Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên wêjeya kurdî

27/07/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên wêjeya kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsif

Helbestvanê şoreşger Ferhad Merdê Helbestvanê şoreşa Rojava û dengê şoreşa  azadiyê.

Rola helbestvanan di serdema nûjen de di wêjeya kurdî de pir girîng e, ji ber ku ew nûnertiya dengê ku derbirîna hest û ramanên mirovan dike û ew mîrateya gel û dîroka wan vediguhêzin û di heman demê de ew dixebitin ji bo xurtkirina hişmendiya çandî û neteweyî ya gelê Kurd û hewldidin ku peywira xwe ya çandî û siyasî ji bo girseya gel ragihînin.

Rola helbestvanên kurd di lêgerîna hişmendiya giştî û banga yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd de girîng têne hesibandin û ew dixebitin ku nirxên mirovan, demokrasî û azadiyê di civakê de xurtbikin û nasnameya neteweyî û çandî ya gel biparêzin. Helbestvanê Kurd Ferhad Merdê yek ji van helbestvan û welatparêzên hevdem e ku dixwazin mîrasê  wêjeyî û hunerî û nasnameya netewî û mîrateya wê ya çandî û şaristanî biparêzin û  gel teşwîq dikin ku  hertim xebat û  têkoşînê bikin da ku bigihîjin mafên xwe yên rewa ji azadî û serxwebûnê.

Helbestvan û nivîskarê kurd, Ferhad Merdê (Mihyedîn) ji dê û bavekî kurd (Şukrî û Letîfa) di sala 1975’an de li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ji dayik bûye, bajarê tijî hezkirin û biratiyê, minareya Zanîn û Zanistê, dîdargeha Hunermend û helbestvanên xwedan çand û olên cuda yên mîna (Mihemed Şêxo, Aram Tîgran û Cegerxwîn û Mela Ehmedê Palo) û jêdera ilhamê ji bo gelek helbestvan û afrîneran, ew di nav malbateka neteweyî ya Kurdî de mezin bû ku girêdayî bi nirxên kurdewarî û evîndarê azadî û aşitiyê, ku ji heft zarokan (sê keç û çar xortan) pêk tê, ji ber hestê xwe yê welatparêzî û evîna wî ji bo welatê xwe û gelê  xwe, ew hîn di ciwaniya xwe de  beşdarî nav refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû, bi destekî çek û bi destê din pênûsê radike û da ku bibe dengê berxwedanê, şepêlek ji bo şerê azadiyê li dijî koledaran û dagirkeran û bibe peyamdarê hişyariyê bo gelê xwe.

Meylên wî yên hunerî û wêjeyî û hezkirina wî ji bo muzîka kurdî, şano û lêxistina defê, di temenek piçûk de dest pê kir, hîn di sêzdeh salaliya temenê xwe de, ji kûraniya dilê xwe ew bi rewşa xirab û mercên dijwar û her deverê dorpêç kirin ku gelê kurd tê de dijî bandor bû. Ji nav dijwarî û zehmetiyan, hêvî derdikeve; ji kûraniya êşê, îrade tê afirandin û ji dilê felaketan, afrînerî tê zayîn. Di nav van trajediyan û mercên êş ên ku welêt têre derbas bû, helbestvan Ferhad Merdê mezin bû û hişmendiya wî ya bedewî û çandî hate avakirin, wî hinêra xwe ya hunerî, torevanî û çandî bi xwendin û lêkolînê pêşve bir. Di sala 1995’an de, wî dest bi rêwîtiya xwe ya torevanî kir bi nivîsandina helbesta klasîk, ya terazû, li gel helbesta azad û pexşan, bi karanîna zimanê kurdî wek amûrek ji bo vegotinê û afirîneriyê.

Helbestên wî dengvedanek berfireh girt di nav cîhana hunerî de, ku gelek hunermendên mezin ên kurd û komên hunerî yên naskirî, helbestên wî kirin stran û di albomên xwe de weşandin mîna :

1-Hozan Comerd ( Hêviya dilê min)

2-Xêro Ebas (Gula bexçê welatê min – Wa bilûrvano – Derdên dilê min pirin)

3-Hikmet Cemîl (Hozanim dilkovanim)

4-Şehîd Delîle ( Zîlan)

5-Hozan Sosin ( Newroz çiye.. berxwedane)

6-Hozan Farqîn(Gulê Canê)

7-Selah Resûl (Esmer)

8- Koma Serdem (Leyla Guven -Welatê min – Buhara welatê me  û Em Nadin)

9- Koma Zîlan ( Waşokanî )

10- Koma Amara ( Apo tu rojî).

Ji bilî serpêhatiya wî ya helbestî, helbestvan Ferhad di warê tiyatroyê de jî gelek nivîsar û senaryoyên şano û skêçan nivîsandine ku ji aliyê komên hunerî yên cuda yên kurdî hatine pêşkêşkirin. Ji xebatên wî ên herî navdar ên tiyatroyê ku wî nivîsî, derhênerî jêre kirî û di wan de beşdar bûyî, ev in:

1-Şanoya ” Dîno –  muzîkal” ku dengvedanek da û di festîvala Hewlêr û Amedê de hat pêşkêşkirin.

2- Şanoya “Şehîd Zîlan”

3- Şanoya “Buxcê Welatê Min”

4-Şanoya “Silo” kurte fîlm.

Di domahiya 30 salan ji fedekarî û dayînê, helbestvan Ferhad roleke girîng û çalak di dîmena neteweyî û çandî de lîst, di riya pêşkêşkirina bernameyên gelek çalakiyên neteweyî û ahengên niştimanî, wek Cejnên Newrozan, Bîranîna damezrandina partiyê, Pêngava15’ê Tebax ê, Tîwanên Şehîdan, Roja Rojnamegeriya Kurdî û bîranînên nivîskar û helbestvanên kurd bê sekin û westan, bi helbestên xwe yên nazik û hîsdar û bi şêwazê xwe yê bi bandor ku şopeke kûr li ser bîra temaşevanên xwe û wijdana gelê xwe  hişt. Ew beşdarî gelek bernameyên televîzyon û radyoyê de, li ser ekranê kanalên wek (Ronahî, Rojava, Stêrk, Çira TV, Arta û Vedeng) û bernameyên wek “Xemla Hunerê”, “Bernameyên Guhdaran) bû.

“Sefqan û Mêvan”,Nûroj” û bernameyên din ku destlêdana nebeza kolana Kurdî û derdên wan yên rojane dikin. Ne tenê ew beşdar bû, lê di heman demê de wî gelek bernameyên TV-yê li ser ekranên kenalên Kurdî jî pêşkêş kir di nav de:

1-“Gul Firoş” – li Rojava TV

2-“Buxcê Zarokan” – li Stêrk TV

3- “Gundê Me” – li Ronahî TV.

Helbestvan Ferhad Merdê bi gelek hunermendên Kurd û komên hunerî re, beşdarî karekî hevbeş bûye, bi helbestên xwe ligel stranên wan û di ezmûnekê de ku peyv û awaz, helbest û stran bi hev re kom kirine bi rengekî duet û komî helbest û stranan bi hevre gotine û ji nav wan ên  herî navdar evin:

1-Koma Serdem

2-Hûjîn Hêris

3- Sefqan Orkîş

4-Hikmet Cemîl

5-Farqîn Azad

6-Koma Zîlan

7- Koma Penaber

8- Melik Rojhilat

9- Koma Botan

Wî gelek xelat ji derdorên hunerî, wêjeyî û malperên medyaya civakî wergirtine .

Ferhad Merdê helbestvan û hunermendekî kurd e, ji bajarê Qamişlo ye, ew tê nasîn bi helwesta xwe ya neteweyî û piştgiriya xwe ji doza gelê kurd re, bi taybetî li Rojava ,ji ber vê yekê tê bi navkirin bi “helbestvanê şoreşa Rojava” ji ber beşdariyên wî ya helbestî û hunerî  di şoreşê de ku wî êş û hêviyên gelê kurd vegotin.

Di sala 2022’an de, Ferhad Merdê gazî hunermend û rewşenbîrên Kurd kir da ku piştgiriyê bidin berxwedana Gerîlayên Kurdistanê û bal kişand li ser giringiya yekîtiyê û hevgirtinê li dijî pirsgirêkên ku li hember gelê Kurd rû didin.

Ji ber helwestên wî yên sîyasî û çalakiyên wî yên hunerî û torevanî, helbestvan Ferhad Merdê û Hevalên xwe hatin armankirin ji hêla dronekê Tirkî ve li bajarekî Rojavayê Kurdistanê, evê yekê semboliya wî zêde kir wekî helbestvanekî berxwedêr, şoreşgerî û neteweyî. Helbestvan Ferhad gotinên wî wek avê xwêz in, bi hêvî û rûmet diherikin dilan; tîpên wî xweşik in, mîna xêzikên ku ji ronahîyê têne hûnandin, ku birînan derman dikin, bi his û hestan diaxivînin û bi rastî xwe berdidin giyan, hevokên wî li ser jiyanê pir xweşik in û tîpên wî hêsan in, lê her wiha di nav wan de pir wateyên giran hene ku peyvên derbas dikin û şopekî li ser wijdan dihêlin û nayê jibîrkirin.

Hinêra Ferhad Merdê ya hunerî û wêjeyî tenê bi nivîsa helbest, şanogeriyê û karanîna rîtmayê “Defê” sînordar nema, ji wan derbas kir, her weha di warê awazdêneriyê de jî xebitî, wî gelek helbestên xwe awaz ji wan re çêkirin û ji hêla hunermendên mezin ên Kurd  û komên  hunerî yên kurdî ve hatin pêşkêş kirin, mîna:

1-Ey gula buxçê welatê min

2-Apo Helbestek bë dawiye.

3-Buhara min.

4- Rondik

5-Ji tere bes

Helbestvan Ferhad Merdê yek ji dengên herî girîng ên helbestî ye ku derbirîna armancên şoreşê û tevgera girseyî dike di kûrahiya helbestên wî de dengê birînek vekirî, axîna êşa neteweyekê ronî dike, di sirûdên wî de qêrîna jiyanê û dengdana rastiyê ya nûdem ku bi zimanekî helbestî xweşik û rewahekî bedew tê pêşkêşkirin. Ferhad Merdê helbestvanekî afrînere, xwedî peyvên şêrîn û hestên bedew e, ew dikare peyvan bike çiraxên ronahî di  tarîya şevreşan de û dikare bi tîpên xwe yên nazik gelek wateyên xweşik bixêze, ruhê wî yê nazik û hestewar her dem li her helbestê û li her malikekî ku dihûne tê dîtin. Gelek helbestên neteweyî, şoreşgerî û romantîk li ser welat û berxwedanê, li ser şehîd û şoreşgeran, li ser serok û milîtanan, li ser çiyayên Kurdistan û xwezaya wê ya bedew; li ser bajarên berxwedêr yên Kurdistanê, li ser Kurdistanê û bedewiya wê, li ser sitemkarî û zordariyê, li ser jin û şoreşê li ser evîn û heskirinê nivîsandine.

Ji karên wî yên edebî ku hatine çap kirin, berhevokek helbestî bi zimanê kurdî bi navê (Kesera Azadî) û berhevokek nû ya helbestê jî li benda çapê ye…!!

Ji navê klîpên wî yên navdar ji helbestên wî yên bi dengê xwe tomar kirin û li ser malper û kanalên televîzyonê hatine weşandin evin:

1-Însane

2-Yadê

3-Gul Firoş

4- Lawikê Koçer

5- Serokê Min

6-Bêriya Te Dikim

7-Ji te Hez Dikim

8-Ji bo Garê

9- Cenga Zagros û Xabûr

10- Sibe Belkî Tu Min Nebînî

11- Ma Ku Tu Li Ver Ba

12-Şengal

13-Kobanê

14-Heval

15-Serê Kaniyê

16-Efrîn

17-Berxwedana Hesekê

18-Her

19-Ey Şehîd

20-Esmer

Helbestên wî çîrokên ku dil û cegeran disojînin û hêstiran ji çavan dibarînin û dîroka gelê kurd ji demên kevnar ên ku di bin giraniya neheqî û zordestiyê de xeniqîne vedibêjin, helbestên wî ji bo qahreman û şahiya serkeftinê têne strandin .

Ferhad Merdê wek dengê hunerî û mirovahî tê nasîn, ku êş û hêviyên gelê kurd vedigotin, bi riya helbest û hunera xwe hewl dide ku bûyerên dîrokî belge bike û banga yekîtî û berxwedanê dike. Helbestvan Ferhad ne tenê serhildêrek neteweyî an nivîskarek şoreşger e, lê ew çemek hişmendiye diherike, çavkaniyek zanebûnêye zuha nabe, sînorên cîh û demê derbas dike…

Helbestvan Ferhad Merdê, stûnek edebî yê neteweyî ya afirîner e ku di dewlemendiya hunera kurdî û wêjeya Kurdî de bi gotinên xwe yên şêrîn, tîpên xwe yên bedew û bi şanoyên xwe yên bi armanc û raman, rolek girîng lîstiye. Helbestvan Ferhad Merdê dê bimîne wek çavkaniyek ku ava wê qet namiçiqe, û wek çiraxek ku ronahiya wî qet navemire, hêviya serkeftinên zêdetir, afrînerî, ronakbûn, saxî û jiyana dirêj jê re dixwazim..

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.