Remezan Olçen
Çend roj berê min nivîseke şehîd Alî Haydar Kaytan xwend. Di rojnameya Yenî Yaşamê de hatibû weşandin. Xuya ye ji ber axaftin yan jî dersekê wî yê perwerdeyê hatiye girtin. Zimanê xwe sade bû. Weke çawa em bi hev re diaxivin nivîsîbû. Lê nivîseke têra xwe kûr bû û gazî xwendevanê/a xwe dikir ku li ser xwe, li ser hebûna xwe, li ser gund û bajar û welatê xwe bifikire.
Digot; “Berê ez ji gundê xwe aciz bûm. Min timî digot, em li van çiya û baniyan li çi digerin.” Bi rastî dema ez difikirim bi min re jî ev hîs çêbûye. Min jî car bi car ji xwe re digot. Paşê weke ku Alî Haydar Kaytan dibêje; Rêber Apo çavek dî bi min ve kir û min bi wî çavî li gundê xwe mêze kir. Min wê gavê xweşikahiya wî dît, min hingê xwe dît. Ev vegera li xwe, vegera li koka xwe bi serê xwe şoreşeke mezin e.
Îcar li vir ez ê mînakek ji pirtûkekê bidim ku nivîskara wê jineke hêja û berxwedêr bû; Sîmone Weil. Pirtûka wê; Bêkokbûn behsa wê yekê dike ku serdest bi çi rengî û çawa me ji kokên me dikin. Ev kok helbet dema mirov lê difikire, ax e. Ji ber ku em encax li ser ax û koka xwe berdin. Lê xanima Weil tişteke din dibêje; ya ku ew dibêje hîn balkêştir e. Dibêje; mirov çiqas temaşeyê heqîqeta xwe bike ewqas li koka ku rehên xwe, yanî li xwe vedigere. Li gorî wê ax giring e, lê koka ku mirov di zîhniyeta xwe de berdide kûrahiyan hîn giringtir e.
Serdest pêşî bi zîhniyeta bindestan dilîzin. Dixwazin wê zîhniyetê şîlo bikin. Xwediyê zîhniyetê xwe kêm û bi qisûr dibîne. Tişta ji xwe re weke qirsûr dibîne; koka wî/ê ye. Nirxên civakê ya bi hezarê salan e. Ziman e, çand û huner e, dîrok e, dab û nêrît e. Li xwe kirine cil û bergên xwemalî ye. Ji ber vê jî Sîmone Weil bi pirtûka xwe me vedixwîne ku em pêşî koka xwe di zîhniyeta xwe de berdin, weke ku şehîd Alî Haydar Kaytan dibêje; bi çavê xwe li xwe, li civaka xwe, li welatê xwe binêrin. Ji ber ku bi çavê serdestan dema mirov li xwe binêre tişta ku mirov bibîne ji kêm û qisûran wêdetir ne ti tiştek e.
Bûyîna xwedan kok giring e. Dara me ya hebûn û azadiyê dema li ser axa xwe şîn bibe, koka xwe di kûraniya wê axê de berde wê fêkiyên xwe jî bi tahm û çêj bin lê heke ku ev dar û kulikl li biyanistanê be wê fêkiyên xwe jî tahm sar bin. Wê hîbrît be, bê dendik û kakil be. Axa xwe em behsa wê dikin jî destpêkê zîhniyet e. Divê zîhniyet, mêjî û dilê me li xwe vegere.
Em li ware şoreşê dibin şahid ku civak kok û rehên xwe parastiye. Em dibin şahid ku di salên derbasbûyî de dema ev dar bi ava şoreşê hat avdan çawa geş bû û fêkiyên çawa tamxweş dan. Civaka şoreşê bi çavê xwe li xwe dinêre, bi çavê xwe, xwe dibîne. Bi mêjî û dilê xwe bi heqîqeta xwe re ye. Rastîn û heqîqî ye, ne tişteke mecazî û qelp e. Ev kok çiqas bi kûraniyan de here wê vegera xwe li û xwebûn ewqas qewîn bibe. Wê hebûn û xwebûn bi ziman, çand û hunerê, bi poetîka û polîtîkayê her û her azad bijî.