Stêrk Mihemed/Qamişlo
Hevserokê kampa Newroz Sibhî Ilyas diyar kir ku di 2014’an de kampa Newroz hate ava kirin û wiha got: “Kampa Newroz hemû koçberên ku bi darê zorê koçber bûne di nava xwe digire.”
Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê û alîgirên wî Fermana 74’an li dijî Êzîdiyên Şengalê pêk anî û ev komkujiya li dijî Êzîdiyên li Şengalê ya 6’emîn bû. Ji ber van êrîşan gelê Şengalê neçar ma ku berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê, ji bo pêşwazîkirina van gelan kampek nêzî bajarê Dêrikê kampa Newroz hate avakirin ku têde bicih bibin, di 2019’an de şêniyên Şengalê vedigerin bajarê xwe. Di heman demê de di 2019’an de ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Serêkaniyê û Girê Spî, gelên van herêman bi darê zorê koçber dibin û neçar dimînin ku berê xwe bidin kampa Newroz û li ku li wir bicih bibin. Di sala 2018’an de gelê Efrînê ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî ve bi dare zorê koçberî bajarê Şehbayê dibin, piştre carek din gelê Efrînê di 2024’an de ji ber êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji Şehbayê jî koçber dibin û berê xwe didin kontona Cizîrê û Firatê herwiha hin ji gelê Efrînê cihê xwe di kampa Newroz de girtin.
Di vê çarçoveyê de Hevserokê kampa Newroz Sibhî Ilyas ji Rojnameya me re axivî.

‘Di sala 2014’an de kampa Newroz hatiye avakirin’
Sibhî Ilyas da zanîn ku di sala 2014’an de kampa Newroz hatiye avakirin û wiha got: “Di destpêkê de kampa Newroz ji bo gelê Êzîdî yê ku ji Şengalê koçber bûne hate avakirin, piştre di 2019’an de gelê Êzîdî vedigerin ser warê xwe Şengalê. Lê di 2019’ande ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî ve li ser Serêkaniyê û Girê Spî zêde bûn, gelê van herêmê neçar dimînin ku koçber bibin û berê xwe bidin bajarê Dêrikê ku di kampa Newroz de bi cihê bibin. Di 2018’an de êrîş ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve li ser Efrînê pêk tê, di encama van êrîşan de gelê Efrînê bi darêzûrê koçber dibin û berê xwe didin herema şehbayê, piştî wê bi 7 salan di 2024’an de dîsa êrîş ji dewleta Tirk û çeteyên wî ve li ser herêma Şehbayê pêk hat , gelê Efrînê carek din neçar dimîne ku koçber bibe û berê xwe bidin kantona Cizîr û Firatê, hin ji gelê Efrînê cihê xwe di dibistan, kampa Tenqa, Reqa de girtin û di heman demê de cihê xwe di kampa Newroz a Dêrikê de jî girtin.”
‘1009 malbetên koçberan cihê xwe di kampê de digirin’
Ilyas raghand ku di dema niha de 1009 malbet ji koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî cihê xwe di kampa Newroz de digirin herwiha 5 hezar û 278 kes di kampê de bi cih bûne, hejmarê malbetê Efrînê 80’ê ye û ew malbet ji 383 kesin pêk tên. Ew hemû koçberên ku bi darêzûrê ji warê xwe koçber bûne û niha cihê xwe di nava kampa Newroz degirin. Ev hemû koçber li benda vegerek bi ewle ne.”
‘Peydakirina jiyanek baş ji koçberan re xebatê me ye’
Sibhî da xuyakirin ku ji bo peydakirina jiyanek baş ji koçberan re em ê hertim kar û xebat bikin: “Mehane alîkarî ji aliyê Rêveberiya Xweser ji hemû koçberan re tê dayîn, di destpêkê de Rêxistinên mirovî ku bi koçberan re dibûn alîkar hebûn, lê piştî guhertinên siyasî û hatina Traap li ser desthilatdariyê re rewş hate guhertin û hemû rêxistinên mirovî ku bi koçberan re dibûn alîkar hatin rawestandin. Piştî rawestandina rêxistinan rewşa kampê di milê paqijî, debara jiyanê, xwerin û vexwarinê de bi giştî bû erka rêveberiyê. Lê ji ber zêdebûna hejmara koçberan rewşa belavkirina alîkariyan hat guhertin , belavkirina alîkariyan êdî bû ku mehek alîkarî heye û mehekê jî tune ye, ev jî ji bo debara jiyana koçberan zehmet bû.
‘Rojane koçber zehmetiyan dikşînin’
Hevserokê kampa Newroz Sibhî Ilyas axaftina xwe wiha qedand: “Rewşa jiyanî ya koçberan her roj zehmet dibe, ji ber pileyên germahiyê, xizanî û koçberiyê. Gelê Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê di kampan de gelek zehmetiyan dibînin ji ber ku hin koçber hene derfeta wan a ku kar bikin nîne ev jî dibe sedema xizaniyê ji ber vê jî banga me ji mafê mirovan û tevahî cîhanê ku zextê li dewleta Tirk bikin ku ev koçber vegerin mala xwe û li ser xaka xwe jiyan jiyan bikin.”






