Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nexweşiyên demsala Havînî û xweparastin

27/07/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Nexweşiyên demsala Havînî û xweparastin
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Bijîşkê pergala hundirîn ya laşê mirov Ehmed Casim diyar kir ku di demsala Havînî de gelek nexweşiyên weke kûlbûna gedeyê, kûlbûna roviyan û Tîfo li herêma Bakur û Rojhlatê Sûriyê belav dibin û xweparastina ji van nexweşiyan pir girîng e.

D demsala Havînê de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin nexweşî belav dibin. Belavbûna van nexweşiyan bi sedema pileya germahiya ya zêde, ava ne paqij û sebzeyê neşiştî ye. Hewiha di encamê de nexweşî li herêmê zêde dibin.

Girêdayî nexweşiyê demsala Havînê bijîşkê pergala hundirîn ya laşê mirov Ehmed Casim ji Rojnameya me re axivî.

Nexweşiyên demsala Havînî

Ehmed Casim da zanî ku ji ber pileya germahiyê ya zêde li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek nexweşî belav bûne û wiha got:“ Di demala Havînî de mirov bi gelek nexweşiyan dikeve û bi taybet zarok, herwiha nexweşiyên ku di demsala Havînê de bela bûne; weke nexweşiya kûlbûna gedeyê, kûlbûna roviyan û Tîfo ye. Sedemên van nexweşiyan jî baktîriya û bilindûna pileya germahiyê ye. Di heman demê de ev nexweşî bi sedema vexwarina ava ne paqij û sebzeyên neşiştî bi mirov re derdikevin. Piştî ku nexweşiya korona gelek nexweşiyên nû di nava gel de belav bûn, ev nexweşiyên nû jî weke nexweşiya korona ye. Ev nexweşî bi taybet bandorê li sîstema helandinê ya laş mirov dike. Nîşaneyên vê nexweşiyê jî êşa zik, verşandin û ziwabûna laş e. Dema ev nîşane bi mirov re çêbibin pêwîst e li tenduristiya xwe bi pirse û serdana bijîşk bike, da ku ev nexweşî bi kesê nexweş re dirêj neke”

Parastina ji nexweşiyên demsala Havînê

Ehmeda Casim anî ziman ku ji bo parastina ji nexweşiyan tendurstiyeke saxlem pêwîst e û wiha pê de çû:“ Ji bo dermankirina van nexweşiyan pêwîst e  di asta yekemîn de mirov xwarin, ava paqij û tiştên avî bi kar bîne. Di heman demê de, divê kesê nexweş bi taybet parastina xwe ji tava rojê bike. Di dema niha de kêmbûna avê li herêmê heye, ev yek jî dibe sedama belavbûna nexweşiyan li herêmê û ava ku peyda jî dibe pêwîst e were paqijkirin. Daxwaza min ew ku di nava avê de klor were karanîn, da ku baktîriya di nava avê de bimire.”

‘Pêwîst e kesê nexweş li tendurstiya xwe baldar be’

Bijîşkê pergala hundirîn ya laşê mirov Ehmed Casim axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hewl didin li gorî derfetên xwe xizmeta nexweşan bikin û em bi hêvî ne ku ev nexweşiyên bi vî awayî di nava gele de kêm bibin. Di heman demê de pêwîst e kesê nexweş li tendurstiya xwe baldar be, ji bo ku zû rehet bibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.