Hemza Sêvo/ Qamişlo
Ebdilrehman Ebdê bavê şehîd Zinar Ebdê yek ji şehîdên teqîna Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo diyar kir ku teqîn bi destê tirsonekan pêk hat. Herwiha Ebdê destnîşan kir ku lawê wî Zinar dema dikan vekir teqîn çêbû û roja din dema ku dayika wî li nexweşxaneyê ew dît, piştî gelek axînan şehîd bû.
Di 27’ê Tîrmeha 2016’an de çeteyên DAIŞ’ê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi kamyoneke bombebarkirî êriş pêk anî. Di encama vê teqînê de, 62 kes şehîd, 177 kes jî birîndar bûn herwiha zirar gihaşt mal, milk û dikanên welatiyan. Şehîd Zinar Ebdê yê 16 salî bû roja piştî teqînê şehîd bû, derbarê teqînê û şehadeta Zinar Ebdê de bavê wî Ebdilrehman Ebdê ji rojnameya me re axivî.

‘Komkujî bi destê tirsonekan pêk hat’
Bavê Şehîd Zinar diyar kir ku teqîna Taxa Xerbî bi destê tirsonekan pêk hat û wiha got: “9 sal li ser teqîna Taxa Xerbî re derbasbûn, ev komkujiyek bû di derheqê gelê Kurd de, çeteyên DAIŞ’ê bi vê teqînê kiriyareke xedar bû û ev yek bi destê tirsonekan pêk hat. Wekî em dizanin destê dewleta Tirk di vê komkujiyê de hebû, bi riya istixbarata xwe û wan navendên perwerdekirina çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Tirkiyê hatibûn avakirin, teqîn çêbû. Herwiha bi riya istixbarata rêjîma Baas kemiyoneke mezin a DAIŞ’ê ku gelek madeyên teqemeniyê hildigirt, derbasî Taxa Xerbî bû û hat teqandin. Çeteyên DAIŞ’ê rû bi rû şer bi gelê Kurd re kirin, bi saya şervanên QSD’ê nikarîbûn bi ser bikevin, lewma dest bi kiryarên teqandin, hedefgirtin û hwd… bi riya dewleta Tirk kirin, di encama wê de jî bi dehan kesên sivîl ên bêguneh hatin kuştin. Di pey wê re DAIŞ bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan kesên murted ango yên derveyî ola islamê kuştin, lê ev sîfet tu caran ne di chiyê xwe de bû, em civakeke aştîxwaz, misilman in û ne li dijî tu olan in.”
‘Dema ku Zinar dikan vedikir teqîn çêbû’

Ebdilrehman Ebdê destnîşan kir ku dema lawê wî Zinar dixwest dikana xwe veke, teqîn çêbû û wiha bi lêv kir: “Zinar kurê min yê duyem bû, temenê wî 16 sal bû, dikana min a çaksazkirina beradeyan heye, wî alîkariya min dikir û birayê wî dixwendin. Roja teqîn çêbû, sibehê zû şiyar bû, wekû her carê rahişt bisklêtê xwe û çû dikanê. Wê demê jî birayên wî yên din li pişt wî bi dûrahiya 50 gavî dimeşiyan, dema Zinar gihaşt li ber deriyê dikanê û xwest ku derî veke, teqîn çêbû û derbe ji ser, gurçik, pişt û destê xwe xwar û bi giranî birîndar bû. Birayê wî li min geriya û got birayê min birîndar bû, ez bi dilşewatî û bêpêlav ji mal derketim, nêzî 300 gavan mala me dûrî cihê teqînê bû. Dema ez giham ser laşê kurê xwe, bi dilekî şewat û hêsirê çavan, min dengê xwe hilda û min got ‘Rab’, wî di jiyanê de gelekî guhdariya min dikir, dema ku birîndar bû jî li min guhdar kir û li ber xwe da. Min rahişt wî û ber bi çerxereya Medînet Elşebab ve bir û ambolansayê em birin Nexweşxaneya Niştîmanî ya Qamişlo.”
‘Rêjîmê bi zanebûn birîndar paşguh dikirn’
Ebdê da zanîn ku rêjîmê bi zanebûn birîndarên teqînê paşguh dikirin û wiha domand: “Rojeke pir nexweş bû û hertişt di Taxa Xerbî de hat guhertin, derdora cihê teqînê tev hatibû ruxandin, weke roja qiyametê bû. Dema min lawikê xwe bi sînga xwe ve kiribû û ez bi rê ve diçûm, di riya Amûdê-Qamişlo de lingê min li parçeyên mirovan diket. Min Zinarê birîndar bir Nexweşxaneya Niştîmanî ya ku wê demê di bin serweriya rêjîma Baas de bû. Li wê derê hemû birîndarên teqînê dihatin paşguhkirin, di rewşeke wiha mirovî de wan xebatkarên nexweşxaneyê xwe bi mobaylên xwe ve mijûl dikirin û bi hev re dikeniyan. Wê demê min hîs dikir ku tiştê li nexweşxaneyê rûdide, pilankirî ye. Ango rêjîmê dixwest wan kesên birîndar ên ji mirinê xilas bûne, jiyana xwe ji dest bidin. Birîna Zinar pir giran bû, ew ne li ser hişê xwe bû, dinaliya, nediaxivî tenê dengê axînan jê dihat, ev yek wiha domand heya roja din dema ku dayika wî hat, dema ku zanîbû dayika wî hat, dîsa nalîneke dijwar jê hat û şehîd bû.”
‘Pêwîst e berpirsên teqînê werin cezakirin’
Bavê Şehîd Zinar, Ebdilrehman Ebdê anî ziman ku berpirsên teqîna Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo îro cihê xwe di rêveberiya Şamê de digrin û pêwîste ku bên cezakirin û wiha axivî: “Em sersaxiyê ji malbatên hemû şehîdan re dixwazin, malbata me tev bi şehadeta Zinar êşiya û ji bona me şehadeta wî pir giran bû. Rewşa min a tendurstî gelekî xerab e, temenê min 45 sal e, lê nexweşiyên kesên 90 salî bi min re hene, dayika wî jî mîna min nexweş e. Em dizanin ku yên ev kiriyarên xerab weke teqîn û hwd… li herêma me pêk tanîn di wê demê de DAIŞ’ê bû. Kesên ku teqîna Qamişlo pêkanîne îro bi heman hişmendiyê li ser gelê Sûriyê komkujiyan pêktînin. Hêviya me weke miletê Kurd ji fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ew e ku bila bi tu awayan serweriya vê hişmendiyê qebûlneke û li hemberî wê têkoşînê bike.”






