Lîloz Hisên/Qamişlo
Li gorî palnsaziya ku Saziya Minhacan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2024’an dabû destpêkirin, qûnaxa duyemîn a guhertina meteryalan bi dawî bû û derbasî qonaxa sêyemên bû.
Bi armanca başkirina rê û rêbazên xwendinê û pêşxistina asta perwerdeyê, Saziya Meteryalan (Mincahan) a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2024’an de pilansaziya guhertina meteryalên qonaxên xwendinê li dibistanan dabû destpêkirin. Ji bo sala 2025 û 2026‘an qûnaxa duyemîn a guhertina meteryalan bi dawî bû û qûnaxa sêyem dest pê kir.
Li gorî pansaziyekê ku li ser 3 salan bi awayekî istratîjîk hatibû dayîn, di sala 2024’an de saziya Minhacan dest bi qûnaxa yekemîn kir, di encamê de derbasî dibistanan bû ji bo refa 1,4, 7 û 10.
Di sala 2025’an de qûnaxa duyemîn bi dawî bû û amadekariyên wê ji bo çapkirinê tê kirin ji refên 5, 2, 8 û 11.
Meteryal tên çapkirin
Meteryalên hatine guhertin ji bo çapê hatine şandin. Pirtûk wê ji bo sala xwendinê ya 2025-2026 bên belavkirin.
Armanca herî sereke ji bo başkirina rê û rêbazên dersan e herwiha li gorî minhacên herî nû.
Fêrkirina zimanê pêkhateyan ji refê 3 destpê dike herwiha zimanê Êngilîzî di refa 4’an de tê dayîn.
Di qonaxa duyemîn materyalên dersên zimanê Kurdî, Erebî, Ingilîzî, fizîk, kîmya, biyolojî, bîrkarî, felsefe, dîrok, wênesazî, çand û exlaq, civaknasî, zanistên civakî, erdnîgarî, civak û jiyan, muzîk û werzîş hatin nûkirin.
Qonaxa sêyemîn destpêkir
Li gorî agahiyên ku Umran Yûsif dane, xebatên qonaxa sêyem ên guhertina materayalan jî dest pê kirine. Di vê qonaxê de wê pirtûkên refên 3, 6, 9 û 12`an bên nûkirin. Tê plankirin ku ji bo sala xwendinê ya 2026-2027`an li dibistanan bên belavkirin.






