014’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate damezrandin, ev rêveberî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava xwe de digire û her dem ji bo mafdayîna pêkhateyên Sûriyê, bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe dide meşandin. Di nava şert û mercên zehmet de Rêveberiya Xweser, hêza QSD, YPG û YPJ’ê xwedî li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketin, hem ew ji êrişên dagirkeriyê parastin, li kêlek wê ew ji destê çeteyên DAIŞ’ê rêzgar kirin. Di heman demê de rola pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi destê rêjîma Baasê hatibû tunekirin û her dem qirkirin li ser wan dihate kirin, aktîv kir û wateya ku ew jî beşek ji vê xakê ne bi wan da jiyankirin.
Rêveberiya Xweser hîmê yekgirtina gelan e
Rêveberiya Xweser xeta seyemîn a ku ne alîgirê tu aliyekî ye, hilbijart. Biryarên xwe jî li ser wekhevî û dadmendiyê dide meşandin. Herwiha armaca wê Sûriyeke demokratîk ku hemû Sûrî tê de bi ewle bin, bê avakirin. Ev rêveberî ji dema avabûna xwe heya roja îro rastî êrişên ku sîstema wê têk bibe tê, lê sîstema Rêveberiya Xweser hîmê xwe bi yekgirtina gelan daye avakirin, lewma hemû hewildan tên têkbirin.
Erdnîgariyeke biçûk ji cîhanê re bû mînak
Rêveberiya Xweser tevî ku di nava erdnîgariyeke biçûk de ye, lê rêxistinbûn û tecrûbeya wê ji cîhanê re bû mînak. Ev rêveberî destkeftiyên mezin dane qezenkirin û tecrûbeyên mezin jiyan kirin, hem jî di nava salên dûr û dirêj de bi hezaran berdêlên giranbuha hatin dayîn.
Rêveberiya Xweser destekdayîna hemû pêkhateyên Sûriyê dike
Rêveberiya Xweser tenê xwe bi erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê sînordar nake, lê dema tê xwesetin ew destê alîkariyê ji bû hemû Sûriyê dirêj dike, ev yek jî ne tenê gotine û tê gotin, lê pêkanîna vê yekê di gelek deman de hate dîtin. Piştî ketina rêjîma Baas di 8’ê Kanona 2024’an de, Sûriyê aloziyên hîn mezintir ên ku ji sala 2011’an de hatibû destpêkirin, jiyan kir, ew alozî di nava tevahî Sûriyê de berbelav bû ku bi xwe re komkujiyên mezin anî. Derbasbûna hikumeta veguhêz ji Sûriyê re windahiyeke mezin ên mirovî, xwezayî û jiyanî hate kirin. Sûriyê di nava talên hîn mezintir derbas bû, destpêkê li deverên peravê pêvçûn, kiryar û komkujî hate destpêkirin, piştre li Siwêdayê jî heman rêbazê ku ji aliyê endamên ewlekariya giştî yên hikumeta veguhêz dihat kirin, pêk hat.
Alîkariyên ku ji herêma Rêveberiya Xweser hatin şandin
Ji ber wê di dema pêkanîna komujiyên li peravê tu alîkariyên mirovî ji bû gelên li wir nehatin kirin, lê tenê ji herêma Rêveberiya Xweser alîkarî hatin şandin ku Komeleya Alîkarî û Geşedanê ya Mezopotamyayê bi hemahengiya Desteya Kar û Barên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 3 caran kampaniya alîkariyên mirovî ji bo perava Sûriyê re şand. Yekem kampaniya alîkariyan di meha Adarê de bi hevkariya însiyatîfa gelên herêmê, Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser ji perava Sûriyê re hatin şandin. Di karwana de 20 kamyon alîkariyê hebûn ku ji 10 hezar pakêtên xwarinê pêk dihat. Di 19’ê Gulanê de jî Komeleya Alîkarî û Geşedanê ya Mezopotamyayê bi hevkariya Desteya Kar û Barên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweser karwanê 2 emîn kampaniya alîkariyên mirovî ji bo peravê Sûriyê re şandin. Herwiha Kampaniya alîkariyan ji hezar û 500 paketên xwarinê pêk dihat. Kampaniya alîkariyan a 3’emîn jî ji 6 hezar pakêtên xwarinê pêk dihat. Komeleya Mezopotamiya ya Alîkarî û Geşkirinê bi armanca alîkariyên mirovî û tendurstî di Adara 2025’ an de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine avakirin. Herwiha li gorî derfetên komeleya Mezopotamiya wê ev alîkariyên mirovî berdewam bikin û ev alîkarî li kesên hewcedar werin belavkirin.
Di heman demê de piştî komkujiyên ku li perava Sûriyê pêk hatin, ji bo pêşkeşkirina alîkariyên mirovî, di 17’ê Adarê de bi navê Insiyatîfa Gel a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi hemehengiya Heyva Sor a Kurd dest bi kampaniyeke hat kirin ku beriya şewata li peravê bê rûdan ji aliyê Heyva Sor a Kurd hezar pakêtên xwariyên hatin şandin. Di heman demê de hewildanên Heyva Sor a Kurd hate kirin ku dîsa 3 hezar pakêtan bi rêya 3 komyonan rêkin, lê ew gihiştin heyanî bajarê Reqa lê ji ber rewşê dîsa hat tolaqkirin, lê dîsa jî amadekariyên wan hene ku di zûtirîn dem de alîkariyên xwe derbas bikin. Li kêlek wê Heyva Sor a Kurd ji bo mexdûrên li Siwêdayê kampanya alîkariyê ragihand.
Alîkariya vemrandina agirê li peravê
Di 3’ê Tîrmehê de şewatên mezin li perava Sûriyê rû dan. Ji bo vemirandina şewatan aliyên xwecihî û herêmê ketine tevgerê û tîmên agirkujiyê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tev li xebata vemirandina şewatê bûn. Ev yek berpirsiyariya neteweyî û mirovî ya Rêveberiya Xweser nîşan dide. karwanê piştgiriyê yê Rêveberiya Xweser ku çûn perava Sûriyê karwan ji 150 pisporên agirkujiyê yên ku perwerde li ser vemirandina şewatên berfiher dîtine, 18 erebeyên agirkujiyê yên ji kantonên Firat, Cizîr, Tebqa û Reqayê, 2 ambolans tevî tîmên wan, 2 tankerên mazotê û 2 tirêks, gelek erebeyên xizmetguzarî û alavên vemirandina agir û piştgiriya lojistîkî, pêk dihat.
Rêveberiya Xweser di heman demê de gelek malbatên ji perava Sûriyê koçber bûn, pêşwazî kirin û ew bi cih kirin, erkê xwe yê mirovî nîşan da û diyar kir ku Sûriyê ji bo hemû pêkhateyan e. Herwiha piştgiriya xwe ji bû Siwêdayê jî nîşan da û da zanîn ku ew ji bû hemû Sûriya amadeyî alîkariyê ye. Tevî ku ev rêveberî derfetên di destê wê de ne zêde ne, lê ew li gorî hemû derfetên xwe bi erkê xwe radibe.






