Ronahî Sadûn/Qamişlo
Yekîtiya Ragihandina Azad ji bo rê li pêşiya ragihandina ku nefret û cudakirinê kur dike bigire, li ser asta Sûriyê dest bi kampaniyeke îmzekirinê kiriye, endamên Meclisa Giştî Ya Yekîtiya Ragihandina Azad Alan Etê da zanîn ku armanc ji nefretê şerekî navxweyî ye û got, “Heya girtina encamên baş wê kampaniya berdewam bike.”
Yekîtiya Ragihandina Azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navê “Bi Hev Re Li Dijî Ragihandina ku Nefret û Cudakariyê Kûr Dike, Derkevin” dest bi kampaniya îmzeyan kiriye. Armanca vê kampaniyê ew e li hemberî ragihandina ku nefetê belav dike, rê bigre û dengê rastiyê bide pêş.
Yekîtiya Ragihandina Azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî tund kiryarên nefret, têvedan, tûjkirin, provakasyon, teşwîq û engizandina tundî û kuştinê, propagandeyên medayayên olperest ên xwe dispêrin mezhebperestiya çors ku li dijî exlaq, prensîb û rêgezên pîşeyî û rêziknameya rojnamegeriya profesyonal in, şermezar dike. Ji ber zirrkirina rastiyan, belavkirina nûçeyên derew, bikaranîna platformên çapemeniyê ji bo çandina dedeqodî û belavkirina fitneyê, xeteriyên rasterast ên li ser aşîtiya sivîl û hevgirtina civakî ne ku dê bi xwe re parçekirin û jihevbûyînê kûrtir bikin.
Divê ragihandin bibe navgîneke pêwendî û diyalogê
Herwiha Yekîtiya Ragihandina Azad bi tundî çewsandina pîroziyên olî, baweriyan û perestiya zata Îlahî (navê xweda), ji aliyê rojnamevanan û hindek alavên ragihandinê ve, bi çi hincetê dibe bila bibe, şermezar dike. Rêzgirtina ji sembolên olî û nirxên civakê re, pêwîstiyek exlaqî û mirovî ye, ji bo wê divê ragihandin bibe navgîneke pêwendî û diyalogê, ne amrazeke provakasyon û pevçûnan be.
Ragihandina Azad nefret û tundiyê red dike
Ragihandina Azad girîngî dide avakirina ragihandineke azad û demokrat ku pirrengiya civakê bi hemû pêkhateyên xwe biteyisîne, nefret û tundiyê red dike, baweriya xwe bi rola ragihandinê weke jêrzemîna edalet, zelalî û hevjiyana azad tîne. Ji bo rêgirtina li ber van kiryaran jî Ragihandina Azad bang li hemû sazî û dezgehên ragihdinê û rojnamevanan dike ku li gorî rêgez û prensîbên karê profesyonal ê rojnamegeriya ku pala xwe dide peyva azad û parastin heqîqetê tev bigerin û rastiyan berovajî nekin. Herwiha divê rêzê ji mafê civakê ya xwegihandina agahiyê re bigirin.
Derbarê kampaniya Ragihandina Azad a ku li dijî ragihandina nefret û cudakirinê daye destpêkirin, endamên Meclisa Giştî Ya Yekîtiya Ragihandina Azad Alan Etê ji Rojnameya me re axivî.

Li seranserî Sûriyê kampaniya li dijî nefret û cudakariyê
Alan Etê diyar kir ku ji ber belavbûna zêde ya şêwazê nefretê, Ragihandina Azad dest bi kampanyeke îmzekirinê kiriye û wiha got: “Piştî ku me dît li ser malparên medyaya civakî ku gelek alî li ser malperên xwe tiştên neyînî û dijber ku nifretê belav dike, zêde bûye, me weke Yekîtiya Ragihandina Azad dest bi kampaniya komkirina îmzeyan kir. Armanc ji kampaniyê xurtkirina nirxên lêborandina di navbera pêkhateyên Sûriyê de ye û rawestandina li hember xîtaba kîn û nefretê ya ku gihşt asta kuştina ji ber sedemên mezhebî û olî. Herwiha armancê avakirina welatekî demokrat ku wekhevî tê de were belavkirin. Li seranserî Sûriyê ev kampanî tê meşandin û gelên Sûriyê dikarin li ser asta cîhanê jî tevlî kampaniyê bibin.”
‘Armanca nefretê şerekî navxweyî ye’
Etê êşkere kir ku kesên dixwazin tevlîheviyê di navbera gelan de çê bibe, ew berpirsyarên xîtaba nefretê ne û wiha pê de çû: “Her kesê ku bixwaze tevlîheviyê di nava gelê Sûriyê de çêbike, ew li pişt xîtaba kîn û nefretê disekine. Herwiha aliyên derve di serî de dewleta Tirk piştgiriyên vê tevlîheviyê ne, armanca wan a sereke jî ew e ku şerekî navxweyî di navbera gelên Sûriyê de rû bide, da ku komkujî û kuştina bêserûber bidomin.”
‘Divê em deriyê kîn û nefretê bigirin’
Alan Etê da zanîn ku wê kampaniya berdewam bike heya encamên baş bên bidestxistin û wiha got: “
Di plana me de heye ku em vê kampaniyê berfireh bikin, ew jî bi rêya semîner, panêl an jî li ser medya dijîtal, da ku hemû pêkhate beşdar bibin û nerîna xwe bînin ser ziman. Em ê vê kampaniyê bidomînin heyanî ku encamê baş bidest bibin, paşê em ê van encaman di demeke guncav de, ragihînin. Di roja îro de jî, ji hemû demên ku derbas bûn em hewcedarî lidijîderketina xîtaba kîn û nefretê ne. Divê em derî li pêşiya her kesekî ku dixwaze kîn û nefretê ji bo tundiyê, bigirin.”
‘Zimanê aştiyê ne lewazbûneke, lê hevqebûlkirine’
Alan Etê axaftina xwe wiha bidawî kir: “Bela axaftinên ên ku doza şeran dike veguherin axaftinên hiskirin, hevqebûlkirin û têkiliyên xurt, bela zimanê alavek ji bo lihevanînê be, ne ji bo cudakirinê be.
Zimanê aştiyê ne lewazbûneke, lê wêrekî û hevqebûlkirine, rêzgirtina cudakirinê ew rêya ber bi welatekî ku hemû kesî hembêz dike, beyî cûdahî di navbera ol û nijadiyê de. Werin em zarokên xwe li ser çanda lêborandinê ava bikin. Ênrjiya xwe jinûve ava bikin. Dilê xwe ji hev re vekin, ji ber pêşeroja me di yekbûnê de ye. Bi hev re bi yek destî dîrokek nû bi sernavê “Aştî, hevqebûlkirin û hevheskirin” ji bû Sûriyê ava bikin.”






