Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Colanî şertên Israîlê qebûl kirin!

27/07/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydi

Êrişên li ser Siwêdayê li başûrê Sûriyê rojeveke germ a herêmê ye. Ji ber ev rewşa pêkanîna komkujiyan ji aliyê desthilata veguhêz a li Şamê ve, rûyê wan yê tûndrew û Daiş’iyan derdixe holê. Her çiqasî reng û rû guherî bin, lê cewher nehatiye guhertin. Dîmen û belgeyên ku belav bûn, hovîtiya DAIŞ’ê di destpêka avakirin û belavbûna wê de hat ber çavên me. Mirov ji ser xaniyan hatin avêtin, hatin serjêkirin û bi komî hatin gulebarankirin. Hêzên desthilata li Şamê destpêkê piyên xwe hilmalan û ji wê be, çawa here, ew ê xelkê Siwêdayê yên Durzî çekên xwe radestî wan Daiş’yan bikin û bibêjin werin bikevin bajarê me. Lê hesabên wan li nav hev ketin, dema rastî helwesta Xelkê Siwêdayê hatin ku ew rêveberiya xwe radestî tu alî nakin.

Herwiha vê carê desthilata Colanî di bin navê Eşîrên Ereb de çekdarên xwe kom kirin û êriş birin ser Durziyan, lê dîsa jî bi bin ketin. Nema dizanîbûn çawa xwe ji vê binkeftinê rizgarbikin, lê nûnerê Amerika yê Sûriyê wekî parêzvan ket dewrê û xwest bibêje, ne hêzên hikumeta Şamê ne ku ev komkujî pêk anîne û dibe DAIŞ’ê kincên wan li xwe kiribin û ev kuştin pêk anî bin. Li aliyekî berxwedana Xelkê Siwêdayê li hember van barbar û Daiş’yan û li aliyê din helwesta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ragihandina Kurdan tevî çalakvanên Kurd li ser tevnên civakî, parastina nirxên gelê Sûriyê kirin û hiştin desthilata Colanî ya li Şamê teşhîr bibin û hêzên navdewletî jî di vê mijarê de destwerdan bikin.

Encama vê tevgera ku çêbû, ew bû ku wezîrê karê derve yê desthilata Colanî li Parîsê bi Israîlê re peymanekê îmze bike ku hin ji xalên wê ji aliyê Çavkaniya Mafên Mirovan a Sûriyê ve hatin belav kirin. Di nava xalên li ser hatiye lihevkirin jî ew e ku divê hemû komên ku êrişî Siwêdayê dikin çi yên li ser navê desthilatê û çi jî yên din, ji herêmê vekişin û başûrê Sûriyê bibe herêmeke bêçek.

Di rastiyê de ya ku çê bû ne li hevkirin bû, lê Nûnerê Amerîka yê Sûriyê Tomas Barak nûnerên desthilata Şamê li dû xwe circirandin Parîsê û ew mejbûrî îmzekirina vê peymanê kirin. Ew jî wekî hewleke xilaskirina Colanî ji têkçûnê bû.

Her çiqasî desthilata Şamê xwest vê peymanê veşartî bihêle, lê nekarî û hemwextî wê li Siwêdayê jî Rêveberiya Xweser hat ragihandin û eşkerekirin ku ew ê tu alî li vê herêmê ji bilî xelkê wê nebe desthilat.

Dixwazim bibêjim ku li Sûriyê yên bi gef û tehdîdan bixwazin serweriya xwe li ser herêman ferz bikin, ew ê têk biçin. Bi barbarbûnê û tirsê jî desthilat wê nikaribin li ser piyan bimînin. Sûriya wê venegere serdema Baas û yên dixwazin heman modêlê ji xwe re ava bikin û ji wan be ew ê bi desteka navdewletî heta dawiyê li ser piyan bimînin, bila ji xwe re Beşar El-Esed û rêjîma Baas binêrin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.