Idrîs Henan
Di şer û aloziya Sûriyê de têgîna “Hawarê” ya navê êl û eşîran lêbarkirî, weke pratîkeke çors a dîrokê berovajî dike, xwe daye der. Ji xwe dema ku ferdek an jî komek hewcedarê piştevaniyê bin banga “Hawarê” tê kirin ku li dijî êrişeke derveyî, kirîzeke darayî yan jî pevçûnek navbera du êl û eşîran de be, tê qêrîn. Lê dema di nava sîstema ku xwe weke dewlet dihesibîne de bangeke wisa ji aliyê rayedar û saziyên fermî ve li dijî pêkhateyek hundirê welat pêk were, pênaseya rasteqîn ya têgînê wenda dibe û li şûna “Hawarê” dibe provakasyon û handana etnîkî û mezhbî ku hevgirtina civakê û ewlehiya welat tûşî hilweşîn û jinavbirinê dike. Bi wê yekê re jî wateya xwe ya dîrokî weke gerdişekê ji dest dide û vediguhere amûreke desthilatdariyê ya tekûzkirina destpotiyê û nîşaneya meşa ber bi faşîzmê ve ye.
Desthilatdariya HTŞ xwestiye bi êrişa ser Siwêda re, vê têgînê derb bike û tabloya civakbûyîna ser bingeha hevtememakirinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye nîgarkirin, bê rûmet bike û lingekî esas ê civakbûyînê bişkîne. Li Beravê û Siwêdayê amadekariyên şerê fînalê ya li ser statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihate kirin ku ancax bi reşkirin û berovajîkirina rastiyên dîrokî yên civakbûyîna bi hêz, karibin di plansaziyên xwe yên derûnî û madî de bi ser kevin! Xwestin bi wan êrişan re zextên siyasî û civakî li ser Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê QSD girantir bikin û dergûşa wê ya civakî bitirsînin û ji nav bibin. Lê bi dilê wan nebû. Têgînên dîrokî ku di wateya exlaq û konevaniya gelên Rojhilata Navîn de ne, çendîn werin reşkirin û berovajîkirin, ji nû ve li ser koka xwe şîn dibin. Lew re; çiqas hewlên desthilatdariyê hebin ku bixin bin hukmê xwe û biçewsînin, lê di dawiyê de têgîn bi cewherê rastiya xwe re dibe yek û xwe ji bin hukmê desthilatdariyê rizgar dike. Daxuyanî û sekna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê yekê isbat dikin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li şûna parçekirinê, hevgirtin weke mekanîzmeya hebûnê hate hilbijartin. Li şûna wendabûnê, reaksyona êşîr û hewladên Bakur û Rojhilatê Sûriyê asta têgihaştina neteweyî ya eşîran isbat kir. Wê yekê jî destpotiya HTŞ ya xwe spartiye gefên faşîzma tirk ajot ku carek din li hesabên xwe vegere. Diyare nameyên xwestiye bişîne jî berûvajî lê vegerîne. Her wiha HTŞ nekariye bi vê kiryarê re, gerdişa dîrokî ku hebûn û prestîja eşîrtiyê diparêze, tundrewî û niyetên xwe veşêre, ne jî kariye belansa exlaqa eşîrtiyê têk bibe.
HTŞ herdu têgînên “Hawarî” û “lagirî û perestiya” eşîrî bi nav hev xistin. Yanê xwestiye “Hawariyê” ji pîvanên wê yên exlaqî bike û esaleta wê li ser bingeha zilm, zordarî û komkujiyan têk bibe. Li şûna ku biparêze, êriş dike û rastiyan berovajî dike. Bi awayê kîn, nefret, sorkirin û tûjkirinê bikar tîne ku berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê mayînde bike.
Lê dîsa jî divê were zanîn ku HTŞ, tevî têkçûna li ser tixûbên Siwêdayê, dest ji ya xwe bernedaye û rûyê kirêt a lagirî û perestiya bi navê “Hawarê” bi awayên nûjen ên ku hemleyên reşkirinê fînanse dikin, guhertiye. Bi kurt û kurmancî HTŞ dixwaze bi têgihaştina; kî rizgar dike hikum dike, li Sûriyê serwer be. Lê divê ew jî zanibe ku welat bi rêbazên terorê û derbkirina gerdişên civakî re ava nabin. Yê xwe bispêre hêza gelê xwe, ew bi ser dikeve.





