Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re bûye armanceke cîhanî

27/07/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re bûye armanceke cîhanî
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Rêveberiya Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê Suad Hiso diyar kir kampanya ‘‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocelan re hevdîtin bikim’’ ku li Ewropa dest pê kir, li tevahî cîhanê belav bû û li gel gelê Kurd bi gewde bû.

Di 25’ê Hizêranê de kampanya ‘‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocelan re hevdîtin bikim’’ ji aliyê Forma Azadî û Aşîtiyê ya Ewropayê (EFFP) ve hatiye destpêkirin, ev kampanya berdewamiya pêngava ‘‘Ji Abdullah Ocelan re azadiya fîzîkî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî ’’ ye. Ev kampanî li tevahî cîhanê dengvedanek dîrokî çêkir, ji zarokê 7 salî heya kesên 70’ê salî xwasteka hevdîtinê bi Rêber Apo re dikin. Hemû cîhan bi bang û helwestên Rêber Apo bandor bûne, ji ber vê yekê xwesteka hevdîtinê dikin, ji ber ku baş dizanin fikir û felsefeya Rêber Apo riya çareseriyê û azadiya tevahî gelan e. Herwiha hemû gel banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.

Di derbarê kampanya ‘‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocelan re hevdîtin bikim ’’ Rêveberiya Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê Suad Hiso ji Rojnameya me re axivî.

‘Daxwaza hevdîtinê bi Rêber Apo re bûye projeya cîhanê û rojeva gelan’

Suad Hiso destnîşan kir ku kampanya ‘‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocelan re hevdîtin bikim ’’ dengvedanekî dîrokî çêkir û wiha got: “Ev kampamya ku li Ewropa dest pê kir, li tevahî cîhanê belav bû û li gel gelê Kurd bi gewde bû. xwesteka dîtina Rêber Apo bûye projeya cîhanî û rojava tevahî gelan. Hemû gelên cîhanê dixwazin hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin, ji zarokan bigire dest û heya kal û pîran xwesteka hevdîtina Rêber Apo dikin, ji ber ku hemû cîhan baş dizane îdolojî û felsefeya Rêber Apo riya çareserkirina doza tevahî gelan e. Herwiha tevahî gelên cîhanê ne tenê xwesteka hevdîtina bi Rêber Apo re dikin, lê belê ji bo azadiya fîzîkê ya Rêber Apo hertim li ser piyan e, banga dikin û dibêjin ji ‘‘Abdullah Ocelan re azadiya fîzîkî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî ’’.”

‘Dewleta Tirk heya niha tu gavên berbiçav neavêtin e’

Suad da zanîn ku banga Rêber Apo ya ‘‘ Aştî û Civaka Demokratîk ’’ çareseriya aloziya cîhanî ye û wiha domand: “Di 27’ Sibatê de banga Rêber Apo ya ‘‘ Aştî û Civaka Demokratîk ’’ hate raghandin, lê ne cara yekemîne ku Rêber Apo bangekî wiha dike. Dewleta Tirk bang li Rêber Apo kir ku PKK’ê çekên xwe îmha bike û dest bi pêvajoya aştiyê bike, Rêber Apo ev bang qebûl kir û dest bi pêvajoyek nû kir, pêvajoya aştî û civaka demokratîk. Herwiha PKK’ê biryaya xwe ji nû ve avakirinê da û di 11’ê Pûşberê de meresîma şewtandina çekan ji aliyê PKK’ê ve hat lidarxistin. Hemû gavên ku ji Rêber Apo tên xwestin wî avêtin, Rêber Apo berpirsyariya li ser milê xwe pêk anî, niha jî hemû berbirsyarî li ser milê dewleta Tirk e, lê heya niha tu gavên berbiçav neavêtine, tenê bi gotin dibêjê em ê çareser bikin û erkê li ser milê xwe bikin, lê heya niha tu gav nehatine avêtin, lê belê em dibînin ku rewş li herêmên dagirkirî yê di destê dewleta Tirk de her ku diçe aloztir dibe ji ber vê yekê jî ji dewleta Tirk tê xwestin ku hin gavan bavêje, erkê li ser milê xwe bike û pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin, berdewam bike.”

‘Civaka Êzidî ne weke berê ye’

Rêveberiya Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê Suad Hiso axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêber Apo gelek name ji bo gelê Êzidî şandin di van nemeyan de gelek tişt da xuyakirin û got “Civaka Êzidî êdî ne weke berê ne”. Civaka Êzîdî rastî gelek komkojiyan û kuştinê hatin, herwiha gelek ferman li ser serê wan hatin rakirin, weke fermana 73’an Civaka Êzidî li Şengalê rastî komkojî, koçberî, revandin û kuştinê hat, hikumeta Îraqê nikarî parastina Civaka Êzidî bikira, lê tevî vê jî Civaka Êzidî berxwedan û parastina xwe kir. Rêber Apo ji bo Civaka Êzidî xwesteka xweparastin û xwerêxistinkirinê kir.

Civaka Êzidî li tevî gelek komkojî û fermanên ku li ser wan hatine meşandin lê nehatin helandin, wan hertim çand û reseniya xwe parastin e, li hemberî DAIŞ’ê, Tirkiyê û Îraqê xwe parastine, herwiha tevî hemû revandin û kuştinê jinan, jinê Êzidî carek din xwe parastin û xwe ji nû ve birêxistin kirin. Ew li hemberî hemû êş, zor û zehmetiyan sekinîn û berxwedaniya jinên Êzidî yên azad diyar kirin, ev berxwedanî jî bû bersîv ji hemû dijminan re.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.