Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Erkê TEV-DEM’ê rêxistinkirina civakê ye’

27/07/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Erkê TEV-DEM’ê rêxistinkirina civakê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Dêrik

Berdevkê TEV-DEM li herêma Dêrikê Şengîn Omer diyar kir ku erkê TEV-DEM’ê rêxistinkirina civakê ye û çareserkirina pirsgirêkên gel bi rêk û pêk e, da ku civak xwedî bingeh bimîne.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, ji her tştî zêdetir pêwîstiya civakê bi rêxistinkirinê hebû. Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM jî ev barê giran girt ser milê xwe û dest bi kar û xebatên rêxistinkirina civakê kir. Roj bi roj destkeftiyên gelên Bakur û Rojavayê Kurdistanê zêdetir bûn, pê re jî kar û xebatên TEV-DEM’ê jî berfirehtir bûn.

Di derbarê kar û xebatên TEV- DEM’ê de Berdevkê TEV-DEM li herêma Dêrikê Şengîn Omer ji Rojnameya me re axivî.

 Kar û xebatên TEV- DEM

Şengîn Omer di destpêka axaftina xwe de behsa kar û xebatên TEV-DEM’ê kir û wiha got: “Piştî meclis hatin avakirin û komîn bûn girêdayî wan, karê TEV- DEM’ê ma yekîtî û saziyên civaka sivîl, êdî TEV- DEM’ê dest bi pêşxistina yekîtiyên heyî kir û yên tune bûn, ava kir. Wek Yektiya Mamosteyan, Yekîtiya Cotkaran, Yekîtiya Karkeran, Yekîtiya Esnafan, Yekîtiya Parêzeran, Yekîtiya Rewşenbîran û Yekîtiya Bijîşkan. Di her beşê civakê de yekîtî hatin avakirin û birêxistinkirin. Armanc jê ew bû ku civakeke bi rêxistinkirî û birêkûpêk were avakirin, da ku şoreşeke serkeftî û bi encam be. Her yekîtiyek karê wê ji ya din cûdatire, mînak Yekîtiya Esnafan, bazarên bazirganiyê ya bajarê Dêrikê nêzî 33 sinif têde hene ev hemû yekîtiyên wan hene û bi odeya esnafan ve girêdayî ne. Ev yekîtî berdevkên wan hene û dema mijarek çêdibe yekser em têkiliyê bi berdevkên wan re dikin. Her beşek ji yekîtiyan karê wê heye û em wan birêxistin dikin û heger kêmasî hebe em wê kêmasiyê derbas dikin. Mirov dikare bi kurtayî bêje hemû yekîtiyên ku di bin saya TEV- DEM de kar dikin hemû komînin û xwe birêxistin kirine û berdevkên xwe derxistine, herwiha kar û xebatên xwe nas dikin.”

‘Erkê TEV- DEM çareserkirina pirisgirêkan e’

Omer diyar kir ku di her warê jiyanê de wê helbet astengî û kêmasî hebin û wiha domand: “Mînaka ber bi çav karmendên ku di bajar de kar dikin hijmara wan gelek in, nabe ku yek di cihekî de kar bike û nebirêxistinkirî be û mafê wan nebe, dema mirov berê xwe dida bazara Dêrikê karmend li bazarê belav bûne, ev karmend ne girêdayî navenda nin, lewma pêwîstî hebû wek nasnameyên kar ji wan re  werin çêkirin û wan bi yekîtiya karkeran bidî famkirin, ji wan re zelal bikin dema hûn girêdayî cihekî bin kes nikare mafê we bixwe, dema me ev karmend bi rêxistin jî kirin êdî pêwîstiya wan bi cihekî taybet jî heye da ku têde kom bibin, bi vî awayî tu kes nikare mafê karkeran jî bixwe. Di heman demê de gazin ji ajokarên erebeyan hat ji me re ku cihê ku yekîtiya ajokaran ji wan re nîşan kiribû hatiye xirakirin  û pêwîste cihekî din nîşan bikin da ku karê xwe berdewam bikin.”

Berdevkê TEV-DEM li herêma Dêrikê Şengîn Omer axaftinên xwe wiha qedand: “Ez bawerim ku di her şoreşekê de dema civak ne birêxistinkirî be ew şoreş bi ser nakeve, lê dema civak birêxistinkirî be û şoreş li dar bikeve yekser ew civak pişta wê şoreşê digre. Her û her yekîtî di nav piroje û pêşinyarên nû de ne, mînak niha pêwîstiya zêdebûna dikanên pêşesazyê ji pêşesazên bajarê Dêrikê re hebû, me yekser ev yek bi şaredariya bajarê Dêrikê re nîqaş kir da ku em vê pirojê pêk bînin. Di heman demê de ji ber tengbûna sûka Dêrikê û zêde bûna erebeyan em niha kar dikin da ku keraçekî ava bikin ji bo derxistina erebeyan ji nîva bazarê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.